1 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pêwîste banga Rêber Apo li hewa nemîne

Argêş Vîyan

Destpêkê rewşa Rêber Apo jî di nav de, pêwîste ku girtiyên siyasî bên berdan. Divê her Kurdistaniyê ku neçarî ji ber zextên dewletê koç kirine bi rengekê demildest vegerin warên xwe û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji bajarê dagirkirî derkevin.

Ev nêzî 52 salin têkoşîneke mezin ji bo azadiya gelê Kurd tê meşandin. Beriya Tevgera Azadiyê jî gelek serhildan û hewildanên ji bona dozê hatin kirin. Ji Şêx Seîdan heta Seyît Rizayan, ji Zerîfe, Besê  Elîşêran heya Qazî Mihemedan pir pêşeng derketin. Li hemberî wê jî gelek Komkujî, qirkirin, tinekirin û bişavtin li dijî gelê Kurd pêk hatin. Lê dîsa jî Kurdan qet gav paş ve neavêt û bi domdarî têkoşîn û berxwedaniya xwe meşandin. Heya ku şoreşa mezin a di sala 1978an li gundê Fîsê bi avakirina PKKê têkoşîna azadiyê gehişte lutkeyeke bilind. Heya wê deme jî gelek neyarên ku naxwazin Kurd xwe rêxistin bikin û di doza azadiya Kurd de destkettî çêbibin, derketin holê. Lê bi berxwedana Cuma Tak, heya Mazlûm Dogan, Salih Kandal Heya Kemal Pîran ev hişmendiyên kevneperest hilweşaniyan. Ev bû gaveke girîng ji bo pêşveçûyîna Kurdan. Pişt re bi pêşengiya fermandarê mezin pakrewanê rojên azad Egîd (Mahsum Korkmaz) û hevalên di bin fermandariya wî de, ên weke Gozluklu Elî û Cemşîd (Ahmed Kesîp) bi teqandina guleya yekemîn li Dihê û Şemzînanê textê dagirkeran hat hejandin. Gelek ciwanên Kurdistanê xwe kirin pêtê agir, xwe bi ramanên Rêber Apo xemilandin û dijmin û neyarên Kurdan hejandin. Kurt û kurmancî Tevgera Azadiyê heya 15ê Sibata 1999an bi dîlgirtina Rêberê gelan Rêber Apo re qonaxeke têr û tijî derbas kir. Piştî dilgirtina Rêber Apo û pêvajoya Girava Îmraliyê berê şoreşê kete qonaxeke nû. Rêber Apo bi vîn û ramanên xwe ezmûneke mezin a têkoşînê da qezenc kirin.

Ev qonax jî, ji aliyê têkoşîna doza Kurd ve xwe gihande lutkeya berxwedana dîrokî. Ciwan piştî dîlgirtina Rêber Apo weke avê herikîn û peyama bi “Dîlgirtina Rêberê me, dîlgirtina me ye” kom bûn û di cîhan û herêmê de cara yekem ev berxwedan û têkoşînên efsûnî hatin kirin. Dema ku ev yek hatin kirin Tevgera Azadiyê jî li gor hindê xwe guhert. Qasî êrişên dijmin dijwar bûn, bersivdayina êrişan jî ewqasî xurt bû. Hêzên leşkerî yên ku di şikeftên parastinê de bi vîna Apogerî berxwedanî kirin û bersiva wan êrîşan dan. Bi rihê Girêsor, Amediyê, Minbicê heya Bendava Şehîdan şer serxistin û dijminê dagirker neçar ma gav bi şûn ve bavêj e. Di encama van geşedanna de serokê Partiya Netewperest ya Tirkîyê (MHPê) Dewlet Bahçelî di 23ê Cotmeha 2024an de axivî û got: “Pêwîst e mafê hêviyê ji Abdullah Ocalan re bê dayin.” Piştî wê axaftinê biraziyê Rêber Apo Omer Ocalan çû Girava Îmraliyê li gel Rêber Apo hevdîtîn pêkanî. Ev hevdîtin nîşaneya destpêkirina hêviyên nû û di heman demê de jî encama têkoşîna salan bû. Rêbertî di dîlgirtina xwe ya 26 salan de dewlet û desthiladarên hegemon hemû neçar kirin ku ji aliyê Kurdan ve bêjin ku “Pirsgirêkeke mezin heye û divê demildest were çareserkirin.” Rêber Apo da nîşandan ku bi şer û êrişan nikarin vîna Kurdan ya ji pola têk bibin û Kurd dikarin li hember her cure êrişan li berxwe bidin.

Piştî wan pêşketinan Rêber Apo bi rêya desteya DEM Partiyê banga “Aşitî û Civaka Demokratîk” kir. Ev bang ji aliyê cîhanê ve pir bi baldarî hate şopandin û bi girîngî hat guhdar kirin. Tevgera Azadiyê li gorî wê bangê kongreya xwe ya 12mîn di dîroka 5 û 7ê Gulanê de lidarxist. Ev kongre bi banga Rêber Apo kom bû û ji bona giyanê şehîdên mezin Alî Haydar Kaytan (Fuat), Riza Altûn û Sirri Sûreya Onder hate diyarîkirin. Di vê kongrêye de, peyama serkeftinê hat dayin û biryara dawîkirina şerê çekdarî hat girtin. Ji ber Rêber Apo gotibû ku “Pêwîst e PKK xwe êdî xwe biguherîne.” Ev bang ji bona PKKê derfeta guhertin û veguhertinê,  ji bona hikûmeta Tirkiyeyê jî derfetên bi dawî kirina gengeşî û aloziyên herêmê avadike. Rêber Apo ji bona her du aliyan derfeteke mezin avakir, pêwîst e baş bê nirxandin. Ji ber ku ezmûnên Rêber Apo yên Neteweya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berbiçavin û dê bibe modela cîhanê ya rêveberiyê. Li Rojava Kurd, Ereb, Tirkmen, Siryan û hwd. bi hev re dijîn. Çima li Tirkiyeyê Kurd, Laz, Tirk û Gurcî nekaribin bi hev re bijîn?

Ji ber wê em dibêjin gelek kesan axivîn û pêşniyar jî kirin. Li gorî pêşniyara Rêber Apo kiribû, li gel hemû aliyên parlemento û derveyi parlemento jî hevdîtin hatin çêkirin, ji bona pêvajoyê bidin fêmkirin. Dê ji bona serxistina vê pêvajoyê jî, mirov nikare keda şehîdê mezin Sirri Sureya ji bîr bikin. Gelek kesan jî di derheqê van mijaran de, nêrîn didin û pêşniyar dikin çima pêkanîn nîn e? Tê gotin ku hîn destên veşartî nahelên pêvajo serbikeve? Pêwîste yên wisa bidin xuyakirin û di nav gel de bê darizandin û weke tawanbarên şer bidin xuyakirin. Pêwîste sozên tê gotin bên pêkanîn jî. Destpêkê jî rewşa Rêber Apo jî di nav de, pêwîste ku girtiyên nexweş di ber çavan re bên derbaskirin. Divê her Kurdistaniyê ku neçarî ji ber zextên dewletê koç kirine bi rengekê demildest vegerin warên xwe û dagirkeriya tirk û çeteyên wê ji wan deveran derkevin. Divê bersiv ji banga rêber Apo re tenê di gotinê de nemîne û dewleta tirk jî gavên ber bi çav bavêje.