Hêmana yekîtî û pêkhênera civakê û behreya herî bedew a tenê bi mirov re peyda dibe û hewrwiha pergala ragihandinê ya ku hem çanda civakê pêk tîne û hem jî bandorê li çanda civakê dike ziman e.
Tiştê ku civakekê dike civak welatê hevpar, dîroka hevpar û zimanê hevpar e. Civaka ku yekîtiya xwe ya zimanî ava neke û zimanekî hevgirtî pêk neyîne hin bi hin ber bi qelsbûnê ve diçe û pey re jî dimehe, dihele û bi tevayî ji holê radibe.
Amûrê herî baş ê ku asta çanda civakekê yan jî neteweyekê nîşan dide dîsa ziman e. Tenê civak an neteweya ku xwe dispêre zimanê xwe dikare bibe xwediyê çandeke rasteqîn. Ger mirovek zimanekî din ê biyanî baş zanibe jî, bandora cîhanbîniya zimanê wê/wî nahêle ku wî zimanî di cîhanbîniya xwe de bide ber hev. Lewre kesên ku bi kodên zimanê xwe dijîn, bastûra ramana wan bi zimanê civaka ku tê de dijîn bi pêş dikeve. Takekes bêyî zimanê civaka xwe nikare hebûna xwe ya civakî û çandî biparêze. Bêguman ziman ne ew diyarde ye ku jixweber derkeve holê; ew berhemeke mayînde ye ku bi lihevhatina civakî re pêk tê û pêş dikeve. Kesên ku bi civaka xwe re têkiliyeke baş datînin pêşî cîhanbîniya civaka xwe dipejirînin û bi civakên cihanê re parve dikin.
Zimanê mirov mîna ku di taqîgehekê (laboratuwarekê) de ji hêla bîrkarîzanekê/î (matematîkzanekî/ê) yan jî pisporekê/î ragihandinê ve hatibe sêwirandin, tim bi pergala ramana mirov re ahengdar û li hev e. Bedewiya zimanê takekes an jî civakê di ahenga biheybet a dema ku mirov bi zimanê xwe yê zikmakî diaxive yan jî wî bi kar tine de tê dîtin. Ji bilî van hemû taybetmendiyan, ziman amûrekî ragihandinê ye ku takekes pê hest, raman, bîr û bawerî, kêfxweşî, tengasî, şîn û şahiyên xwe radigihîne civakê û cihana derveyî. Herwiha ziman bi hemû rêgez û rêbazên xwe pergala herî bikêrhatî ya ragihandina di navbera civakên cihanê de ye jî.
Amûrê herî girîng ê ku sînorên ramana civakê diyar dike jî ziman e. Her civak li gor zimanê xwe difikire. Diyardeya ku em behsa wê dikin ne ew e ku em bibêjin civakên hemdem her gav xwediyê asta zimanê pêşketîtir û civakên seretayî jî xwediyê asta zimanekî paşmayîtir in. Bêguman, mirovên seretayî jî li gor dema xwe xwediyê tevger, têgihiştin û hişmendiyekê bûn. Ji ber vê yekê, mirov dikare bibêje ku hinek vebir (kategorîi), têgihiştin û çalakiyên wan jî hebûn û li gor ceribandinên xwe zimanekî taybet bi kar dianin. Dîsa mirov dikare bibêje ku wan jî bi saya zimanê ku bi kar dianîn bi hev re têkilî datanîn. Wan jî li gor derfet û şêwaza jiyana xwe çand, huner, kevneşopî, gerdîş, dab û nerîtên xwe bi saya zimanê xwe dipararastin û vediguhastin peyrewên xwe.
Her ziman bi axaftinê re teşe digire û axaftin jî derbirina raman û hestên mirov e. Awayê raman û bihîstina civakekê yê ku reng û karakterê dide zimên, pêşî bandorê li ser têkiliyên civakî dike. Ziman û civak bi awayekî xwezayî di nava têkiliyeke çandî de ne. Ji gotin û biwêjên neteweyên cuda jî tê famkirin ku kodên civakekê rasterê bi zimanê wê ve girdayî ye. Bêguman ziman jî bi takekesên civakê ve girêdayî ye û pêkerên (faktorên) civakî jî bi awayekî aşkera xwe di zimên de didin der. Asta debara takekesên civakê, aboriya wan, şêwaza perwerdehiya wan, zayenda wan, rewşa jiyana wan û hemû hêman û pêkerên din ên civakî, hem ji zimanê civakê bandorê werdigirin û hem jî bandorê li ser zimanê civakê dikin.
