Qonaxa duyemîn a pevguhertina girtiyan di navbera Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilata Şamê de roja 28ê Gulanê hatibû astengkirin, tê payîn ku îro ji nû ve berdewam bike. Di 1ê Nîsana 2025an de di navbera Meclisa Giştî ya her du taxan û desthilata Şamê de rêkeftinek hat îmzekirin. Rêkeftin ji 14 xalên sereke pêk tê. Li gorî xala 12an a peymanê divê her du alî zindanan vala bikin û girtiyan pev biguherin.
Çavkaniyên Meclisa Giştî diyar kir ku pêvajoya pevguhertinê dê îro dîsa berdewam bike, piştî ku di 28ê Gulanê de hatibû astengkirin, ji ber ku desthiata Şamê qebûl nedikir şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) berde.
Duh di navbera şandeya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desthilata Şamê de civînek li Şamê hate lidarxistin. Yek ji mijarên civînê jî ev bû “Ji nû ve aktîfkirina dosyaya taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd û çareserkirina wê bi awayekî ku xizmeta aramî û aştiya navxweyî bike.
Hejmara girtiyan ji her du aliyan nêzîkî 466 kesan e, ji wan 290 şervan û sivîlên Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne û 176 endamên komên girêdayî desthilata Şamê ne. Qonaxa yekem a pevguhertina girtiyan di 3yê Nîsanê de, du roj piştî îmzekirina rêkeftinê pêk hat. Di wê qonaxê de 146 girtî ku piraniya wan sivîl in û 97 endamên komên girêdayî hikumeta Şamê ku piraniya wan çeteyên “Artêşa Nîştimanî” ya dewleta Tirk a dagirker bûn, hatibûn berdan.