Ziman wekî pergaleke birêxistinkirî ya ku ji deng, rêz û hêmanên wateyî pêk tê, tê dîtin. Di hemû zimanan de “zimanê axaftinê” û “zimanê nivîskî” heye. Her çendî ku zimanêdevkî/axaftinê û zimanê nivîskî materyalên hevpar bi kar tînin jî, di navbera wan de gelek cûdahî hene.
Li ser rûyê erdê tu gelên/civakên ku zimanê wan ê devkî û zimanê wan ê nivîskî bi tevayî hevdû bigirin nîn in. Bi vegotineke din; di navbera zimanê devkî û zimanê nivîskî de gelek cudahî hene. Ev cudahî di hin zimanan zêde, di hin zimanan de kêm in. Ev rewş bi taybetî di zimanên xêzana hind û ewropî de berbelav e. Mînak peyva ku di îngilîzî de wekî “one” tê nivîsandin belê wekî “wan” tê xwendin/bilêvkirin. Di kurdî de jî hin peyv di zimanê devkî de li gor forma kurt, belê di zimanê nivîskî de li gor forma dirêj tê bikaranîn Minak; di zimanê devkî de hevoka “Birê te, mamostê min e.”, di zimanê nivîskî de wekî “Birayê te, mamosteyê min e.” diguhere. Belê dîsa jî di nav zimanên hind û ewropî de zimanê ku çawa tê axaftin, wisa tê nivîsandin yek jê kurdî ye. Belê dîsa jî, zimanê kurdî ji gelek zimanên hind û ewropî yên din bêtir şiyana xwe ya axaftina wekî nivîsandina parastiye.
Wekî ku tê zanîn di kurdî de zaravayê herî pêşketî û herî zêde tê axaftin, zaravayê kurmancî ye. Cudahiyên navbera zimanê devkî û zimanê nivîskî yên zaravayê kurmancî van salên dawî hinekî zêde bûne. Her çendî ku hin şaşiyên zaravayê kurmancî yên devkî bi demê re bûbin rêgez û derbasî zarasvayê nivîskî bûbin hebin jî, hejmara wan ne zêde ye.
Bi rastî pêşketina zimanê devkî, rasterê girêdayî pêşketina zimanê nivîskî ye. Zimanê devkî zû bi zû naguhere. Tiştê ku zimanê devkî diguherîne û tekûz dike zimanê nivîskî ye. Ev yek ji bo hemû zimanên cîhanê derbasdar e. Bi taybetî bandora televîzyon û înternetê ya li ser ragihandinê, xwe di ziman de bêtir dide der û guhertina peyvan zêdetir û lezgîntir dike.
Dema ku peyv an jî gotin ji zimanê devkî derbasî zimanê nivîskî dibin, li gor rêzik û qaydeyên rêzimanî diguherin.Lewre peyv an jî gotinên ku ji dev derdikevin û yên ku jipênûsê der dibin ne wek hev in. Bi vegotineke din; di navbera zimanê devkî û zimanê nivîskî de, hin caran taybetmendiyên pir cuda û hin caran jî taybetmendiyên ku dişibin hev hene.
Gava ku em zimanê devkî û zimanê nivîskî bidin ber hev, dê gelek taybetmendiyên cuda derkevin holê. Lewre zimanê devkî li gor deng; belê zimanê nivîskî li gor tîpan dişêwe. Amûra axaftinê ziman û organên têkildarî zimên in; belêamûrên nivîsandinê pênûs (an jî kompûter) e. Zimanê devkî li gor dostaniyê; zimanê nivîskî li gor fermiyetê tê bikaranîn. Zimanê devkî zimanê jiyana rojane yê demdemî ye; belê zimanê nivîskî zimanê pirtûkê/zimanê wêjeyê yê mayînde ye.Di zimanê devkî de bi piranî, zimanê taybet (devok û zarava); di zimanê nivîskî de zimanê fermî tê bikaranîn. Zimanê devkî taybet; zimanê nivîsandin giştî ye. Zimanê devkî kirdewar(subjektîv); zimanê nivîskî camidî ye (objektîv e). Di zimanê devkî de tiştên ku tên dîtin û bihîstin; di zimanê nivîskî de tiştên ku nayên dîtin û bihîstin tên vegotin. Di zimanê devkî de tiştên ku tên gotin zû; di zimanê nivîskî de tiştên ku tên nivîsandin dereng tên jibîrkirin. Tiştên ku tên gotin demeke kurt; tiştên ku tên nivîsandin demeke dirêj bandorê dikin. Di zimanê devkî de tiştên bi fikirandinê re der dibin kêm; di zimanê nivîskî de tiştên ku bi fikirandinê re derdibin zêde ne.Berisva tiştên ku bi zimanê devkî tên vegotin hêsan; bersiva tiştên ku bi zimanê nivîskî tên vegotin zehmet e. Sererastkirina vegotina bi zimanê devkî zû; sererastkirina vegotina bi zimanê nivîskî dereg e. Hevoksazî, di zimanê devkî de bêrêkûpêk; di zimanê nivîskî de birêkûpêk e. Zimanê devkî rêbazên rêzimanî binpê dike; zimanê nivîskî rêbazên rêzimanî diparêze. Ragihandina zimanê devkî bisînor; ragihandina zimanê nivîskî bêsînor e. Bergeha belavbûna zimanê devkî teng; bergeha belavbûna zimanê nivîskî fireh e.
