11 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pêvajo, dagirker û zimanê dagirkeran

Wezîrê karê derve yê Tirkiyeyê wekî mozan li her derê qaşo dîplomasiyê dike, li dijî kurdan lobiyan ava dike û bi rêya vê dîplomasiyê gefan li rêxistinên kurdan dixwe. Tevgera Azadiyê li Kurdistanê wekî “dagirker” bi nav dike û vê yekê piştî her civîna xwe bi lêv dike. Vêca pirsa girîng ev e ku “kî li Kurdistanê dagirker e?”

Rojeva siyasî ya li Rojhilata Navîn germ e. Jixwe tişta tê dîtin jî ew wê stratejiyên sedsala pêşiya me li gorî vê rojeva germ bên diyarkirin. Lewra her hêz û rêxistinên li vê herêmê ji bo destên xwe xurt bikin bi hemleyên nû xwe tevlî vê rojeva germ dikin. Di serî de hêzên wekî Amerîka û Îsraîlê her wiha dewletên wekî Tirkiye, rejîma nû ya Sûriyeyê û welatên bendavê bi hemleyên xwe dixwazin bibin xwedî rol û mîsyon. Bêguman kurd û rêxistinên kurdan jî di nav hewldanên mezin de ne ku bêstatûbûna kurdan ji holê rabe û weke sedsala borî careke din kurd nemînin bêstatû. Lê belê dewletên wekî Tirkiye û Sûriyeyê hemleyên xwe li dijî kurdan dikin. Her gava rayedarên van dewletan diavêjin ji bo bêhêzkirina kurd û rêxistinên kurdan e. Di esasê xwe de, ev dewlet di bêstatûbûna kurdan de israr dikin. Lewra gelek tawîzan didin hêzên navneteweyî. Ji ber vê yekê ye ku bi taybetî wezîrê karê derve yê Tirkiyeyê wekî mozan li her derê qaşo dîplomasiyê dike, li dijî kurdan lobiyan ava dike û bi rêya vê dîplomasiyê gefan li rêxistinên kurdan dixwe. Taybetî jî Tevgera Azadiya Kurdistanê, li Kurdistanê wekî “dagirker” bi nav dike û vê yekê piştî her civîna xwe bi lêv dike. Vêca pirsa girîng ev e ku “kî li Kurdistanê dagirker e?”

Bêguman bersiva vê pirsê zelal e, lê belê mirov dikare careke din zelaltir bike. Ji devera kurd lê dijîn re Kurdistan tê gotin ku ev rastî û heqîqet e. Kesên bi darê zorê ango bi çek, tang û balafiran û her wiha bi qetlîam û qirkirinan li Kurdistanê ne, dewletên Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê ne. Ango ev dewlet li Kurdistanê ne rewa ne, kesên li ser axekê ne rewa bêguman dagirker in. Van dewletan sedsal berê bi alîkariya hevkarên xwe welatê kurdan di nav xwe de parçe kirin û kurd bêstatû hiştin. Heman tiştê dixwazin ji bo sedsala pêşiya me jî bikin, lewra çi tê ber devê rayedarên van dewletan dibêjin û ji bo deskeftiyên kurdan tune bikin jî ji tiştekî texsîr nakin. Pêşengiya van jî rayedarên dewleta tirk dikin; geh baz didin Bexdayê, geh diçin Şamê û geh jî diçin ber lingên Trump û ji Trump rewabûnê dixwazin. Ev hêzên li ser axa Kurdistanê ne rewa ne, rewabûna xwe li derve ber lingên hêzên navneteweyî digerin. Ji bo vê jî bi her awayî piştgirî û hevkariya hev dikin. Bi taybetî jî Tirkiye û rejîma bermahiyên DAIŞê li ser bêstatûbûna kurdan li hev dikin. Ji ber ku bêyî hev ti gavan navêjin û jixwe heke rojeva germ a Rojhilata Navîn û têkoşîna gelê kurd destûr bidaya van her du rejîman, wê ji zû de li dijî deskeftiyên kurdan êrişên tunekirinê pêk bianiyana.

