28 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pêşwazîkirina 25ê Mijdarê ji bo mêran rûreşî ye

Jinan li gelek deverên cuda 25ê Mijdarê bi çalakiyan pêşwazî kirin. Lê ji bo mêr (mêrperestiyê) lidarxistina rojeke bi vî awayî rûreşî ye!

25ê Mijdarê Roja li dijî Tundiya li Jinan a Navneteweyî ye! Helbet li dijî hemû neyîniyên ku şayanî mirov û mirovahiyê nîn in lidarxistina rojên bi vî awayî watedar û divê ye. Lê ji bo mêr (mêrperestiyê) lidarxistina rojeke bi vî awayî rûreşî ye! Divê ku mejiyê mêrperest şerm bike. Ji bo jinan jî, wekî mamosteya xwezayî ya civakan kêmayîna kêmkirina vê rûreşî û şerma mêrperest kêmasî ye. Mirov kîngê ji ajalan cihê bûye? Lê divê em ajalan jî sûcdar nekin. Di giraniya ajalan de tundiya zayendî tune ye. Ev sosretî û rûreşî taybetmendiya mirovan û hişmendiya mêrperest e. Gelek sedemên wê yên dîrokî, fîzîkî, derûniya bedenî û binhiş a mirov, bawerî, civaknasî û hwd. hene. Taybetmendiyên şer ên derûniya dîrokî, sedemên aborî (pêve girêdayî), zêdeberhemî, heya dewletê cûreyên rêxistinên kastî, çînî û hwd. çend sedemên vê rûreşiyê ne. Reşkirin û hilweşîna baweriyên dualîstî(piranî li ser hevsengiya jin û mêr in) û pêşketina dînên yekxwedayî jî di vir de xwedî rist in. Feodalîzma Heyama Navîn jî di vir de bandoreke neyînî pêk aniye ku yek bi yek dahurandina vana ji bergeha vê nivîsê der e.

Vana bi tenê sedemên dîrokî ne. Wekî ku li ser vana pêş ketiye, pergala kapîtalîst û modernîzma şoreşa sanayiyê jî têra xwe di vir de xwedî rist in. Hişmendiya lîberal ku civakbûna heyî jî ji hev de xist, jinan wekî çîna herî jêr a bindest di nava çerxên pergalê de perçiqand. Hişmendiya desthilatdar a ku dagirkirina hemû dinyayê ji xwe re kiribû nexweşiyeke armancî, herî zêde jinan û civaka wê perçiqand. Di binê van nav û nîşaneyên bîrdozî, civaknasî, bawerî û hwd. de jinên welat û rêxistinên serdest, li hemberî yên bindest bi giranî yan bêdeng man an jî nikarîbûn dengê xwe derxin. Di encamê de ev pêla rûreşiyê bû pergala sereke ya dinyayê ji aliyê hişmendiya desthilatdar a mêr ve.

Ji bo bidawîkirina vê rûreşiyê helbet rêxistinbûneke mirovî, xwezayî û gerdûnî ya pêşketî bi felsefe û feraseteke li gorî pêwîstiyan hewce ye. Lê divê ku wekî kesayetî û mirovî jî herkes (mêr û mêrperest) bikarîbe ji xwe bipirse bê ka ez di kuderê vê rûreşiyê de cihê xwe digirim! Wateya wekheviyê çi ye? Cudahiya zayendî ya erênî divê çawa were fêmkirin û bikeve meriyeteke pêşketîtir? Ji baweriyan bigre heta felsefeyan gelek raman û pêkanîn divê ku cardin cardin werin dahurandin û hişmendiya desthilatdar a mêr û mêrperest ji navê were veçinandin û vemirandin. Bêyî ku li ser vana bi qasî pêwîstiyan were sekinandin, lûrbûna di nava veguherbaziya aboriya teknolojiyê ya sermayeyê de ji robotên ku mirov ji bo pêşerojê ji wan ditirsin re hewcedarî  nehîştine, mirovên bi vê rewş û nemûşî di nava robotbûna herî xirab de ne. Hişmendiya mêrperest êdî robot in bi vî awayî. Li aliyekî jî hejmareke pir hindik a jinan ku rûyê reklamên pergalê ne û bi vî awayî ji aliyê aborî ve tên têrkirin (helbet divê ku bi qasî mêr azadiya aborî ya hemû jinan hebe), wekî jina azad a nemûşî tên pêşkêşkirin (vana jî bi giranî ji aliyê jiyanê ve ji aliyê mêrên hevsengên xwe ve di binê zextan de ne) ku bi awayê perdeyên li ser jinên di nava pergalê de tên perçiqandin bikar tên. Hiqûqa hemdem her çi qas li ser kaxiz wekheviya zayendî derxe pêş jî, bes nemûşa ristî ya ji ser ve tê pêşkêşkirin di meriyetê de jiyaneke din radixe ber çavan. Dîsa li giraniya welatên Rojhilata Navîn ku di binê bandora dîn û terîqetên ji Heyama Navîn mane de ne, rewşa jinan hîna wêran e. Tevgera Azadiya Kurd ku bi têkoşîna xwe ya bi dehan salî di vê hêlî de hestiyariyeke girîng ava kir jî, bes hîna li welatê me ji ber van sedemên li jor hatin vekirin (û gelek sedemên din) di mijara azadiya jinan û civakê de kêmasiyên girîng xwe didin der.

Bi hêviya ku em êdî qala lidarxistina rojên bi vî awayî nekin. Bi hêvî, raman û meriyeta ku rûreşiya mêrperest a ku dibe sedema van şerm û rûreşiyan ji holê were rakirin, 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinan a Navneteweyî bibe sedema jiyaneke azad û watedar.