2 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pêvajoya Civaka Demokratîk û peywirên demê

Dewlet li hemberî têkoşîna gelê Kurd dibêje, ‘Ez dixwazim pirsgirêkê bi rêyên aştiyane çareser bikim’. Rêber Ocalan jî dibêje fermo em bi rêyên demokratîk û mûzakereyê çareser bikin. Pênc mehin mûzakereyek didome.

Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan çend meh e bi Dewleta Tirk re pêvajoyekê dimeşîne. Ji roja hevdîtinan destpêkirye heta niha mijar bûye rojeva bingehîn a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. Dewleta Tirk piştî bi dawîkirina Pêvajoya Çareseriyê ya 2015an hewil da bandora Birêz Ocalan bi dawî bike. Tevgera Azadiyê îmha bike û pêvajoya tevkujiya gelê kurd temam bike. Ji bo vê şerekî berfireh meşand, hemû hêza xwe bikar anî û sûcekî ku li dijî mirovan nekirî nema.

Di encama deh salan de di pergala îşkenceyê ya Îmraliyê de Birêz Ocalan, li çiya şervanên azadiyê û li kuçeyan jî gelê kurd li berxwe da. Têkoşîn û berxwedaneke destanî hate meşandin û pêvajoya temamkirina tevkujiiya gelê kurd hate têkbirin. Di encama vê berxwadanê de Dewleta Tirk ji neçarî cardin çû ber lingê Birêz Ocalan û xwest ku pêvajoyeke nû bide destpêkirin.

Niha ev pêvajo dimeşe. Lê hebûna pêvajoyê nayê wateya ku her tişt çareser bûye û dê pêş bikeve. Di pêvajoyên wiha de şer û nîqaşên aştiyê, berxwedan û êrîşên dagirkeran bi hev re dimeşin. Heta êrîşên serdestan û berxwedana bindestan herî zêde di van pêvajoyan de derdikeve asta jor. Bi vê boneyê îro jî dagirker li Rojava, Qadên Parastina Medyayê û li Bakur bi her awayî êriş dikin. Heta ji bo êrişên mezintir jî amadekariyan dikin.

Bi vê sedemê divê kes xwe nexapîne. Bi hişmendiya, “Pêvajo heye, êdî dê aştî çê bibe” tevgerîn xwe xapandineke gelek mezin e. Her wiha divê em bi hişmendiya, “tiştek ji mizakereyên bi dewletê re dernakeve, dewlet li dû lîstikan e” jî tevnegerin. Her tişt girêdayî têkoşînê û berxwedanê ye. Divê em hem bi her awayî rêxistinbûna xwe zêde bikin û amadekariyên têkoşîn û berxwedaneke mezin bikin hem jî mûzakereyan bi dewletê re bimeşînin.

Eger mûzakerayan encam da, em ê jî sazî, pêkhate û rewşa xwe li gorî encamên derketine holê cardin binirxînin û teşeyeke nû bidinê. Ku mûzakere encam nedin jî divê em têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin. Di her rewşê de têkoşîn ji bo parastina hebûnê û jiyana azad jêneger e. Doza gelê kurd çareser bibe jî divê rêxistinibûyîn û têkoşîn ji her demê zêdetir bê meşandin. Ji ber ku dewleta herî bi hêz ya cîhanê jî dema dest ji têkoşînê berde dê têk biçe. Gelê herî bi rêxistinkirî yê cîhanê jî dema tênekoşe, di demeke kin de dê azadiya xwe ji dest bide.

Îro dewet li hemberî têkoşîn û berxwedana gelê kurd a destanî dibêje, “Ez dixwazim pirsgirêkê bi rêyên aştiyane çareser bikim”. Rêberê Gelan Ocalan jî dibêje fermo em bi rêyên demokratîk û mûzakereyê çareser bikin. Ev pênc mehin mûzakereyek didome. Her kes li gorî xwe encamekê derdixe. Dewlet bi şerê psîkolojîk û taybet dixwaze pêvajoyê li gorî berjewendiyên xwe bi teşe bike.

Hin derdorên qaşo kurd in û li ser navê kurdan tevdigerin, di deh salên dawiyê de li gorî polîtîka û berjewendiyên dewletê meşiyane jî êrişî Rêberê Gelan û Tevgera Azadiyê dikin. Ev derdor, tekane derdê wan ew e ku miaşekî ji dewetê bigirin. Tu carî rastî zexta dewletê nehatine. Lê li gorî vê yekê jî di tevahiya dîroka xwe de nekarîne komeleyekê jî ava bikin û gotinekê ji bo gelê kurd bibêjin. Lê li ser daxwaza dewletê sibê heta êvarê êrîşî nirxên gelê Kurd û tevgera azadiyê dikin. Li ser vê bingehê hin wezîfeyên bingehîn ên vê pêvajoyê hene.

Yek; Divê gelê me li hemberî şerê psîkolojîk û taybet ê dewletê gelek baldar be. Guh nede rayedar û çapemeniya wan a şerê taybet.

Dudu; Kesên xwe wekî Kurd nîşan didin û qaşo li ser navê kurdan tevdigerin perçeyekî şerê psîkolojîk ê dewletê ne. Secereya wan bikolin tev memûrên dewletê ne û tiştên dewlet ji wan dixwaze dikin û dibêjiin. Divê li dijî van gelê me baldar be.

Sisê; Bandora bangawaziya Birêz Ocalan li cîhanê deng veda û ji niha ve gelek derfet derxistin pêşiya sazî, dezgeh û gelê Kurd. Ev; derfetên dîplomasî û rêxistinbûnê ne. Ji bo wê divê sazî, dezgeh û pêkhateyên me ji her demê zêdetir bixebitin û rêxistnibûna xwe mezin bikin.

Çar; Di van deman de gelek caran rewşa rehavetê derdikeve holê. Ev talûkeya herî mezin a li pêşiya me ye. Pêwist e em talûkeyên li pêşiya xwe bibînin, li dijî talûkeyan tedbîran bigirin û li ser bingeha derfetên ku Birêz Ocalan afirandîne avantajên heyî heta dawiyê bikar bînin.

Pênc; Divê em li hemberî nakokî, gotegot û piştgotinên ku şerê taybet dixe nav sazî û gelê me têkoşîna îdeolojîk mezin bikin. Hêza xwe ne ji bo nakokiyên çêkirî yên hundirîn, ji bo mezinkirina rêxistinê bikar bînin. Em dikarin van xalan zêde bikin. Lê ji bo tecrûbe û daneheva me ya pêvajoyê fam bike têra xwe heye. Ya girîng ew e ku li şûna em bisekinin ka dewlet dê çi bide me zêdetir pêwist e ku em derfetên Birêz Ocalan afirandîne ji bo mezinkirin û bi destxistina destketiyên nû bikar bînin. Divê em xwedî li peywirên xwe yên demê derkevin, rêxistinê mezin bikin, têkoşîna îdelojîk bilind bikin, destketiyan mezin bikin û xwedî li nirxan derkevin.  Banga Birêz Ocalan ji niha ve bi derfetên afirandîne têra xwe pêşiya sazî, dezgeh, rêxistin û gelê Kurd vekiriye. Divê pêşiyê ev bê dîtin û ev derfet baş bên bikaranîn.