18 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pêvajoyeke dilzîz

 Divê bê zanîn ku dewlet û sazî xwedî rêziknameya xizmetê ne, ne xwediyê erd û esman an gelan e. Saziyên xizmetê ne. Divê pêvajo di hevsengiyeke bê şik û rik de bimeşe ku fikar dernekevin holê û xapandin tune be.

Bi rastî jî di pey gelek bûyerên dilêş û xwedî keserên giran re; pêvajoyeke hesas dest pê dike ku divê herkes berî her tiştî xwe baş nas bike û di pey re pêvajoyê baş binirxîne ku şaşiyên bi sed caran dubare bûye ku careke dinê xwe dubare neke.

Pirsgirêka ku li serê rêwîtiya gelê kurd û tirk bûye bela, nijadperestiya rayedariya ku di warê dilreşiyê de sînor nenase, bûye xwedî behdilandineke ku tu çiqasî pênase bike jî ji bo tirtijeyiya fêhm kirina dijwariyê û tevgêrên dij mirovahiyê têr nake û pêvajo tev li bargiraniya xwe digehêje qonaxeke nû.

Di pey şerê evqas salan ku du hêz di ber hevdu de dide û herdu alî jî di hin mijaran de bi ser ketiye, lê encama ku herdu alî dixwaze bidest bixîne, bidest nexistiye! Ev jî di warê lêgerîneke mirovahî de ku divê di guherînê de rengê mirovahiyê derkeve holê. Pêvajoyeke nû arasteyî têkiliya dike ku ev jî pêvajoya nû ku çekberdan û pêşî lêvekirina aştiyeke mayînde ye.

Ger ku ev tespit bingeh bêne girtin û ev rastiya ji jiyanê hatiye diyarkirin bêne erêkirin; divê bê zanîn ku du alî heye û herdu alî jî xwedî diplomasî û serokatiyê ne. Ger ku li hevdu hatineke mayînde û birûmet bêne xwestin divê mêzîneke wekhev hebe û bi rûmetê neyê lîstin ku bila pêvajo di dilê herkesi de bimehe û mayînde bibe. Lê dema ku cardin û mîna her caran bêne xwestin bi pêkanînê pêvajo bimeşe û bi gotina yek aliyê bimeşe! Divê di serî de ev nêzîkbûn bêne dijberkirin ku dildarên pêvajoyê matmayî nemîne. Ev jî bê şik û rik divê şerd û mercên azad( yek li hundir (di girtîgehê de) yek li derve nabe) pîvanên wekhev serdest be ku bi durustî ev pêvajo bimeşe.

Ji ber vî awayî jî divê şande û dîplomasiya vê pêvajoyê bikaribin bi azad tevbigerin û di pey demekê re cardin lêpirsîn û binçav kirin dest pê nebe. Her çiqasî dîrok bi van mînakana tije be jî divê didemboriyê de aliqandin tune be.

Wekî dinê jî divê ji destê kê çi tê bila ji bo erêniyê texsîr neke û yên ku dikarin biaxivin bila biaxivin, yên ku dikarin nivîsa binivîsînin bila nivîs binivîsînin, yên ku dikarin pexşan binivîsîn, makale çê bikin, tez û xebatên zanistî çê bikin, kongre, komxebat lidarbixin, divê tevahî ked û hêz ji bo dewlemend kirin û pirkirina rê û rêbaz têkeve xizmeta vê pêvajoyê, ked bêne rijandin. Dem ne dema reş û peşan e. Dem dema çi ji destê kê çi were divê bêne kirin ku asoya siyasetmedaran, ya dîplomatan rengîntir bibe û esmanekî tije stêrk çêbibe ku kedkarên vê pêvajoyê bibin xwediyê dîtbariyên dewlemend ku di destan de dewlemendiya rê û rêbaz, dewlemendiya amûr û peşkeşkirina rêbazên çareseriyê hebe

Divê mafê mirovan yên xweza û rewa mîna bexşandinekê neyê dîtin û ji bo tevahî gelan çi pêdivîbe heman tişt ji bo gelê kurd jî derbasdar bin.

Divê bê zanîn ku dewlet û sazî xwedî rêziknameya xizmetê ne, ne xwediyê erd û esman an gelan e. Saziyên xizmetê ne. Divê pêvajo di hevsengiyeke bêşik û rik de bimeşe ku fikar dernekevin holê û xapandin tune be.

Divê derûniya pêkanîn, serdest û bindestiyê tune be ku mirov bi dilrehetî li nava çavên hevdu binehêrin.

Di pey evqas şer û dijwariyan re hîn bûn û hînkirin zehmet be jî! Ger ku mirova bixwaze dikare têkiliyê mirovan sererast bike û bila herkes bênavber bixebite, aram tevbigere ku di kelecanê de tiştên sererast dernakevin holê.