Kurd di her sala nû de hêviyên xwe diparêzin, ne salek, ne du sal, ne deh sal, ev sed sal in, diparêzin. Hêviya kurdan jiyaneke wek her miletî ye: li ser axa xwe, azad, wekhev û bê tirs bijîn. Li ser serê wan ne desthilat, ne dagirker, ne dijmin, ne jî bandor hebe. Tirsa îro û sibe nejîn; wê kî were, kî bi ser me de bigire, kî terş û talanê me rake, kî berê me bide zindanan. Kî me ji cî û warê bav û kalan koçber bike, kî qira me bîne? Kurd bi xeyala bidawîbûna van tirsên xwe dijîn û li ber xwe didin, ev sed sal in… ji qasî bêmafî li ser kurdan hat kirin.
Li cîhanê du şerên parvekirinê çêbûn; dewletên ewropî yên serdest bi hev ketin û cîhan li hev par vekirin, ne carekê, du caran. Di encamê de kurd di nav lingan de çûn; carekê diyarî tirkan, cara duyan diyarî ereban hatin kirin. Di van sed salan de, em her roj ji dewletên ewropî dipirsin: Sedem çi bû? We çima axa me tevî hebûna me diyarî da tirk û ereban? Çi xisara me gihiştibû we? Çima we em kirin bindestê van hirç û hovan? Bi rastî em mereqdar in: Di şerê parvekirina cîhanê yê yekem de Ingilîstan, Fransa, Sirbistan û Rûsya hevalbendiyek danîn û pişt re bi tevlêbûna Îtalya, Yewnan, Portekîz, Romanya û DYE ev hevalbendî hat geşkirin. Li hember vê dewletên Almanya, Avusturya û Macaristan jî tifaq danîn û dest bi şer kirin, lê dewleta Osmanî û Bulgaristan jî bi tilama ji vê parvekirinê sûd bigrin piştgiriya tifaqa Almanya, Avusturya û Macaristanê danîne kirin. Lê di dawiyê de vê tifaqê şer winda kir û dewleta Osmanî hilweşiya. Ji nav xirbeyên dewleta Osmanî destpêkê bi peymana Sewrê parvekirina erdên ji ber dewleta Osmanî mane, hat çêkirin û ev yek pir dadwer bû. Hemû gelên li ser vê axê bindest bûn, kêm zêde digihiştin mafên xwe yên serweriyê. Lê piştre komek kesên wek tirkên nû nav li xwe kirin, derketin pêş û di bin pêşengtiya Misto de bi ewropiyan re li ser maseyê rûniştin. Dewletên ewropî yên ji parvekirin û birêvebirina erdnîgariyeke berfireh a ji ber dewleta osmanî maye ne bawer bûn, îhaleya vê axê – ku ji Kurdistanê bigir heta Anatolya û Trakya dirêj dibe- dan destê tevgera bi navê tirk xwe derxistiye pêş û li bajarê Lozana Swîsreyê di sala 1924an de peymaneke nû ya bi navê vî bajarî destxet kirin û erdeke mezin dan dest van kesan. Dewletên ewropî yên peymana Lozanê îmze kirine yên wek Brîtanya, Fransa, Îtalya, japonya, Yewnan, Romanya, Sirb, Xirvat û Slovenya bi vê peymanê nexwestin Kurd, Ermen, Asûrî û gelên din ên li herêmê bibînin û îhaleya birêvebirina van gelan tevan dan dest tevgera bi navê tirk derketiye pêş. Di rastiyê de li ser axa osmaniyan miletekî bi navê tirk tinebû û niha jî tine ye, lê ev sed sal in, piştî stendina vê îhaleyê, dewletên ewropî bi hemû hêza xwe piştgirî û alîkariyê didin biserxistina vê projeyê.
Kurd piştî sed salan ji xwe dipirsin û dibêjin, çima dewletên ewropî em xistine lîsteya terorê, tevî ku em mazlûm in û mafên me yên herî bingehîn ji me hatine stendin?
Lê bersivekê nabînin. Sedem?
