12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêşengê şerê cîhanê yê sêyemîn: Îran û Îsraîl

Birîndarê Çavrê

Ji bo şerê Îran û Îsraîlê kes nikare bibêje; ‘şerê heremî’ ye. Lewra, şerê cîhanê yê sêyemîn mîna tavê rastiyeke li ber çavan e. Navenda wî jî erdnîgariya Rojhelata Navîn e. Şerekî bi pergalî ye.

Modernîteya kapîtalîst, di hilweşandina komara sovyetê de, baweriya serkeftina xwe, ji şerê xwe yê  demdirêj aniye ku ji bo welatên Rojhelata Navîn bi tememî di pergala xwe de bi cîheke, li ser binyat bi navê îslama tundrew şerekî demdirêj di nav bera du bîrdoziyên tundrev, Îran û Îsraîl de daye destpêki  rin.

Beriya destpêka van herdu şeran, gelek şerên din pêş ketin. Modernîteya kapitalist li ser rêka stratejiya xwe du asteng dîtibû. Pêşî  bi dek û dolabên bê sinc û bê dad ‘ di 9 ê cotmeha 1998’an ku tunekirina Serok Apo ji holê rakirina tevgerê û qirkirina kurdên mayîn’ êrîşê  pergala Serok Apo kir. Ji ber ku, Serok Apo Serokê sosyalîzma hemdem bû.

Astengiya duyemîn jî komara Îranê bû. Ji bo moderniteya kapitalist, bêbandorkirina îranê bêbandor  kirina Afganê heta çîn û emerîqaya latîniye. Ji bo vê mebestê, li ser bingeha ewlekariya îsraîlê, xetere ya tundreviya îslamî ji cîhanê re daye ragihandin.

Niha şerê bihara ereban li Suriyê hatiye xitimandin. Berpirsyar Îran tê dîtin. Ji ber (suriye ne wek wela tê Misir…û Lîbya bû; dagirkerê perçeyek axa kurdîstanê bû!) ev rastî bê taldekirin, şerê herdu bîrdoziyan li pêş e. Lewra, têkçûna pergala suriyê ya bêwaxt, têkçûna Emperyalîzma Rojhelata Navîn e. Ji bo bi  pergalî şer bide meşandin, sînga Îran û Îsraîlê dane hevûdin.

Êdî aşkereye ku, Serokê Pêşnûmeya Rojhelat a Navîn (BOP) Welatê Îsraîlê ye. Çawa ku sovyet di waxtê xwe de nûnerê hemû welatên sosyalîst bû, niha jî, di rojhelata navîn de Îraîl nûnerê moderniteya kapîtalizmê ye.

Xisleta vî şerê cîhana sêyemîn cuda ye. Deriyê kîjan parzemînan bê vekirin şer heye. Navenda vî şerî Rojhelata Navîn e. Welatên Rojhelata Navîn ku emperyalîzm bi destê xwe dabûn avakirin îro dijberê wê nin. Emperyalîzma ku Kurdistan li dewletên Îran, Iraq, Surî û Tirk parve kiribû, ev dewlet îro diranên emperyalîzmê ji çermê xwe dikêşînin.

Moderniteya Kapitalist di heremekê de du eniyên şer li dijî xwe venake. Ji pergala serok bê  par nikare stratejiya xwe ya rojhelata navîn bide amadekirin. Li gorî stratejiya xwe, ji bo wan di pergala xwe de bide lihevkirin û Îranê jî bêbandor bike, pêşî li şerê hatiye xitimandin veke, bi desturdayîna êrîşên ser tevgera azadiyê û bi dayîna peyama şer ê Îran û Îsraîlê, dixwaze komara dagirker digoşekîde bi de bêdenkirin û bi çend qonaxên bi navber (bi rêka konevaniyê, bi rêka qedexekirina seyrû sefera aboriyê, bi gefdayînê û bi dayîna şerê tund) şer bide meşandin.

Îrana dagirker kêmbe jî, li gorî dîtina xetereyê liv û tevgera dide xwe. Ev tevger ger ne ji bo çareserkirina pirsgîrêka kurd be, ji rûxandina xwe re nikare bike bend. Komara dagirker jî, aqilê xwe bi dengê “Îsraîl nêzî welatê me dibe” bi devê RTE, ji raya gîştî re daye ragihandin. Dizane, hilweşandina komara îranê rûxandina wî ye.

Niha binyata wî diheje. Çaraseriya wî ya hejandinê bi de rawestandin jî nîne, lê di xwaze di vê şerê de keys hilde û bêçareseriya xwe çare bide dîtin kurdîstana başur bi alîkarî ya PDK ya xiniz hêzên xwe bi cîh kiriye ku liv li tevgera azadiyê nekeve. Li bakur jî, ji bo siyaseta navxweyî jî, ji bo hin mêjiyên şîlo zêde bike, peyama “Ez aştiyê dixwazim” destê xwe dirêjdike ku, peyama “pirsgirêka kurd nîne” bide diyarkirin. Di puxteya destdirêjkirinê de tunekirina Tevgera Azadiya Gelê Kurd e.

Ev heterkirin hewildaneke bedilhewaye. Hêzên serwer waha nêzî pirsgigêkan nabin. Bi şerê îran û îsraîlê hema peyama “Heke tu jî ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe gavên demoqrasiyê bi pêş nexî aqûbeta wî dê li te be.” Dide komarê.

Êdî ne şopa revê jê re maye, ne jî rêka di xwe de heterkirin maye. Di vê şerê cîhana sêyemîn de, bivê nevê, wê bi pergala serweran re li hevbike ji bo çareseriya pirsgirêka kurd. Ji ber ev şer dê demdirêj be, mirov nikare bibêje “di vî demê de.” Lê ya li ber çav, êdî ji ber çareserkirina pirsgirêka kurd  êdî rev nîne. Lewra, emperyalîzma ku Kurdîstanê kiribû çarperçe, vê carê dê ji bo çareseriya li gorî stratejiya xwe hewldanê xwe dê bi pêş bixe.

Di be ku RTE  di çareserkirina pirsgirêka Kurd de cih negire, ji bo pêşerojê ew neyê tawanbarkirin, ji bo ji desthilatdariyê vekişe, biryara hilbijartina bêdem û bê waxt jî bide. Dibe ku dema çareseriyê ew ne desthilatdar be jî. Baş e. Di vî şerîde rist û peywira me gelê Kurd û Kurdîstaniyan çi ye?

Gotinekî me kurdan he ye, dibêje; “Heke em nebin yek, em ê biçin yek bi yek.” Ev gotin di vê qonjektûrê de ji bo me kurd û Kurdîstaniyan NA NA ye. Lewra ev qonjektor sazûmankirina cîhanekî nû ye. Di vê sazûmankirinê de yekîtiya me şadkirina hêviyên me ye. Ev tê wateya ragihandina “Em jî xwediyê ‘Stratejiyeke neteweyî’ ne.” Ev stratejiya neteweyî pirsgirêka azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd û mirovahiyê  ji pergala modernîteya kapîtalîst (pergala hêzên serwer) yê rizgarkirin e. Çareserkirina Nojhelata Navîn û pergala cîhanê û sazûmankirina pergala cîhanê ye.