Ziman amûrekî wisa erkdar e ku hem têkiliyên takekes ên bi civakê re diedilîne hem jî bîr û hişmendiya mirov tekûz dike û dikemilîne. Têkiliya di navbera ziman û civakê û têkiliya di navbera takekes û civakê de heman tişt e. Her takekes bi saya zimanê xwe bi civaka xwe re têkiliyê datîne. Ji ber vê yekê ziman xwediyê erk û bandoreke civakî ye. Mirov pêşî zimanê xwe ji malbata xwe û herêma ku lê hatiye dinyayê fêr dibe. Paşê li gor pêdiviyên xwe bi civaka xwe re têkiliyê datîne. Pey re jî hin bi hin zimanê civakê yê ku li tevahiya welêt tê bikaranin fêr dibe. Ew ziman jî zimanê civakê yê yekteşe û hevgirtî ye
Pêkanîna zimanekî hevgirtî ne di destê kes, kom an jî komeleyekê de ye. Ev yek li gor zindîbûn û xwenûkirina zimên û hin caran jî li gor pêdiviyên demê pêk tê. Ji ber ku îro hemû civak amûr û amrazên zanîn û teknolojiyê bi kar tînin, zimanê her civakê bi awayekî lezgîn peyvên nû werdigire. Li gel wê bi saya teknolojiyê hem peyvan ji zimanên biyanî digire û hem jî peyvan dide zimanên biyanî. Bi vî awayî hin ziman ji gelek peyvan re dibin çavkanî û ew peyv jî tevlî gencineya peyvan a zimanên din dibin.
Dewlemendiya zimanekî rasterê hemtayê dewlemediya gencîneya pêyvan a wî zimanî ye. Ji ber vê yekê civakek bi qasî ferhenga zimanê xwe dikare bifikire û biaxive. Ev ferheng heman gavê li gor şêwaza jiyan û çanda civaka ku pê re têkildar e jî agahiyê dide. Belê her takekes dewlemendî, cudatî, taybetî û cihêwaziya zimanê civaka xwe bi saya zimanê xwe yê zikmakî fam dike. Ji ber ku ziman berhema hişê hevpar e, hişmendiya civakî ya hevbeş û pevrayî jî diafirîne. Anku ziman, afirînerê bîra neteweyî ya hevpar bi xwe ye.
Têkiliya di navbera takekes û civakê û pêvajoya yekitiya civakê de jî bi saya zimên pêk tê û didome. Ji bo wê, her mirov neçar e ku di nava kom, civat an jî civakekê de bijî. Ji bo wê jî pêdivî bi têkiliyên mirovî heye. Têkiliyên mirovî li gor hin rê û rêbazen civakî diedilin. Tu rê û rêbazên civakî bêyî ziman pêkan nabin. Ji bo têkiliyên civakî jî ziman hêmana bingehîn e.
Takekesên ku civakê pêk tînin hemû hêmanên civakê ji nifşekî vediguhêzin nifşê din. Ziman û civak tevheviyeke wisa ye ku tu car ji hev nayên veqetandin. Ziman di encama taybetiyên giyanî yên civakê de pêk tê û di nav hin sînorên diyarkirî de bi pêş ve diçe. Ji bo têkiliyên mirovî têgihiştina civakê, riya herî baş famkirina zimên e. Li seranserê cîhanê gelek ziman hene belê ji hev cuda ne. Fêrbûna zimanê takekes ne bi taybetmendiyên mîrateyî, rasterê bi têkiliyên civakî û çandî ve girêdayî ye. Belê pêvajoya pêşveçûn û parastina zimên jî rasterast bi bîrdoz û asta hişmendiya civakê ve girêdayî ye.
Her zimanek xwediyê rêbazên cuda, rêgezên xweser û rêzik û qaîdeyên bêhempa ye. Ev rêbaz, rêzik û qaîde hem bandorê li ser hest û ramana civakê dikin û hem jî liv û tevgerên civakê dişêwînin. Ji bo wê; mirov bi hêsanî dikare di zimên de gelek hêmanên ku rewişt, çand, huner, raman, hişmendî û bîrûbaweriyên civakê nîşan didin bibîne. Lewre her zimanek têgihiştin û xisletên civaka xwe nîşan dide. Her zimanek wekî bîrdariyeke (abîdeyeke) bihişmet e ku bi sedan sal ji aliyê gelek kesan ve bi rêjeyeke pir mezin hatibe raçikandin.