12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêşîgirtina şerê taybet rêxistinkirin e

Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya HDP’ê Bahar Karakaş Ûlûg, diyar kir ku di hedefa şerê taybet de jin û ciwan hene û ji bo pêşîgirtina  şerê taybet berpirsiyariya herî mezin a rêxistinkirinê dikeve ser milê partiya wan

Dewlet ji bo berjewendiyên xwe li dijî hev şer dikin û dixwazin bi rêbazên cuda hev têk bibin. Ji bo vê armanca xwe jî dewlet dixwazin civakê di nav sînorên wan de dijîn bikin bin kontrola xwe û li ser civakê şerê taybet ferz dikin. Dewlet li gorî vê polîtîka diafirînin û hewl didin hemû çand, bîr, bawerî û neteweyên cuda di nav hev de bihelînin û bikin yek. Îro li Kurdistanê AKP û MHP’ê jî li gorî vê tevdigerin û bi polîs, cerdevan û leşkeran di nav vê hewldanê de ne. Di vê çarçoveyê de jî hedefa wan a destpêkê jin û ciwanên kurd in.

Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya HDP’ê Bahar Karakaş Ûlûg, der barê polîtîkaya şerê taybet ku ji aliyê AKP-MHP’ê ve li dijî civakê tê meşandin de nirxandinan kir. Ûlûg, diyar kir ku şerê taybet di sedsala 21’emîn de gihîştiye asta herî bilind û wiha got: “Em îro dibînin ku dewletên cîhanê çawa şerê taybet li dijî gelên kêmnetew dimeşînin. Li Tirkiyeyê ev yek gihîştiye qonaxeke din. Dema em li Tirkiyeyê dinêrin, tacîz û destadirêjiya li dijî jinan ku bi taybetî ji aliyê leşker û polîsan ve tê kirin, ji aliyê dewletê ve tên paşguhkirin. Pêvajoya darizandinê heye lê cezakirin tuneye. Dûrxistina ciwanan a ji zanist, huner, estetîk û werzîşê polîtîkayeke şerê taybet e. Fûhûş, bikaranîna hişbirê û bazara wê pir zêde bûye. ji ber ku dînamîkên civakê ne jin û ciwan dibin hedefa pergalê. Bi taybetî jin dibin hedef, ji ber ku çanda pêşerojê diafirînin.”

Aramanca mecbûrîkirina dibistanên seretayî

Ûlûg, xwest ku jin û ciwan nekevin xefika lîberalîzm û kapîtalîzmê û wiha axivî: “Di ruhê lîberalîzmê de têgihîştina xwe rizgarkirina bi xwendinê heye. Di sala 1920’an de ji aliyê dewletê ve polîtîkayek cûda dihat meşandin. Wê demê rayedarekî serdemê bi sedema ku bikaribe tavilê mudaxeleyî serhildanên pêk bên bike dibêje, ‘Ez li Kurdistanê ji vekirina dibistanan bêtir, çêkirina rêyan baştir dibînim’. Piştî demeke kurt dewlet dibîne ku ev polîtîka têrê nake û giraniyê dide vekirina dibistanan. Em vê yekê êdî li gundan jî dibînin. Armanca mecburîkirina dibistana seretayî ew e ku zarokên keç, jinên kurd ên pêşerojê ava dikin, zimanê xwe ji bîr bikin. Ev dibe sedema asîmîlasyoneke ciddî.”

Xebatên TJA’yê yên li dijî şerê taybet

Ji bo pêşîligirtina vê polîtîkayê Ûlûg, destnîşan kir ku berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê partiya wan û ev tişt got: “wiha pêde çû: “Divê partî ciwanan di bin banê xwe de bi rêxistin bike û wan ji vê xefikê dûr bixe. Derî bi derî bigerin girîngiya ziman vebêjin û li ser van semîneran bidin. Edî bûye ku li gundan jî zimanê tirkî tê axaftin. Ji ber ku pêşerojê ava dikin divê jin xwe ji xefikên bi vî rengî dûr bixin. TJA’yê li Riha û Şirnexê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî ber bi azadiyê’ ve starta kampanyayê da. TJA ji lîstikên ku li dijî jinan tên organîzekirin haydar e û di çarçoveya kampanyaya xwe de wê bi jinan re pêşî li van lîstikan bigire.”

Tunekirina neteweyekê

Ûlûg, bi lêv kir ku tayînkirina qeyûman jî rêbazeke şerê taybet e û vê der barê de ev nirxandin kirin: “Ji bo ku şaredarî nikaribin xebatên jin, ciwan û taxan bimeşînin bi zanebûn qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Ji ber ku xebatên şaredariyan ji bo hişyarkirina jin û ciwanan bûn bi tayînkirina qeyûman re piraniya xebatan rawestand. Ev tayînkirina qeyûman jî parçeyek ji polîtîkaya şerê taybet e. Ji bilî vala derxistina leyîstikên pergalê tu çareya me tuneye. Nexwe wê neteweyeke 50 milyonî ji aliyê çar dewletan ve li ber çavên me were tûnekirin.”