Ji ber ku xwediyê vê îhaleyê dewletên ewropî bi xwe ne. Wan ev îhale dan tevgera bi navê tirk û ji bo ev îhale bi ser keve çi ji dest wan hat pêk anîn. Tirk kî ne, çi kes in, tê zanîn. Serokê wan bi xwe gotiye: Kî ji xwe re bibêje ez tirk im, tirk ew e. Ev tê wê wateyê ku, tirkbûn kombûna kesên eslê xwe înkar dikin e. Ev jî ji ber îhaleya li Lozanê hatiye destnîşankirin û spartine vê tevgerê ye. Rewş evqasî zelal e. Carinan kurd vê rastiyê ji bîr dikin û dibêjin, bila dewletên ewropî dest ji me berdin, emê pirsgirêka xwe bi dewleta tirk re çareser bikin. Tê çawa bikî? Tirk ne xwediyê îhaleyê ne. Ew fîrmayeke taşeron in. Dewletên ewropî ji wan re gotine, aha fermo ev parçeyê Kurdistanê ji we re, bi rê ve bibin û beramberiya wê vî tiştî bidin me û ev tiştên din jî ji we re. Hin kes dibêjin, çima li Tirkiyê di nav saziyên dewletê de talan û dizî, torpîl û ruşwet, dek û dolab hene? Hin kes dibêjin, çima dewlet xizmeta gel nake? Hin kes dibêjin, dewlet çima pirsgirêkan çareser nake? Kîjan dewlet? Dewleteke li ser îhaleyê hatiye avakirin, du tişt li pêşiyê ne: 1: Şert û mercên îhaleyê pêk bîne. 2: Ji vê îhaleyê çiqasî bidize û bixwe jê re fêde ye. Ev jî çi ne? 1: Divê miletên hatine bindestkirin, nefesê nestînin, werin temirandin, xwe ji bîr bikin, werin helandin û tinekirin. 2: Tu wek taşeron ji sererd û binerdê vî welatî çi bidizî û bixwî ji te re fêde ye, tu temenê xwe çendî dirêj bikî ji te re baş e.
De ka li van sed salan binêrin, derveyî van her du xalan li ser vê erdnîgariyê çi heye? Ji bo ev her du xal pêk werin, ev sed sal in hemû xerabî bi serê gelan û taybetî bi serê gelê kurd de nehat kirin û dewletên ewropî jî bi mal, milk, çek û pereyên xwe alîkarî û piştgirî nedan îhaleya xwe?
Wê dem em kurd û gelên din ên herêmê bi pirsgirêkeke navdewletî re, dibe ku bi pirsgirêkeke cîhanî re rû bi rû ne. Pirsgirêka li holê ya tinekirina kurdan pirsgirêkeke cîhanî û taybetî ewropî ye.
Bala xwe bidinê, tu li kîjan dewleta cîhanê dibî bila bibî, gava tu bi nasnameya kurdîtiyê xwe didî pêş, ji te re pirsgirêk tên derxistin. Hemû dewletên hene te wek kurd nahesibînin û naxwazin bihesibînin. Ev jî nîşaneya pejirandin û şirîkbûna wan a vê îhaleyê ye.
Kurd nikarin û naxwazin sedsaleke din vê êşê li giştiya cîhanê bijîn. Banga kurdan di vê sala nû de ji cîhanê re heye: Sûcê bav û kalên we li hember kurdan kirine medomînin û xwe nekin şirîk. Hûn dikarin bi navê bav û kalên xwe ji kurdan lêborînê bixwazin û bi awayekî zelal û eşkere destnîşan bikin, ku Kurd ne teroristin, ti partiyek û saziyeke kurdan a ji bo azadiya kurdan têdikoşe jî ne terorîst e, lê belê ew dewletên kurd kirine bindest û heta îro ev sed sal in wan ji hemû mafên mirovî bêpar dihêlin, dewlemendiya axa wan ji xwe re dibin, dikin çek û bi ser kurdan de dibarînin, zarokên kurdan dikujin, dixin zindanan, koçî tevayî cîhanê dikin , wan bi ziman û nasnameya wan napejirînin, hebûna wan red û înkar dikin, terorîst in.
Ew dewletên keç û zarokên kurdan li welat û li derveyî welat -wek şehîdên li Parîsê- dişopînin û dikujin û yên kujêran diparêzin, tev terorîst in, kurd mazlûm in û pêwîstiya sala nû bi lêborîneke van terorîst û piştgirên wan ji kurdan heye.