26 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pêvajoya çi halê çi

Niha jî dibêjin pêvajoyeke nû dest pê kiriye. Ya rast nav jî lê nakin ne dibêjin pêvajo heye û ne navekî din lê dikin.

Dema mirov bala xwe bide daxuyaniyên rayedarên Dewleta Tirk hevoka pêşî ya tê hişê mirov ev e: “Pêvajoya çi halê çi”.

Kesên ku wiha difikirin ne ku dilê wan ê çareseriyê pirsa kurd a bi riya aştî û diyalogê tune ye. Berevajî wê yekê herî zêde kurd çareseriya bi riya diyalogê û aştiyeke bi rûmet dixwazin.

Jixwe aliyê kurd ne ji îro de ji salên 90 de bi dehê caran ji bo riya diyalog û çareseriya aştiyane vebe gavên berbiçav û bangên ji bo çareseriya demokratîk kirine. Lê mixabin hemû bangên kurdan bi şer û devê tivingê hatine bersivdan.

Rayedarên Dewleta Tirk ev banga kurdan herdem bi gotinên (li wan teng bûye, qels bûne û çend kes mane em ê wan biqedînin) bersiv dane lê herdem di wê israra xwe ya şer de hesabên wan ê der û malê li hev rast nehatine.

Di daxuyaniyê rayedarên Dewleta Tirk de gotinên wekî ” wê çekan deynin, çekan daneynin em ê wan û çekên wan tune bikin”. Di heman demê de dîsa şandeyek ji bo hevdîtina bi serokê PKKê Abdullah Ocalan re amade kirine û çendî nav lê nekin dîsa pêvajoyeke diyalogê dest pê kiriye. Lê gotin û daxuyaniyên rayrdarên dewleta tirk tu têkiliya wan bi çareserî û diyalogê re tune ne.

Heke bi rastî pêvajoyek hebe divê berî her tiştî rayrdarên Dewleta Tirk wî zimanê xwe yê êrîşkar biguherînin. Divê berî her tiştî zimanê medyaya xwe ya alîgir biguherînin.

Hinek dibêjin ku wî zimanê xwe ji bo qayilkirina derdor û alîgirên xwe dikin da ku vê pêvajoyê bi wan bidin qebûlkirin.

Lê tiştê ku tê kirin berevajî wê yekê ye ew zimanê nefret û dijminahiya kurdan dê ne çareseriyê bi xwe re bîne ne jî fikir û ramanê alîgirên wan biguherîne.

Ew zimanê kîn û nefretê dê tu feydeyê ne li kurdan ne jî li tirkan bike. Tenê wê hestên dijminahiyê zêdetir bike.

Çawa ez ê bawer bikim ku daxwza çareseriyê heye û her roj tu êrîşî xuşk û birayên min ê li Rojava dikî.

Çawa ez ê bawer bikin ku niyeteke çareseriyê heye û tu berê balafirên xwe bidî xuşk û birayên min ên li Rojavayê Kurdistanê.

Heke bi rastî pêvajoyek hebe divê beriya hertiştî serokkomar Tayip Erdogan zimanê xwe yê êrîşkar û dijminane biguherîne.

Herwiha zimanê medyaya xwe ya alîgir biguherîne. Dijminahiya bi xuşk û birayên me yên Rojava bidawî bike û rêzê ji mafên wan ê rewa re bigire.

Nabe ku ew li Bakur behsa diyalog û çareseriyê bikin û li Rojava dijminahiyê bikin.

Dijminê birayê min tucaran dê nebin dost û hevalê min.

Ez jî wekî her kurdekî li ser rûyê erdê ji dil û can alîgir û fedakarê aştiyeke bi rûmet û çareseriyeke bi riya diyalogê me lê li ser bingeheke rast û dirust, ne bi xap û fen û hîleyan.

Piraniya kurdan li her derê û bi taybetî li bakurê Kurdistanê wiha texmîn dikin ku ev “pêvajo” ji tirsa destkeftiyên kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê û bi armanca pêşîgirtina li wan destkeftiyan, hatiye destpêkirin.

Lewre tevgera gelê kurd jî di vê ferqê de ye û aşkera dide xuyakirin ku ew qebûl nakin ku li vir behsa çareseriyeke aştiyane were kirin û li dijî Rojava şer û pevçûn hebe.