18 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Pêwîst e hikûmet ji bo mafê hêviyê gaveke wêrek bavêje’

Hevserokê giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz Serhat Çakmak diyar kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan garantiya pêvajoya aştiyê ye û got: “Pêwîst e hikûmet di vê mijarê de bêyî hesabên siyasî bike gaveke wêrek bavêje.”

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku 18ê adara 2014an li ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryar da ku ji mafê hêviyê sûdê werbigire û bê berdan.  Li gorî xala 90î ya destûra bingehîn a DMMEê Tirkiye mecbur e ku biryara DMMEyê esas bigire û mafê hêviyê pêk bîne. Lê Tirkeyeyê 11 sal in ev biryar pêk neaniye. Tirkiyeyê di plana xwe ya çalakiyan a meha hezîrana 2025an a pêşkêşî Konseya Ewropayê kiribû, aşkere diyar kiribû ku dê derbarê mafê hêviyê de tu tedbîran jî wernegire. Li ser helwesta Tirkiyeyê, Konseya Ewropayê, îlona 2024an, ji bo mafê hêviyê salek dem dabû Tirkiyeyê û dîsa îlona 2025an jî dîsa taloq kir û 9 mehên din dem da Tirkiyeyê. Dîsa komîteyê, îlona 2025an, ji bo mafê hêviyê ji ‘Komîsyona Demokrasî, Xwişkûbiratî û Hevgirtina Millî’ xwestibû û gotibû; “Komîsyona ku li meclisa Tirkiyeyê hatiye avakirin ji vê yekê berpirsyar e û divê komîsyon li ser mafê hêviyê jî karê xwe bike û pêşniyarên xwe bo meclisê ragihîne.” Her wiha di çarcoveya mafê hêviyê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga wî ya Aştî û Civaka Demokratîk de, “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk”, 6-7ê kanûnê, li Stenbolê konferansek pêk anî. Li konferansê  peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin. Li ser mafê wî yê hêvî û azadiyê, bandora wî ya li ser fîlozofên cîhanê û rola wî ya di pevajoya aştiyê de û li ser  konferansa ku li Stenbolê pêkhatî, hevserokê giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Serhat Çakmak pirsên me bersivandin.

Eger ku sermuzakerevanê pêvajoya aştiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be çima heta niha nehatiye azad kirin?

Ez dixwazim di serî de vê bibêjim, pirsa we paradoksa vê erdnîgariyê ye. Divê hin tişt ne bi mantiqa rastiyê, lê bi berjewendiyên hegemonyayê werin ravekirin. Divê ev pirs bi pirseke din wiha were bersivandin: Ger kurd mafdar in, çima sed sal in mafên wan nehatine dayîn? Bi heman awayî, ger Ocalan di vê rewşê de be, çima hîn jî girtî ye? Ji ber vê yekê, tişta ku divê, tişta ku heye her gav di heman xalê de li hev nayên. Mixabin, tiştên heyî û tiştên ku divê hebin niha ji mantiqê dûr in. Lê divê baş were zanîn ku azadiya Ocalan û jiyana wî ya di şert û mercên guncaw de were bicihkirin, wê demê azadiya wî jî dibe garantiya aştiyê û pêvajoya çareseriya demokratîk. Her wiha ev dê ji bo Tirkiyeyê jî sûdmendtir be.

Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî, 6-7ê kanûnê li Stenbolê hat lidarxistin. Ji konferansê ji bo aştiyê encameke çawa derket holê?

