9 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pêvajoya nû û jidilbûn

Ji ber ku pêvajoya nû vê yeke li mirovan ferz dike. Pêvajoyeke ne hêsan e, hest û ramanên bi dehan salan dirûv girtine ji nişkê ve nikarin bên guhertin, peresanek jê re lazim e. Divê mirov vê pêvajoyê bi mêjî û ruhê xwe bide xwarin, xwemalî bike.

Bi awayekî fermî di jiyana kurdan de pêvajo û paradîgmayeke nû ji 27ê Sibatê vir ve dest pê kir. Tevgera Azadiya Gelê Kurd weke destpêk 52 sal, weke partî 47 sal, weke şerê çekdarî 41 salan li Kurdistanê, Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn, pê ve girêdayî mohraha xwe li cîhanê xist. Bû sedema gelek geşedanên weke şoreşê, pir guherîn bi xwe re anîn. Şoreşa herî mezin ev e; di mêjiyê kurdan de zelalî û roniyeke wisa pêk anî ku tenê ne kurd, di tev herêm û cîhanê de şopên wê nikarin jê bên birin. Bi vê re dîroka kurdan ji binî ve guherand, kurd kirin xwedî dîrokeke şanaz û xwedî nasname. A din jî şoreşa mêjî ya ji bo qada jinan e ku li hemû cîhanê deng vedaye.

Li ser kakilê vê şoreşê paradîgmayeke nû di 27ê Sibatê de ji aliye rêberê PKK Abdûlah Ocalan ve hate eşkerekirin. Esasen vê paradîdmaya nû ev in; bi feshkirina PKKê û dawîanîna şerê çekdarî re pêşîvekirina siyaseta legal-demokratik û cihgirtin û xwebirêxistinkirina ji bo xebatên platforma legal û demokratîk. Ev yek ji aliye feraset, terz, rêxistinkirin û gelek qadan ve guherînên ku pernsîbên nû hewce dibine dihewîne. Yanî formateke nû, hînbûnên nû, têkilîdanînên nû, îtifaq û dîplomasiyeke nû ferz dike. Divê li gorî vê paradîgmayê her tişt ji nû ve bê avakirin, hîmê wê bê danîn.

Bi destpêka vê pêvajoyê re her derdorên pêre eleqedar li gorî têgihiştina xwe raman û nêrînên xwe diyar kirin. Her derdorekî li gorî çarçoveya fikr û ramanên xwe şayîş û fikarên xwe anîn ziman. Ên li dijî vê paradîgmayê ne jî yekser li dijî vê pêvajoyê sekinîn; ji aliyê tirkan ve jî, ji aliye kurdan ve jî. Lê belê ji her du aliyan ve yên ku bi kêfxweşî pejirandin û wate dane pirtir bûn.

Vê pêvajoyê çawa bandor li min kir, ez ê hinekî behsa wê jî bikim. Difikirim ku her kes bi awayekî jidil û samîmî li hember vê pêvajoyê li ser hest û ramanên xwe raweste, çawa ku erebeyên motorjen tên rektefekirin sekn û ramanên xwe rektefe bike. Ji ber ku pêvajoya nû vê yeke li mirovan ferz dike. Pêvajoyeke ne hêsan e, hest û ramanên bi dehan salan dirûv girtine ji nişkê ve nikarin bên guhertin, peresanek jê re lazim e. Divê mirov vê pêvajoyê bi mêjî û ruhê xwe bide xwarin, xwemalî bike. Bi min a herî samîmî ev e.

Heye ku mirovin di van demên wiha de êvarê xiristiyan razên sibê misilman rabin, her tiştî qebûl bikin. Lê mirovên wisa, ne mirovên dozan in, mirovên keysan in. Rastiyeke gerdûnî heye; kesên ku demildest qanî bibin, pêkan e ku demildest jî jê dûr bikevin, demildest dev jê berdin an jî esasen vê paradîgmayê li gorî xwe tehrîf bikin. Jixwe rastiyeke şênber heye; fikir zû nayên qebûlkirin, zû jî nayên berdan. Dema rabûna li pêvajoyeke nû pêkan e ku mirovin hebin li gorî meqam, kariyer û berjewendiyên xwe serkêşiya serdema nû bikin. Eger samimiyet tune be pê li serê her kesî, her tiştî bikin û riya xwe vekin. Dengê yên wisa zêdetir derdikeve, rê ji xwe rê vedikin. Rastiya vê dozê giran e, qanîbûn nebe barê paradigmaya nû jî nikare bê rakirin. Helbet ji bo her kesî nikare bê gotin lê ev rastiyeke giştî ye û bi pratîkê; bi rastî jî bi pratika PKKê bixwe ev yek misoger bûye. Di vê pêvajoyê de fikir, raman û hestên min wiha derketin pêş, hêvî dikim wiha nebe, ez şaş bim.

