8 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pêşeroja civakê ciwan in

Serhad Elegez

Ciwanên xwe serbest berdin bila xizmeta siyaset û çanda kurd bikin. Ciwan jî dibê xwe ji bo pêşerojê erkdar bibînin, li welat xwedî derbikevin.

Her civak pêşeroja xwe ji bo hilde garantiyê ciwanên xwe li ser çand û hunerê baş perwerde dike. Dewletên dagirkeran pêşeroja gelên di bin destê xwe de, bide reşkirin ser ciwanan pir disekinin. Aliyê aborî de her zehmetî dertînin. Ji ber ku ciwan nikarin debara xwe bikin cîh û warên xwe bihêlin û derin welatekî din bixebitin. Ciwanên ku diçin xebatê êdî venagerin. Dayik û bavên wan li gundan dimînin heta dimirin. Ji ber wê her ku diçe şênî li gund kêm dibin. Gelek gund jî ji aliyê dagirkeran ve hatine valakirine. Armanca dijmin demografya Kurdistanê biguherîne ye. Dewleta Tirk li rojavayê Kurdistanê Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê dagir kiriye û li şûna kurdan çeteyên DAIŞê bi cih kirine. Li başûrê Kurdistanê herêma Behdînanê ji sedî bêhtir gund ji aliyê Dewleta Tirk û mala Barzanî ve hatîne vala kirin.

Dagirkerên Kurdistanê ji bo ciwanên kurd tev li xebatên Azadiya Kurdistanê nebin bi rêya îstîhbaratê ve wan hînê karê hişbirî dikin. Li bakurê Kurdistanê temenê hişbir kişandinê daketiye 12 saliyê. Bi zanebûn di nav kurdan de madeyên hişbir didin belavkirin. Ciwanekî ketibe rêya madeya hişbirê êdî kêrê xwe nayê, nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Bi taybet kesên ku MÎTê eyer kiriye diçin ber dibistanan madeyên hişbirê difiroşin şagirtan. Ciwanên kurd yên bûne penaber li  Ewropa pir kirmînal bûne. Dewleta Tirk wan li Ewropayê jî rehet bernade. Dewleta Tirk leçûna xwe ya karê qirêj piranî bi firotina madeyên hişbir bi dest dixe. Ewropî dizanin, çima li ser nasekinin ew jî bi serê xwe nakokî ye.

MÎT a Tirka,ciwanên malbatên welatparêz û zarokên wan tev li gerîlla bûne xwe nêzîkî wan dike ji bo xistinê.Vîdeoyê wan dikişîne hemberî wan kar tînin.Giranî ciwanên jin mina kesekî lê hezdikir xwe dide xuya kirin.Ev jina ciwan nizane ew kes endamê MÎT ê ye.Ev kesana şandibûn nav gerîlla jî demê eşkere dibe Rojtv de ser navê leyîstoka jehrê hate weşandin.Şiyariyek daye malbatên Kurda zarokên xwe xwedî derbikevin.

Li hinek malbat jî ji bo zarokên wan tev li gerîla nebin bi zanebûn berê wan didin nav refên hişbiran. Di sala 2003yan de li Almanya li bajarê Saarbrucken bûm mêvanê malbatek kurd. Em çîroka wî binêrin. “Dema zarokên min mezin bûn û bûn ciwan êdî ez tirsiyam wan bi xwe re bibim komeleyê. Ji ber vê tirsê min berê zarokên xwe dida kolanan. Êdî dereng dihat malê lê me deng nedikir. Tiştên me dixwest jî ew bû. Min jê re erebeyek jî kirî. Disa ez rehet nebûm. Min û xanima xwe qise kir. Em lawkê xwe bizewicînin. Me ji Kurdistanê keça mirovekî xwe re zewicand. Me digot êdî ku zarokên wî jî çêbin dê bi mala xwe ve were girêdan. Li hesabê me negirt, mehekê ji pey daweta xwe nehat malê. Ereba wî heye maaşê sosyalê jî digire. Tev li hevalên xwe li kolanan dimînin. Yan jî mala hinekan hebe li wir dimînin, heta niha me tu agahiyek jê negirtiye. Ez li ber tiştekî nakevim bûka min keça xizmê min e. Em ê di nav gel de riswa bibin. Min zaniba yê ha bike me ne dizewicand. Hûn alîkariyeke bidin lawê min bînin mal.”

-Baş e Apo ka nimara telefona wî bide min çi ji destê me were em ê bikin.

-Nimara telefona xwe guhertiye. Ez niha nizanim li ku derê ye. Li van deran cîhên diçûyê ez hemûyan geriyam, ji ew kesên serxwoş jî pirs kir lê min encam negirt. Tu yê bibê erd qelişî ye ev lawik ketiye binî.