Divê êdî dewletên dagirker fêm bikin ku hemû polîtîkayên wan ên bişaftin, qirkirin û tunekirinê li Kurdistanê têk çûn ango hemû polîtîkayên wan rastî benda têkoşîn û berxwedana gelê kurd hatin. Lewra ya baş ji bo wan ev e ku bi rastî û heqîqata kurdan re rûbirû bibin. Di nav vê rojeva germ de wê nikaribin careke din kurdan bêstatû bihêlin. Tevî hemû tawîzên didin hêzên navneteweyî jî wê bi ser nekevin. Ew jî vê yekê baş dizanin ku bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re pêvajoya aştiyê didin meşandin. Wekî alternatîf vê pêvajoyê di destên xwe de digirin. Heta ji wan tê, pêvajoyê dirêj dikin û gavan navêjin. Sedema gavneavêtina wan bêguman li qulpan digerin ku dagirkeriya xwe bidomînin. Helbet ev ji hêla kurdan ve ne hêsan e. Lê belê êdî kurd dikarin li aliyekî pêvajoya aşitiyê/mûzekereyan bimeşînin, li aliyê din jî li hemberî dek û dolabên dagirkeran baldar û hişyar bin.

Rayedarên dewleta tirk tevî rewş/pêvajoya çareseriyê jî gefên xwe li ser kurdan kêm nakin. Ango hê jî kurd û Kurdistan di bin êriş û gefên rayedarên tirk de ne. Bêguman ev zimanê êrişkar ti sûdê nade pêvajo û rewşa heyî. Lê em dizanin ku derdê wan ne pêvajo ye ku bidomînin. Li kêleka vê pêvajoyê bi dehan plan û proje danîne pêşiya xwe. Ji bo van plan û projeyên xwe pêk bînin jî vê pêvajoyê jî wekî amûreke kêrhatî bi kar tînin.

Birêz Ocalan û Tevgera Azadiyê ji gelek hêlan ve bi taybetî jî bi gavên şênber plan û projeyên wan pûç kirin. Lewra êdî ne rayedarên dewletê her wiha muxalefetê, rojnamegerên qaşo demokrat û heta mirovên kolanê li dijî civaka kurd zimanekî qirêj bi kar tînin û dibêjin kurdan “hedê xwe bizanibin’’. Derûniya wan serobin bûye û çi tê ber devê wan divereşin. Li ser meselê Ozgur Ozel kurdan bi ‘Sendroma Stockholmê’ sucdar dike. Celadbûna xwe tîne bîra kurdan. Bêguman em kurd dizanin ku hûn û pergala we bi tevahî kujerên kurdan in. We û pergala we bi sedhazaran kurd qetil kirine û yek ji we jî di vê mijarê de ne paqij e. Lewra êdî dilê kurdan ji gotinên we yên beredayî dixele. Bela xwe ji van gotinên beredayî berdin. Êdî hûn û hemû dinya jî dizanin ku kurd ne kurdên berê ne ku guh bidin van gotinên we yên têrguneh, bêzarkar û dilxelok. Êdî rastî şilfîtazî li holê ye û em kurd celadên xwe baş nas dikin. Ji ber vê jî divê rayedarên dewleta tirk pêşî zimanê xwe biguherînin û her wiha zimanekî çêker li ser xwe û çapemeniya xwe ferz bikin. Ango divê ew wêrektiya xwe nîşan bidin û hebûna kurdan û statûya Kurdistanê qebûl bikin. Êdî divê fêm bikin ku kurd bi dek û dolaban nayên xapandin. Çawa li xwe mikûr tên û bi celadbûnê hev sucdar dikin, divê fêm bikin ku tirk ne efendiyê kurdan û kurd jî ne xulamê dewleta wan in.

Bi kurt û kurmancî, êdî em kurd bi dengekî zelal, aşkere û bilind dibêjin ku em kurd in, welatê me heye û navê welatê me Kurdistan e. Em êdî bêstatûbûnê û bênasnametiyê qebûl nakin. Lewra divê hemû dagirker ku rêxistinên kurdan li ser xaka Kurdistanê wekî dagirker bi nav dikin, kurdan wekî kurd bi nav bikin û statûya kurdan qebûl bikin. An jî wê rastî û heqîqata kurd û Kurdistanê her tim li ser pişta wan bar be. Wê kurd û Kurdistan bibin bela serê wan heta azadiyê. Êdî divê dagirker fêm bikin ku leşker, tang, top, karmend û her çi yê wan li ser xaka Kurdistanê heye, li welatê me dagirker in û cihê wan li welatê me nemaye. Em ji we re bi aşkere dibêjin ku an hûn ê li ser maseyê statûya kurd û Kurdistanê qebûl bikin, an jî bi rêya têkoşîn û berxwedanê em ê her tim bela serê we bin. Êdî hûn kîjanê tercîh bikin, em amade ne.