Bi rastî di 27ê Sibatê de bi daxuyaniyê re lerzek kete beden û ruhê min. Di raya giştî de hate nîqaşkirin. Ji wê rojê şûnde guhên me hîn bûn, ji ber ku bi heraret hate nîqaşkirin. Min di hişê xwe de bi tundî red kir. Ez tu car nefikirîbûm çek wê bên berdan, PKK wê xwe fesh bike, heqê federasyon, xweserî û xweseriya çandî wê nebe, siyaset û têkoşîn wê di çarçoveya qanûnên komarê de bên kirin. Ev yek ji hişê min re jî derbas nedibû.

Di roja 12 Gulanê de roj ji bo min sekini, sergêjiyê ez dîl girtim. PKKê bi awayekî fermî bi riya kongreya xwe, xwe fesh kir. Her çiqas guhên me hîn bûbûn jî heta wê gavê ev weke dibetî bû, texmîn bû, fikreke dilmeyî bû. Derbarê pêvajoyê de min bixwe agahiyên her kesî zanibûn zêdetir tiştek nizanibû. Lê tiştên ku me heta wê rojê bihîstibûn bûbûn şênber û bûbûn heqîqet, li holê bûn. Wê rojê bi bihîstina vê rastiyê re jixweber hêsrên çavên min xwe berdane xwarê. We tire bavê min hatibû kuştin. Rakirina derûniya wê rojê ji bo min ne hêsan bû. Ez weke ciwanekî kurd di 17 saliya xwe de bûm rêwiyê vê riyê. Bi çanda tevgera azadiyê mezin bûm, kemilîm û ketim riya kalbûnê. Min gelek rojên xedar, zehmet, bicoş, şanaz û serbilind di bin banê wê de derbas kirin. Min gelek tişt winda kirin, gelek tişt jî qezenc kirin. Kesayeta xwe, daneheva xwe, dirûvê jiyana xwe bi wê girt. Mîna bi milyonan mirovan riya şanaziyê, nirxên mirovahiyê PKKê ji min re vekir. Di bin siya îdamê de 21 salên min bi navê wê derbas bûn. Tev hêviyên me bi wê re bûn. Lê êdî PKK wê tune bûya. Ev ne hêsan bû, hesteke dijwar bû.

Ez pê bawer im, yek kadroyê PKKê jî beriya vê paradigmaya rêberê PKKê birêz Abdûlah Ocalan pêş xist bi tu awayî ev yek ji hişê xwe re jî derbas nekiribû. Wêneyê kongreya PKKê gelek zelal vê yeke dide xuyakirin. Bi feshkirina PKKê her kes xemgîn bû. Ev têgihiştina min e, dibe çavdêriyên min ne di cih de bin ji ber ku nikarim misoger li ser navê her kadroyekî fikir diyar bikim. Riyek hatibû vekirin lê ji bo organîzasyoneke ew qas mezin demildest bû, ji nişkê ve bû. Lê pêşengên partiyê, kadro û delegasyona kongreyê biryarên stratejik erê kirin, partî fesh kirin û dawî li şerê çekdariyê hate anîn. Ev biryar jî ne hêsan bû. Kongreya ku di wêneyan de şênber xuya dibû, 52 salên dîroka tevgera azadiyê tê de nisilîbûn. Wêneyekî dîrokî bû; xemgîn, şanaz, serbilind û waqûr: Bi min kurteya 5-7ê Gulanê ev bû.

PKK û kongreya PKKê di dawiya dawî de ev heqîqet nîşanî hemû mirovahiyê da: Hurmet û rêzdariya ku da rêberê xwe. Tenê ne ev bû… Helwest û sekna PKKê, nişana baweriyê ya kûrbûna paradigma û ramanwêriya rêberê xwe bû jî. Pirtir tevgerên cîhanê gava rêberên wan ketine zîndanan yan ew terikandine çarenûsa xwe yan jî ji rêbertiyê derxistine. Di noqteya dawiyê de jî PKKê mezintiya xwe nîşanî cîhanê da. Çawa ku heta îro nirxên giranbiha afirandin waqûr û şanaz bû, di dawiya rêxistinbûna xwe de jî ev pesend kir. Sazûmankarê partiye Abdûlah Ocalan bû. PKK girêdayî rêbertiya xwe ma, rêvebirina pêvajoyê dewrî birêz Abdûlah Ocalan kir, bi şanazî heqê xwe radestî dîroka Kurdistanê û mirovahiyê kir, bû malê dîrokê.

Pêşeng, kadro, endam û alîgirên PKKê piştî feshkirina PKKê wê ranewestin, dawiyê bi têkoşînê neynin. Wê li gorî paradigmaya nû xwe ji nû ve bi rêxistin bikin, pêşengtiyê ji civakê re bikin û di riya nû de jî bibin fedaiyên gele kurd.

Li gel ku weke rêxistin êdî tune be jî di heman deme de PKK bawerî ye, ruh e, têkoşîn e, jiyan e, çand e, wê di bîr û ruhê kurdan de bijî. Tu car nayê terikandin, jibîrkirin. Ew ruh wê di jiyana me de her tim hebe, bi me re, bi mirovahiya me re be.