-Apo em ê çawa bibin alîkar. Nimara telefona wî tuneye, erebe di binî de û diravê wî jî heye. Dibe ev derana terk kiribe çûye cîhekî dinê. We xwe destê xwe radestî serxoşa kiriye. Divê qet nebe gazincê te tunebin. Ev rê we daye pêşiya lawê xwe. Xwedê neke rojtira dinê cenazê lawê te were xêncî çend cîranan kes silavê jî nade te. Wekî biçûya gerîla pakrewan biba, qet kesên we nas nekira jî yên bihatana serxweşiya we. Tu dibû bavê pakrewanekî. Li tu niha bavê lotiyekiye. Ev rêya te xwe bijartî pêşerojê de çi bibe mirov nizane. Xwedê aramiyekê bide we.

Vê nimûna me da rastiyekê derdixe holê, malbatê kurdan çawa ciwanên xwe dikin rê ya xirab, qet şerm nakin tên alîkariyê dixwazin. Dema min guhdar dikir, mirov çi qasî durûne. Dema tên komelê çanda kurda qisedanê de ji ser wan re welatparêz tunene. Bûyerê wiha de rûyên wan rast derdikeve holê, rastî xwe dide diyarkirin. Hinek berpirsiyarê partiyê, ciwanên wan qet lingê wan bi saziyê nakevin. Demê civîn an jî meş û mîtîng hebin malbat tenê tên, ciwanên wan li piyasê tunene. Carna mêr tenê tên nahêlin jin jî werin. Ev kesana ‘berpirsiyarin û welatparêz in’.

Ciwan eynika malbatane. Ciwanên malbatekî çiqas kurdî qise dike, li çanda kurdî xwedî derdikeve, hevalên wan kîne? Xebata Tevgêra Azadiya Kurdistanê çiqasî dişopîne, ew malbat ewqasî welatparêz e.

Niha jî em behsa welatparêzek ku zaroka xwe radestî0 gerîla dike, bikin. Li Qaqizmanê di sala 1992yan de çûm gundekî. Mala ez çumê welatparêz in gerîlayên wan hene. Tekoşînê ji nêzda nas dikin. Min ji dayika malbatê pirs kir got “keça we naxuyê, li deştê maye ne hatiye?” Dayik keniya û got “min keça xwe daye mêr”. Min jî got “nava çend mehande çawa zû we ev kar qedand. Berê qîz salan destgirtî diman.” Ser van gotinê min got “Min keça xwe daye Kurdistanê. Zewaca wê bi Kurdistanê re çêbû. Dixwest here serê çiyayê Kurdistanê. Min dilê wê neşikand. Heqê kincê gerîla û sîlaha wê dirav kire bêrika wê û li Çiyayê Agirî radestî Fermandar Pîro kir. Herkes mîna min bike avakirina Kurdistanê pir nêzîk e. Lê mixabin ne wisa ye. Hinek kesên xwefiroş diçin li hemberî gerîla şer dikin, çeka dijmin hildigirin.” Li hemberê gotinên dayikê hestiyar bûm. Spasiya xwe ji dayika kurdan kir. Ser rojevê me hinekî qise kir. Peyre keçek wê ya din jî diçe nav gerîla. Her du xuşk dîl dikevin destê dijmin. Ev 31 sal e di zîndanê de ne. Çima tevî ku cezayê li wan birîne qediyaye jî nayên berdan.

Niha Tevgêra Azadiya Kurdistanê pêvajoyek nû dide dest pêkirin. Çek ji dewrê derdikevin. Dê tekoşîna Azadiya Kurdistanê ji aliyê siyasî ve berdewam bike. Êdî tirsa malbatan namîne ku zarokên wan biçin çiyayê Kurdistanê. Bahanê ji holê radibin. Ciwanên xwe serbest berdin bila xizmeta siyaset û çanda kurd bikin. Ciwan jî dibê xwe ji bo pêşerojê erkdar bibînin, li welat xwedî derbikevin. Ya malbata ciwan tim cem wan be, xizmeta wan bike. Li welatê xwe bîrdikin. Erka ciwanan hîmê Tevgêra Azadiya Kurdistanê ye. Rêber Apo di sala 1973yan de li Enqere bi çar hevalên xwe re vê ava kiriye û îro bi milyonan kes vê rê dişopînin.

Ciwanên Kurdistanê divê mîrateya Mazlûm Dogan, Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek, Ferhat Kurtay û Mahsum Korkmaz dewir bigirin. Şoreş li benda ciwanên Kurdistanê ye.