Gurê devbixwîn, Rehwerên hestîkoj yên mîna Çeqel, Rovî, Mar, Dûpişk û Kûndan ji vî şerî têr dixwarin, bi hestîkojiyê fikr û ramanên xwe dûbare dikirin, carinan diguhertin û didan pêş, lê gotin ‘ne bes e!..’
Xwezaya erdnîgariya beşeran di vî şerî de bêmecal mabû. Şerekî bê edalet Gurê devbixwîn kiribû xwediyê her mekanîk û teknîka şerî. Şêrî ku li rê, rêbaz û guhertinekê digeriya, di şerî de ji bo bi serkeve dest bi pêngaveke nû ya aştiyane kiribû. Di vê guherîna nû de peyamên xweser, nepen û veşarî hebûn û gotibû: “Netew-dewletên cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên kulturalîst ku encama pêwîst a neteweperestiya tund in, nikarin ji sosyolojiya civaka dîrokî re bibin bersiv…” Li gor şerd û mercên pêvajoya nûha hatibû ravekirin. Lê xêrnexwazan nedixwestin fahm bikin û herkesî bi ber xwe ve dikişandin. Gelek guman, firk û raman bi xwe re hildiberandin. Gûrê devbixwîn û Rehwerên hestîkoj di qada xalî û tenha de xwe serdest dîtibûn. Heryekî ji wan di dema şerî de çawa peywirek girtibûn ser xwe meşandibûn, bi heman peywirê dirûv li xwe gûherîbûn û dixwestin bimeşînin. Dizanibûn ku nemeşînin êdî hestî jî nema bi dest wan dikeve.
Piştî Gûr qad ji xwe re vekirî dîtibû, dest bi gef xwarinê dike û dibêje: “Şêr, Şêrgele hûnê bê şert û merc di nava xwezaya erdnîgariya bav û kalên xwe de radest bibin, çar sînorên hatine xêz kirin qebûl bikin an jî ez ê serê we heta hetayê biperçiqînim û nahêlim rakin!..”
Li ser gotina Gûrê devbixwîn Rehwerên hestîkoj jî xwe kêmî Gûrî nedîtin. Tebat û nebatên erdnîgariya xweser dixwestin ji xwe re bikin piştî û bi spartinê, liv û tevgera xwe di xizmeta Gurî de pêk pînin. Bi yek carê di kozikên hestîkojiyê de hêl bûbûn û derketibûn meydana xalî û bêxwedî. Fikr û ramanên şêlû didan pêş û dixwestin civaka di kêliya dilşikestin, nefahmkirin, betilandî û hestiyar de li gor xwe bi rê ve bibin û tevbigerin.
Rehwerek radibe dibêje: “Em qada asîmanê xwezaya erdnîgariya xwe ji tu kesî re bernadin. Me dest bi pêvajoyek e nû kiriye. Di vê pêvajoyê de me gelek mamoste û şêrgeleyên onlîne perwerde kirin e, amade ne ku li ser medyaya civakî ya onlîne welatekî azad ji gelê me re damezirîn e. Jê pê ve qet!..”
Rehwerekî din bi tengezariya xwe re hêl dibe û dibêje: “Hema wiha û qet?.. Şêrî bê şerd û merc teslîm bûye, welat pêşkêşî Gurî kiriye, Gurî jî li ser erdnîgariya me di vî 40 salên dawî de xwîn ji dev xwe kêm nekiriye û xwîna me hîn dimêje. Gerek Şêrî dev ji şerî bernede, an jî Şêrgeleyên li serê çiyan li Şêrî guhdarî nekin!..”
Rehwerek din gelekî wê de xwe dide pêş, bi bayê nîqaşan ve dadikeve, gotina xwe rêz dike û wiha dibêje: “Şêrgeleyên di binê erdê de razane, ji bo van şerd û mercên Şêrî nûha dide pêşiya me şer nekirine. Hestiyên wan nûha diêşin. Ez ne hevalbendê vê pêvajoyê me. Ya min bila bimîne. Nebêjin kûçik kûçikê me ye, li ber deriyê xelkê direye; wiha îcab dike!..”
Rehwerekî bêfesal ku serê xwe li pişt tevan bilind dike, bi zimanê xwe yê du qeçel jehrê dipekîne û pê re dibêje: “Şêr bê esl û fesl e. Ji roja ewilî de ev mal e, bi destê pergalê hatibû ava kirin û îro jî li gor pergalê wiha gavan davîje…”
Rehwerekî ne ji nijada xwezaya wê erdnîgariyê li ser dara asîmanê xwezaya wan veniştibû, cih li xwe xweş kiribû, tevlî nîqaşa wan dibe û gotina xwe dibêje: “Encax bi min ev pêvajo pêkan be. Bê min hûn tune ne. Ya hûnê bi ya min bikin ya jî ez ê dewsa we bikim ceh!..”
Şêrî berê xwe dabû tevan û gotibû: “Min gotina xwe kiribû û cardin dibêjim; ‘Rêzgirtina nasnameyan, azadiya ramanê, rêxistinbûna demokratîk, avakirina civakî-aborî û siyasî ya hemû pêkhateyan, tenê bi hebûna civak û qada siyasî ya demokratîk mimkin e…’ Ev ê rastiyê ne hûn dibînin û ne jî dizanin ka çî ye!..”
Şêrî gotina xwe wiha gotibû şûn de, Gurê devbixwîn û Rehwerên hestîkoj wiha qad ji xwe re vekirî dîtibûn. Xwediyên şerî û hinkûfên esil peyama xwe girtibûn û ji bo li asîmanê xwezaya erdnîgariya lê dijîn deriyekî nû vekin, dest bi têkoşîna xwe ya nûkirinê kiribûn.
Li dewsa şerî û pevçûnan her çiqas bayê nîqaşên dixwest di vê pêvajoya nû de zêmarê aştiyane hikûm bike û deriyekî nû vebe hebe jî, lê mixabin Gûrê devbixwîn û Rehwerên hestîkoj ji ber tevlihevî û geşedanên ne ji rêzê, di warê fikr û ramanî de dixwazin bayê nîqaşan ji nava civaka gel wêdetir bidin hêla xwe û li ser medyaya civakî bidomînin.