Ji bo organîzekirina konferansê gelek hewldan hatin dayîn. Gelek xebat ji bo diyarkirina naveroka konferansê, dîtina axaftvanan, amadekirina alavên teknîkî, agahdarkirina çapemeniyê û beşdaran hatin kirin. Berî her tiştî, ez bi dilgermî spasiya xwe li hemû hevkaran dikim ku beşdarî vê hewildanê bûn. Girîngiya vê pêvajoya aştiyê tenê bi rêya konferansek wiha dikare were nîşandan. Yek ji encamên wê yên herî girîng ew e ku têkoşîna kurdan ji bo demokrasiyê li seranserê cîhanê belav bûye û ev rastî ne tenê ji hêla kurdan ve di heman demê de ji hêla welatiyên cîhanê ve jî tê nîqaşkirin. Ev jî nîşan dide ku rewatiya têkoşîna demokratîk a sedsalî ya kurdan ji aliyê tevahiya cîhanê ve hatiye qebûlkirin. Lê belê pergala serdest hîn jî li hember vegerandina vê meşrûiyetê li ber xwe dide. Ev konferansa ku têkoşîna mafdar a kurdan û her wiha pergala alternatîf a ku wan pêşkêşî gelên cîhanê kir, baleke mezin kişand ser xwe û nîşan da ku hîn jî hêvî ji bo jiyaneke alternatîf heye. Konferansê her wiha nîşan da ku kurd di çarçoveya siyaseta demokratîk de hem hêzek îdeolojîk û hem jî rêxistinkirî ne û wan nîşan da ku ew amade ne di siyaseta demokratîk de jî têkoşînek bibandor bidin. Bi taybetî çapemeniyê teqez kir ku ji bo herkesî li Tirkiyeyê organîzekirina konferansek wiha dê pir dijwar be. Ev yek girîngiya vê konferansê nîşan dide.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo konferansê peyam şandibû, peyama wî ji aliyê delegasyonê ve çawa hat dîtin û nirxandin?

Peyama ku birêz Ocalan ji konferansê re şand, coşek mezin çêkir. Naverok pir sade bû, lê peyamek zelal û xurt bû.  Ew tê qebûlkirin ku pergala wî ya hizrê ne ji ya ku wî berê gotî cuda ye, lê belê xalek baştir tê qebulkirin. Ji bo kurdan behsa qonaxa ku têkoşîna çekdarî gihîştiye armanca xwe, êdî pêwîstiya baştir a tevlîbûna di nav pergala demokratîk de û pêwîstiya naskirina qanûnî kir. Wî her wiha rave kir ku çima ev tişt pêwîst bûn. Birêz Ocalan, bi nihêrîna li rastiya dîrokî, diyar kir ku çima jiyana bihevre li herêma Mezopotamyayê hewce û girîng bû. Her wiha anî ziman ku kîjan pergal ji bo jiyana hevbeş pêwîst e. Wî bi awayekî pergalsazî anî ziman ku çima pergala modernîteya demokratîk ji bo gelên Rojhilata Navîn pêwîst e. Mixabin, di cîhana îroyîn de ti teorîsyen an jî siyasetmedar nînin ku pêşniyarên wisa berfireh pêşkêş bikin. Em dikarin bêjin ku raman, nêrîn û felsefeya birêz Ocalan bi eleqe û meraq tên pêşwazîkirin.

Ev konferans dê bandoreke çawa li ser siyaseta Tirkiyeyê û pêvajoya çareseriyê bike ?

Di vê konferansê de li ser pêvajoya çareseriyê, rêbazên demokratîk ên ku di vê pêvajoyê de werin avêtin û gavên ber bi demokratîkbûnê ve werin avêtin nîqaşên berfireh hatin kirin. Hat dîtin ku kurdan baweriya xwe bi pêvajoyê aniye û derdorên navneteweyî jî piştgirî dan vê pêvajoyê. Hêviya sereke ew e ku dewlet êdî pêvajoya agirbestê li ser bingehek yasayî bi pêş bixe û ji bo vegera çekdarên PKKê û entegrekirina wan li nav civakê tedbîr bên wergirtin. Wekî din, piştî serdema veguhêz, gavên ber bi demokratîkbûnê ve divê rêziknameyên der barê pênasekirina hemwelatîbûnê, mafê zimanê dayikê, xurtkirina rêveberiyên herêmî û rakirina rezervasyonên der barê peymanên navneteweyî de di nav xwe de bihewînin. Ev gav, digel rêziknameyên yasayî yên ku têne danîn, dê hawirdorek bê pevçûn li welêt xurt bike. Bi avakirina aştiyê re, rêyek ber bi çareserkirina pirsgirêka sedsalî, bi rêbazên demokratîk ve dê were girtin. Wekî din, aştî dê pêşketinê di demokratîkbûn û serdestiya hiqûqê de bîne.

