Di seranserê dîrokê de, mirovên beriya me bi gotinê şer dane destpêkirin, peymanên aştiyê danîne, bîr û baweriyên xwe belavkirine û nasnameya xwe ya civakî, çandî û neteweyî pêk anîne.
Teoriyên zimannasî û ragihandinê jî nîşan didin ku gotin tenê ne ji bo veguhestina agahdariyê tên bikaranîn; herwiha ji bo xurtkirina têkiliyên rojane, afirandina nasnameya çandî, civakî, neteweyî û rêxistinkirina têkiliyên di navbera kesan de jî bi kêrî mirov tên.
Gotin ji hêla derûnnasiyê ve yek ji hêmanên herî girîng e ku têgihîştina xwebûna takekesî dişêwîne. Gotinên ku takekes di zarokatiya xwe de dibihîse bingeha avahiya xwebûn û kesayetiya wî/wê jî pêk tîne. Gotin, pira herî zirav û dirêj e ku cîhana mirov a derveyî û cîhana wî/wê ya hundirîn bi hev ve girê dide. Hin caran bi qasî destdayîneke jidil, şîrîn û nerm, hin caran bi qasî pola req û tûj e. Belê bi her awayî di gerdûna yê/ya ku dibêje û yê/ya ku dihisîne de şopa xwe dihêle. Lewre gotina me bandorê li avaniya me ya daringî, avaniya me ya daringî bandorê li bîra me, bîra me bandorê li giyanê me dike. Her gotineke erênî an jî neyînî di nava tevînekên hebûna mirov de xelekên vê zincîra bêdeng belê zexm temsîl dike. Gotin tenê ne tevzînekên deng in ku li hewayê dilerizin; awayekî vejenê ye ku hevsengiya kîmyayî ya laşê mirov, pergala rehikên wî/wê û heta livên şaneyên wî/wê di bin bandora xwe de dihêle. Gotinên erênî, dopamîn û sêrotonînên mêjî yên ku wekî norotransmîterên bextiyariyê tevdigerin, bi liv û tevger dikin. Belê gotinên neyînî kortîzolê (hormona bêhntengiyê) bilind dike û lalê mirov radike hişyariyê. Ji ber vê yekê, her gotina ku ji devê me derdikeve, têkilî jiyannasiya laşê me dibe.
Laş wekî mala bîrê ye. Diwarê wê malê çiqas tabût be, bîr jî ewqas rihet dibe. Belê gava ku laş misêwa dibin banadora gotînên neyînî û barê ramanê yê kîmyayî dîmîne odeyên wê yek bi yek tarî dibin. Raman şolî dibe, têgihan ditengije û hêvî tê perdekirin. Belê bîr jî ew kilîd e ku deriyê giyanê vedike. Mirovê/a ku bîra wî/wê ditengije, têkiliya wî/wê ji giyên tê birrîn. Ew xwe bêarmanc, bênirx û bêhêz dibîne. Ji ber wê, lerza peyvekê, herî dawî rengê giyên diguherîne. Nexwê hilbijartina gotinê, ne pirsgirêka zimên e; pirsgirêka parastina laşê me, bîra me û giyanê me ye. Kesê/a ku zimanê xwe pak dike, bîra xwe pak dike, kesê/a ku bîra xwe pak dike, giyanê xwe azad dike. Gotina herî xurt a ku mirov ji xwe re an ji kesên din re dibêje, daxwazeke xwerû, belê ya herî ji dil e. Mînak, gotina ku em dibêjin “Bila baş be!” tenê ne arezûyek e; herwiha fermaneke erênî û girîng e ku ji bo bîrê tê dayîn. Lewre her gotinek tovek e ku ji daringê ber bi giyên ve tê reşandin û mirov kîjan tovî biçîne dê fêkiyê wî tovî biçine.
Di tevahiya dîroka mirovahiyê de, gotin tenê ne hîmekî bingehîn ê ragihandinê bûye, heman demê hîmê bingehîn ê têkiliyên civakî, çand û giyannasiya takekesî jî bûye. Bêguman, her gotinek bandoreke erênî an jî neyînî li ser derûniya mirov dike. Mirov, bi rêya wê gotinê, ramana xwe radigihîne kesên pêşberî xwe, hestên xwe bi wan re parve dike û nirxên xwe yên civakî ji nifşekî vediguhêze nifşekî din. Ligel wê, gotin alaveke ewqas bihêz e ku hem bandor û encameke avaker û hem jî bandor û encameke wêranker pêk tîne.
