7 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Pêşî li Sûriyeyeke demokratîk vekin’

Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal têkildarî komkujiyên li dijî elewiyan daxuyanî da.

HTŞ di 27ê mijdara 2024an de li dijî desthilatdariya Beşar Esad dest bi êrişeke kir. Di 8ê kanûna 2024an de HTŞ ket Şamê û Şam dagir kir. Piştî HTŞê Şam dagirkir li herêmên ku elewî lê dijîn, komkujî kirin û bi hezaran elewî kuştin. Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê, bi raporek belge kir ku ji kanûna 2024an heta mijdarê 221 sivîl hatine kuştin, 89 kes hatine revandin. Di rojên dawî de li Humusê alozî zêdetir bû û çekdarên Hikûmeta Demkî ya Şamê dîsa li dijî elewiyan dest bi komkujiyan kirin.

Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal têkildarî êrişên li ser elewiyan li avahiya xwe ya navçeya Rezanê daxuyanî da. Rêveberên şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal ya Amedê, hevserokên DEM Partiya ya rêxistina Amedê, endamên Egîtîm-Sena Amedê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê pankarta “Ji komkujiya gel û baweriyan re ya li Sûriyeyê pêk tê bêje na” vekir. Daxuyanî ji aliyê hevseroka şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Ayfer Artan ve hat xwendin.

Ayfer Artan diyar kir ku bi destê emperyalîzmê tê xwestin Rojhilata Navîn were dizayn kirin û wiha axivî: “Îro HTŞ bi alikariya emperyalîstan hatiye li ser desthilatdarita Sûriyeyê. Piştî Colanî desthilatdariyê girt li dijî elewiyan dest bi komkujiyê kir. Lê tevahî van kuştina cîhan bêdeng e. Li Sûriyeyê elewî ber bi çavên tevahî cîhanê tên kuştin. Li dijî komkujiyan gelek dewlet piştgiriyê dide û HTŞê meşrû dike.

Di rojên dawî de êrişên li ser elewiyan zêdetir bûye. Em li vir dibêjin ku tu carî bêdeng namînin. Em bang gelan dikin li dijî komkujiyê bêdeng nemînin, hevkarê komkujiyê nebin. Bila korîdora alîkariyê were vekirin û alîkarî bigihijê elewiyan. Bang tevahî dewletan dikin alîkarî nedin kujer Colanî û pêşiya Sûriyeyeke demokratîk vekin.”