Fîlozof John Hollonway di konferansê gotibû: “Bi hezaran kilometre ez ketim pey ronahiya Ocalan û ronahiyê ez anîm vir”. Hûn vê axaftinê çawa dinirxînin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandoreke çawa li cîhanê kiriye?

Me careke din dît ku gotûbêjên Ocalan û serpêhatiyên kurdan bi baldarî tên şopandin. Her fikrek nû ku hêviyek nû pêşkêş dike, ji hêla mirovan ve bi eleqe û meraqeke mezin tê pêşwazîkirin. Divê gotinên fîlozof John Hollonway jî di vê çarçovê de werin xwendin û nirxandin. Di heman demê de, ev daxuyanî berpirsyariyek mezin jî da ser milê kurdan. Wî got ku kurdên ku pergalek alternatîf û jiyanek alternatîf pêşniyar dikin, berpirsyariyê ji bo wê tekoşîna demokratîk jî hildigirin ser milê xwe. Ji ber vê yekê, divê em her gav vê berpirsyariyê bi cih bînin û nebin amûrên pergala heyî. Ji ber vê yekê, peyama John Hollonway, hem pesin e û hem jî berpirsiyariya me destnîşan dike. Pêdivî pê heye ku peyam ji du aliyan ve were dîtin.

Rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di pêşxistina vê pêvajoyê de çi ye?

Ew rastiya ku ramanên Ocalan di konferansekê de ji aliyê gelek kesên ji neteweyên cuda ve hatine nîqaşkirin jî helwesta wî di vê pêvajoyê de nîşan dide. Her çend serokê MHPê pêvajo dabe destpêkirin jî, Ocalan berpirsyarî û rîskên sereke yên vê pêvajoyê girt ser xwe. Heta niha, wî ev pêvajo bi ked û disîplîneke mezin meşandiye. Wî piştrast kir ku pêvajo ji zemîna pevçûnê hatiye derxistin û ji bo ku bê nîqaşkirin hatiye ser maseya gotûbêjê. Birêz Ocalan dîsa piştrast kir ku ew bê pirsgirêk hatiye vê qonaxê. Bandora wî ya li ser rêxistinê dîsa hate dîtin. Her wiha careke din hat nîşandan ku bandora wî çiqas li ser siyaseta navxweyî ya Tirkiye, Rojhilata Navîn û siyaseta cîhanê nîşan heye. Ango hewldanên wî hem ji bo kurdan û hem jî ji bo Tirkiyeyê derfeteke mezin e û divê ev derfet baş were nixandin. Li herêmeke kaoktîk a wek Rojhilata Navîn, divê ev derfet bi bandor were bikaranîn. Bi vê derfetê, mirov dikare texmîn bike ku piştî ku Tirkiye aştiya navxweyî bi dest bixe, ew ê li Rojhilata Navîn û cîhanê çiqas xurt bibe. Divê ev were dîtin. Dema ku ev bi zelalî were dîtin, wek mînak, çareserkirina pirsgirêka Rojava dê hêsantir bibe.

Mafê hêviyê mafekî mirovî û gerdûnî ye lê çima heta niha ev maf ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk neyatiye?

Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser mafê hêviyê ya ji bo birêz Abdullah Ocalan mafek e ku divê bi awayekî yasayî were bicihanîn. Ev biryarek e ku li gorî xala 90î ya makezagonê divê were bicihanîn. Nebicihanîna vê biryarê wek binpêkirina makezagonê ye. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, meha îlon çûyî, diyar kir ku divê ev biryar were bicihanîn. Her wiha teqez kir ku divê komîsyona ku li parlementoyê hatiye damezrandin, ji bo vê yekê amadekariyan bike. Desthilatdarên siyasî der barê mafê hêviyê de ti rêkeftinek nekirine, da ku ew li ser birêz Abdullah Ocalan neyê sepandin. Ji ber ku meqam û rola wî ya di pêvajoyê de li ber çavan tê girtin, pir girîng e ku mafê hêviyê ji bo birêz Ocalan jî were sepandin. Guhertinek di qanûna înfazê de ji bo vê yekê bes e.

Mirovke girtî be dê çawa bikaribe rola xwe bilîzê?

Mixabin, nakokî tam jî di vir de ye. Nayê qebûlkirin ku kesek ku di vê pêvajoyê de ewqas berpirsyarî girtiye ser xwe, hîn jî di van şert û mercên tecrîdê de tê girtin. Dema ku rîskên pêvajoyê û îhtîmalên sabotajê li ber çavan tên girtin, pêwîst e ku birêz Ocalan di şert û mercên guncav de bixebite. Girtina wî di bin çavdêriyê de xetereyek mezin e. Ev ne tenê ji bo pêkanîna mafê hêviyê pêwîstiyek e, lê di heman demê de ji bo pêşveçûna pêvajoyê jî gavek pêwîst e ku divê bê avetin. Zehmetiyên ku di pêvajoya salên 2013-2015an de hatine jiyîn, xetereyên vê yekê tînin bîra me. Ji bo ku ev pirsgirêk careke din çênebin û kêmasî neyên jiyîn, divê ev sînor were derbaskirin. Pêwîst e hikûmet ji bo mavê hêviyê bêyî hesabên siyasî, divê gaveke wêrek bavêje.

Ji bo mafê hêviyê û azadiyê di warê hiqûqî de heta niha çi xebatên berbiçav hatine kirin?

Komeleya me, OHD, ligel baro û rêxistinên civaka sivîl ên ku em bi wan re dixebitin, bi hev re serlêdanên qanûnî dikin. Pêşî, parêzerên me piştrast kir ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li ser mafê hêviyê biryarek bide. Piştre, me ji bo bicihanîna vê biryarê serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê da. Komîteyê biryar xist rojeva xwe û ji bo bicihanîna wê salek da Tirkiyeyê. Piştî ku di nav salekê de tiştek nehat kirin, komîteyê piştî serlêdana me biryar ji nû ve nirxand. Di dawiyê de, diyar kir ku komîsyona ku di parlamentoyê de ji bo bicihanîna biryarê hatiye damezrandin ji bo rêziknameyên pêwîst berpirsiyar e. Eger komîsyon li ser vê mijarê pêşniyarekê pêşkêşî parlemento û komîteya edaletê neke, em wek Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û saziyên din ên hiqûqî, dê ji bo teşwîqkirina tedbîran ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê careke din serlêdanê bikin.

Divê ji bo mafê hêviyê çi were kirin?

Mafê hêviyê mafê girtiyan diyar dike ku ew girtî bawer bikin ku ew ê rojekê azadiya xwe bi dest bixin. Mixabin, niha li Tirkiyeyê qanûnek tune ye ku vî mafî çareser bike. Li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, rêziknameyên qanûnî yên der barê vî mafî de pêwîst in. Dadgehê diyar kir ku girtina heta hetayê nemirovane ye. Ji ber vê yekê, guhertinên li qanûna înfazê û avakirina mekanîzmayek lihevhatî ya bi mafê hêviyê re hewce ye.

Serhat Çakmak kî ye?

Sala 1988an li navçeya Hîzana Bedlîsê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Hîzanê qedandiye. Sala 2012an ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Marmarayê mezûn dibe û sala 2014an ew tevlî Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) dibe. Niha wek hevserokê giştî yê OHDê kar dike û di heman endamê demê de jî li Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) xebatên xwe dimeşîne.