Çawa ku gotinên erênî baweriya mirov xurt dikin, gotinên neyînî jî baweriya mirov qels dikin. Di vê çarçoveyê de, divê hêza gotinê tenê ne wekî hêzeke ragihandinê; heman gavê wekî hêzeke derûnî û civakî jî bê hesibandin. Gotinên erênî hem hewesa mirov a kesane zêde dikin û hem baweriya wî/wê ya xwe bi xwe xurt dikin. Wekî nimûne, gotina “Tu dikarî vî karî bikî” an jî “Ez bi te ewle dibim” hestên bi xwebaweriya mirov a kesane xurt dike. Belê gotinên neyînî têkiliyên mirov ên rojane qels dikin. Gotinên pesinandinê, spasdarî û minetdariyê têkiliyên mirov ên civakî pêşve dibin; belê gotinên neyînî têkiliyên mirov ên civakî diewiqînin. Gotinên erênî hêviyeke xurt didin mirov da ku ew xwe biqîmet hîs bike û hestên xwe yê aîdiyeta civakî zêde bike. Lêkolînên derûnnasiya civakî jî nîşan didin ku gotinên erênî ramaneke erênî pêk tînin û ramana erênî jî hevgirtina mirov a civakî zêde dike.
Li gor derûnnasiya erênî, gotinên erênî yên ku mirov xwe bi xwe dibêje, di rûbirûbûna xemgînî, bêhntengî û bêqidûmiyê de jî roleke girîng pêktînin. Di gotinên erênî yên ku takekes xwe bi xwe dibêje “Ez dikarim vî karî bikim”, fikaran kêm dike û zerengiya wî/wê ji bo rûbirûbûna neyîniyan û berxwedêriya li pêşberî dijwariyan zêde dike. Gotinên erênî û neyînî di perwerdehî û hîndekariya mirov de jî roleke girîng pêktînin. Zimanê çêker, avaker û gotinên erênî yên ku di pêvajoya perwerdehiyê de tên bikaranîn behre, karîn û cerbeziya xwendekaran a akademîk zêde dike. Belê zimanê xeraker, rûxîner û gotinên neyînî jî behreç, jikarîn û cerbeziya xwendekaran qels dike.
Gotinên teşwîqker ên mamosteyan eleqeya ji bo pêvajoya fêrbûnê zêde dikin. Lêkolîn nîşan didin ku xwendekarên ku nirxandinên erênî werdigirin, di serketinê de jî astên bilindtir bi dest dixin. Gotinên tinazker, qerfok û biçûkdîtinê, xwebaweriya xwendekaran qels dikin û di kesayetiya wan de rûxanên pir mezin ên ku qet nacebirin pêk tînin. Bi taybetî kesên ku di zarokatiya xwe de bi berdewamî rastî rexneyan tên, di mezinatiya xwe de bi pirsgirêkên xwebaweriyê re rû bi rû dimînin. Gotinên neyînî asta fikarên mirov zêde dikin. Gotinên gefxur/tehdîdkar an tawanbarker dibin sedema zêdebûna hormonên stresê/bêhntengiyê. Di têkiliya wan ên civakî de demeke dûvdirêj dibin sedema pêşketina nexweşiyên fikarê, erê-na û gumanê.
Têgiha “tundtûjiya zimanî” zordariyeke sîstematîk a ku bi gotinên neyînî re tên derbirin, biçûkxistin, kêmdîtin, bêrûmetkirin yekparebûna derûniya mirov bi awayekî tund têk dibe. Tundîtûjiya zimanî tenê ne takekes, heman gavê civakê jî ji hev dûr dixe û vediqetîne. Gotinên mîna “Tu famkor î ” an jî “Tu ji tiştekî re nabî” dibe sedema xwebiçûkdîtin, bêewlehî, bêqidûmî û bêqîmetiyê. Kesên ku biberdewamî bi zimanekî neyînî re rû bi rû dimînin, hestên wan ên tenêtiyê zêde dibin, ji civakê dûr diherin û metirsiya wan a bêhntengiyê dest pê dike. Lêkolînên zanistî jî nîşan didin ku gotinên erênî dibin sedema hest û hizirên erênî û hest û hizirên erênî jî dibin sedema liv, tevger û têkiliyên erênî. Herwiha gotinên neyînî dibin sedema hest û hizirên neyînî û hest û hizirinê neyînî jî dibin sedema liv, tevger û têkiliyên neyînî.
Gotin ew hêz e ku hem bandoreke avaker hem jî wêranker li ser derûniya mirov dihêle. Bandora gotinê tenê ne li ser derûniya mirov hukim dike, herwiha sînorên peyvan ên ku di têkiliyên civakî de tên bikaranîn jî diyar dike. Di derbirina gotinê de deng, awaz, zimanê laş, girêdan û desthilata axaftvan jî roleke diyarker pêktînin. Ji bo wê divê peyv, gotin, ziman û vegotin tim bi awayekî têkildar û birêkûpêk werin bikaranîn.