27 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pêwîst e li hember tundiyê em timî di nav berxwedanê de bin

Arjîn Kobanê

Divê mêr li ser xwe bisekinin, li xwe vegerin û xwe ji vîrûsên hişmendiya mêrperest rizgar bikin! Gelo mêr wê xwe biguherînin, li kêleka jinan li dijî pergala mêrperest û desthilatdar têkoşîna azadî û demokrasiyê bimeşînin, an jî wê beşdarî wê pergal û hişmendiya kujer û zordar bibin?

Li gorî ez dişopînim û dahûrandinê dikim, dibînim ku roj bi roj tundiya li ser jinan zêde dibe. Wiha lê hatiye ku her roj bi dehan jinên bêguneh tên kuştin. Jixwe her saet bi dehan jin rastî tacîz û destdirêjiyan tên. Mirov li hemberî bûyerên wiha gelekî hêrs dibe. Di salvegera îsal a 25ê Mijdarê de hewce ye bertekeke mêran a pir dijwar li hemberî tundiya li ser jinan çêbibe. Bêguman jin helwest û bertekên xwe bi çalakî û çalakiyên cihêreng nîşan didin, lê helwesta mêran jî pir girîng e.

Weke ku me ji rêber Apo fêm kiriye, divê mêr li ser xwe bisekinin, li xwe vegerin û xwe ji vîrûsên hişmendiya mêrperest rizgar bikin! Gelo mêr wê xwe biguherînin, li kêleka jinan li dijî pergala mêrperest û desthilatdar têkoşîna azadî û demokrasiyê bimeşînin, an jî wê beşdarî wê pergal û hişmendiya kujer û zordar bibin? Pêwîst e xwe di vê mijarê de zelal bikin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreş bi pêşengiya jinan ava bû. Jinan mohra xwe ya dîrokî li berxwedan û têkoşîna vê şoreşa îro xistin ku ji mirovahiyê re bûye hêvî û îlham. Lewma şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke şoreşa jinan tê binavkirin.

Helbet dema em li rewşa jinan temaşe dikin, em dibînin ku hê jî têkildarî jinan rewşeke zehmet û dijwar li holê ye. Jixwe dema dibihîzim ku li Rojava û Sûriyeyê jin tên kuştin pir matmayî dimînim û dibêjim, ‘Kuştina jinan hovîtî ye’. Ev hişmendiya DAIŞ, Boko Heram, Talîban û hemû hêzên çete yên cîhadîst û tundrew e. Têkiliya vê hovîtiyê ya dîrokî bi mêrê qatil ê kastîk re heye. Teqez divê ev hovîtî  were bidawîkirin û jin ji pencên qirkirinê werin rizgarkirin.

Kuştina jinan qet tiştekî ji rêzê nîne û divê pir baş were lêkolînkirin. Mêr çawa radibe xwişk, keç, hevjîn an jî hezkiriya xwe bikuje? Ma bûyerên wer hovane çawa çêdibin û mirov çawa dikarin van kiryaran jinedîtî ve werin? Bi nêrîna min rewşeke pir xeternak heye û di bin navê parastina exlaqî de bêexlaqiyeke pir mezin tê jiyîn!

Hewce ye ti kes xwe di bin navê parastina jinan û exlaqî de veneşêre. Jixwe me li Îranê dît ku polîs çawa tundiya xwe di bin kirasê exlaqê de vedişêrin û di encama wê de jina ciwan Jîna Emînî bi îşkenceyê kuştin.

Hewce ye li her devera cîhanê em dengê xwe bi jinên şoreşger ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bikin yek, rêxistinbûn û parastina xwe ya cewherî xurt bikin. Divê em her rojên xwe bikin 25ê Mijdarê û li hember her cure tundiyê di nav têkoşîn û berxwedanê de bin.