12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

AKP-MHP pêşnûmeya DEM Partiyê ya ji bo ziman red kirin

DEM Partiyê têkildarî pirsgirêkên zimanê dayikê û perwerdeyê 7 pêşnûme dabû Meclisê û her 7 pêşnûme jî di heman rojê de bi dengên AKP-MHP’ê hatin redkirin

Hevdîtinên Pêşniyarqanûna Bûdçeya Rêveberiya Navendî ya 2025’ê ku bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan pêşkeşî Serokatiya Meclisê hatiye kirin, li Komîsyona Plan û Bûdçeyê didome. Bûdçeya Wezareta Perwerdeyê ku trîlyonek û 452 milyar lîre ne, şevê din bi dengên AKP-MHP’ê hate qebûlkirin.

Di dema hevdîtinên bûdçeyê de DEM Partiyê di serî de zimanê dayikê, têkildarî pirsgirêkên perwerdeyê 7 pêşnûme pêşniyar kir lê tevek jî hatin redkirin.

Yek ji pêşnûmeyan ew bû ku DEM Partiyê dixwest ji bo perwerdeya zimanê dayikê 100 milyar TL bûdçe were veqetandin. Di pêşnûmeyekê de jî DEM Partiyê xwest danekê xwarinê li dibistanan bêpere bidin xwendekaran. Her wiha DEM Partiyê têkildarî xwendekarên astengdar û tayînkirina mamosteyan jî hebûn.