7 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Pêvajoya guherîn û avakirinê

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Sala 2026an ji bo gelê kurd saleke wisa ye ku wê tê de hebûn an tunebûn nebe mesele, lê çawa jiyîn wê bibe mijara sereke. Heke siyaseta demokratîk bi wêrekiyeke mezin banga Rêber Abdullah Ocalan a aştiyê wekî bingeheke civakî bibîne, wê demê sala 2026an dikare bibe destpêka serdemeke nû ya azadiyê.

Ji serê sala 2025an ber bi destpêka 2026an ve, di siyaseta kurdî de pêvajoya guherîn û avakirinê yek ji mijarên herî sereke bû. Sala 2025an bi taybetî piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelek guherîn çêbûn û gavên girîng hatin avêtin. Di çarçoveya van gavan de, divê kurd di sala 2026an de ne tenê di qada siyasî, lê di hemû beşên civakî de xwe çawa birêxistin bikin?

Em saleke tije bi guherînên lezgîn, krîzên kûr û berxwedaneke civakî li pey xwe dihêlin. Sala 2025an ji bo gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn ne tenê saleke salnameyê bû, di heman demê de qonaxeke girîng a ceribandinê bû. Dema em gava xwe diavêjin sala 2026an, barê li ser milê siyaseta demokratîk hîn girantir e, lê derfetên çareseriyê jî hîn zelaltir bûne.

2025: di navbera krîz û hêviyê de

Di sala 2025an de, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê pirsgirêkên ji salên borî mabûn, gihîştin lûtkeyê. Siyaseta “ewlehîparêz” a dewleta tirk li her çar parçeyên Kurdistanê zextên xwe domandin. Lê belê, ev polîtîka ne ku tenê pirsgirêka kurdî çareser nekir, her wiha asêbûneke siyasî ya kûr jî bi xwe re anî.

Krîza aborî ya li Tirkiyeyê herî zêde bandora xwe li bajarên Kurdistanê kir; bêkarî, bihabûn û xizanî veguherîn pirsgirêkên civakî yên rojane. Li gel vê, polîtîkayên dewletê yên şerê taybet li nav civakê rê li ber pirsgirêkên mezin vekir. Di encama vê siyaseta qirêj de, sala 2025an bi taybetî ji bo ciwan û jinan saleke zahmet bû. Zextên li ser ziman û çanda kurdî vê salê jî berdewam bûn, lê li hemberî vê yekê hişmendiyeke xurt a parastina nasnameyê derket pêş.

2026 divê bibe sala çareseriya civakî

Ji bo ku sala 2026an nebe dubareya salên borî, divê di çarçoveya siyaseta demokratîk de guherînên radîkal çêbibin. Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo vê perspektîfa pêwîst datîne holê. Di vê mijarê de Tevgera Azadiya Kurdistanê gelek gavên girîng avêtin. Li vir ya girîng ew e ku divê li gorî pêdiviyên bangê gavên pêwîst ji aliyê dewletê ve werin avêtin.

Siyaseta demokratîk di vê pêvajoyê de divê ne tenê di nav çarçoveya parlamentoyê de bimîne. Pêwîst e bibe dengekî ku li kolanê, li kargehan û li nav malan bê bihîstin. Helwesta rast ew e ku tifaqên demokratîk bi gelên din ên Tirkiyeyê re (tirk, ereb, ermen, hwd.) bên xurtkirin da ku jiyana hevpar ne tenê dirûşm, bibe projeyek.

Komîsyona ku li meclisa Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka kurdî hatî avakirin, di sala 2026an de bi du rêyan re rû bi rû ye; an wê bibe komîsyoneke tenê li ser kaxezê ku demê dixwe, an jî wê bibe navendeke muzakereyên şefaf û rê li ber çareseriya demokratîk vebike.

Ji bo serkeftinê, divê ev komîsyon li hemû aliyên şer û aştiyê guhdar bike û ji bo destûreke bingehîn a nû ku nasnameya kurdî nas dike, gavan biavêje. Ji vî alî ve pêvajoya 2026an divê li ser bingeha hiqûqa wekheviyê were avakirin. Ji bo vê yekê êdî pêwîst e ku gavên berbiçav werin avêtin.

Pêşî divê dewleta tirk û gelên li Tirkiyeyê fam bikin ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo “Aştî û Civaka Demokratîk” ne tenê bangeke taktîkî ye, nexşeya rê ya stratejîk e. Ji bo ku ev bang veguhere pratîkê, divê li Kurdistan û Tirkiyeyê gavên pêwîst werin avêtin.

Di çarçoveya pêşveçûna pêvajoyê û gavên ku divê di sala 2026an de werin avêtin de jî pêwîstî bi gavên pêbawer heye. Bi taybetî ji bo ku diyalogek rasteqîn dest pê bike, divê kanalên ragihandinê yên bi Îmraliyê re bi temamî vebibin. Ji bo vê jî divê dewleta tirk pêşî Rêber Abdullah Ocalan weke muxatebekî nas bike û pênase bike.

Ya din jî di sala 2026an de divê kurd li her çar parçeyan li ser bingeheke hevpar a demokratîk li hev bikin da ku li hemberî guherînên Rojhilata Navîn bibin xwedî statu. Aştî ne tenê karê siyasetmedaran e; divê dayik, ciwan û rewşenbîr, yanî hemû beşên civakê di sala 2026an de bibin motora sereke ya pêvajoya aştiyê. Aştiyeke ku mafê gelan neparêze, tenê bêdengiya beriya bahozê ye. Aştiya rasteqîn bi demokrasiya herêmî û azadiya çandî pêkan e.

Sala 2026an ji bo gelê kurd saleke wisa ye ku wê tê de hebûn an tunebûn nebe mesele, lê çawa jiyîn wê bibe mijara sereke. Heke siyaseta demokratîk bi wêrekiyeke mezin banga Rêber Abdullah Ocalan a aştiyê wekî bingeheke civakî bibîne, wê demê sala 2026an dikare bibe destpêka serdemeke nû ya azadiyê. Di vê çarçoveyê de gava herî mezin a ku divê were avêtin, baweriya bi hêza gel û daxwaza aştiyeke birûmet e.

Gavên ku siyaseta kurdî di sala 2025an de avêtin nîşanî me didin ku ew dikarin di sala 2026an de mohra xwe ne tenê li siyasta Tirkiyeyê, li ya Rohilkata Navîn jî bidin. Di vê qonaxa girîng de ya divê were kirin ew e ku siyasetek hemû beşên civakê bigire nav xwe were bipêşxistin. Ger li ser vê perspektîfê siayseta kurdî were birêvebirin, ez bawer dikim ku wê sala 2026an ji bo kurdan bibe sala azadî û aştiyê ku bikaribin xwebûna xwe biparêzin.