Zimanê devkî yê îroyîn di çarçoveya hişmendî û hestiyariya civakî de hebûna xwe didomîne. Sedema vê jî cudahiya têgihiştin, vejandin û parastina rastiya civakê ye. Ev cudatî di nava gel de bi afirandineke bicoş a ku zimanê devkî dikemilîne tê çespandin. Ji vir pêve dibe sedem ku zimanê devkî bibe bingeha zimanê nivîskî û hebûna xwe biparêze. Zimanê ku xwe nespêre zimanê devkî (zimanê gel), hin bi hin qels dibe, vediguhere zimanekî din û soxî tune dibe. Ji ber vê yekê, qada zimanê devkî di rastiya ku tê zanîn de wekî rastiyek din xuya dike.
Kana zimanê devkî deng, peyv, hevok û vegotina rojane ye ku her gav xwe dispêre têkiliyên gel. Ev taybetmendî têra xwe berfireh e ku her gav dibe mijara gotareke cuda. Nemaze ger gotinên zimanê nivîskî nû bin, ceribandina deng û formên nûli gor taybetmendiyên zimanê devkî pêk tên. Zimanê nivîskî jî wek ziman di çarçoveya peyvên nû û vegotina xurt de, distewe. Li gor vê hewcedariyê zimanê devkî bingeh, wate û avahiya metna nivîskî ye. Em dikarin cûdahiya berhevdana peyvên zimanê devkî û zimanê nivîskî wisa rave bikin: Civaka ku zimanê wê yê nivîskî tune be, hejmara peyvên ferhenga wê bisînor, belê civaka ku ziman wê yê nivîskî hebe, hejmara peyvên ferhenga wê bêsînor e. Bi taybetî jî domanên binavkirina peyvên ku wekî hêmanên avakirina zimên tên zanîn, rasterê têkiliya ziman û civakê nîşan didin.
Geşedanî û stewîna zimanê devkî ya hevseng û domdar di navbera zimanê nivîskî û cîhana derveyî de temam dibe. Pergala zimên a ku bi zimanê devkî dest pê dike, bi zimanê nivîskî tekûz dibe. Mirov bi têgihîştin û behreya xwe dest bi bilêvkirina peyvên watedar ên ku dibihîse dike. Hin bi hin hînî axaftinê dibe. Têdigihîje ku peyvên ku dibihîse jî xwedî wate ne. Li gor axaftin, bilêvkirin û teqlîdkirina gotinên ku ji civakê dibihîse û bi kar tîne, zimanê wî/wê yê nivîskî jî teşeyekê digire. Gotinên ku ji hêla civakê ve tên bilevkirin, bi îşaret, şopandin û lasayîkirinê pêk tên. Peyre zimanê takekes ûcivakê hin bi hin şêweyê xwe yê rastîn digire. Hem di malbat û jîngehê de û hem di pêşketina afirîneriyê de, amûra bingehîn a ku ji zarokatiyê heya mezinbûnê bandorê li ser behreyên takekes dike û nasnameyeke taybet diyarî wî/wê dike, zimanê devkî ye.
Pêşveçûna zimên, bi tomarkirin, bilêvkirin û bikaranîna peyvên ku ji zimanê devkî der dibin û ji jimare û nîşanên ku li gor rêgezên ziman pêk tên, bi dest dikeve. Ligel hemû cudahiyên navbera zimanê devkî û zmanê nivîskî; hin caran zimanê devkî ji zimanê nivîskî sûdê werdigire, hinc caran jî zimanê nivîskî ji zimanê devkî sûdê werdigire. Hin caran zimanê devkî di bin bandora zimanê nivîskî de dimîne; hin caran zimanê nivîskî di bin bandora zimanê devkî de dimîne. Zimanê devkî û zimanê nîvîskî wekî herdu aliyên pereyên kaxizî ne. Herdu jî bêyî hevdû nabin û hevdû temam dikin.