13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêşbirka Rûsya û Îranê di parvekirina Sûriyeyê de

Dema ku mirov ji dûr ve lê dinêre rewşa Rûsya û Îranê li Sûriyeyê herdu jî wekî alîgir û piştgirên rejîma Sûriyeyê xuya dikin. Her çendî wekî welatên hevkar û hevpeyman xuya bikin jî di rastiya xwe de di navbera van herdu welatan de pêşbirkek heye. Her welatek ji wan dixwaze kontrol û serdestiya xwe li Sûriyeyê  zêdetir bike. Lewre jî bi rengekî veşarî be jî pêşbirkek heye û her aliyek ji wan dixwaze hebûna xwe li ser erdê zêdetir bike û herêmên nû li desthilata xwe zêde bike.

Rûsyayê bi riya bazar û peymanên bi hikûmeta tirk re gelek deverên wekî gundewarên Şamê, Dera, Humus, Hema û gundewarên Helebê ji komên çekdar paqij kirin. Bi vê yekê hem serweriya we û hem ya rejîma Sûriyeyê berfirehtir kir.

Ji aliyekî din ve di dema ku Rûsyayê ew yek dikir Îranê jî hebûna xwe bi riya milîsên girêdayî xwe li deverên cuda zêde kir, bi taybetî li aliyê Meyadîn û Bû Keman ên girêdayî Dêra Zorê û heta sînorê Iraqê. Vê dawiyê jî bêtir bi riya pereyan hin kesên ji wan herêman di nava komên xwe yên çekdar de bicih kirin û hebûna xwe ya li rojavayê çemê firatê zêdetir kirin.

Bi vê yekê xwe nêzî deverên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk û deverên di bin kontrola Hêzên Koalisyona Navnetewî kirin.

Lewre jî dema ku Hêzên Koalisyonê ev yek dîtin beriya çend rojan çend êrîşên li dijî wan komên girêdayî Îranê û milîsên Iraqê yên girêdayî wê, pêk anîn.

Çend roj derbas nebûn em dibînin ku doh wekî bersiva wan êrîşan milîsên Îranê êrîşî zeviyeke petrolê ya di bin kontrola hêzên Amerîkayê de kirin.

Wekî din jî pêşbirka di navbera Rûsya û Îranê de ne tenê di warê leşkerî de ye. Wekî mînak piştî ku li deverên di bin kontrola rejîmê de zimanê rûsî li perwerdeyê hate zêdekirin, niha milîsên Îranê jî li deverên ku lê dimînin kursên zimanî farisî vekirine û zarokan hînî farisî dikin. Ji bo teşfîqkirina zarokan jî xelatan li kesên serkeftî belav dikin.

Rûsya û Îranê li ser şerê li dijî kom û rêxistinên radîkal hemfikirin û herdu jî dixwazin ku Hêzên Koalisyona Navnetewî ji Sûriyeyê derxînin lê tiştê ku Rûsyayê aciz dike ew e ku dan û standina Îranê li Sûriyeyê hemû ji bo projeya wê ya (Hîlala Şîî) ye ku ji Iraqê heta Sûriye û Libnanê dirêj dibe.

Helwesta Rûsya û Îranê derbarê kurdan jî zêde ji hev ne cuda ye.  Tevî ku Rûsyayê li dijî bi destxistina kurdan ya hin mafan dernakeve û dixwaze ji çareçoveya yekbûna axa Sûriyeyê de ji kurdan re rengekî xweser hebe lê ji bo Îranê ne wiha ye û dawî herdu alî jî dibînin ku bingeha hebûna Hêzên Amerîkayê li deverê kurd in.

Xaleke din a nakok di navbera Rûsya û Îranê de ew e ku tevî herdu welat di mijara şerê li dijî radîkalan de wek hev difikirin lê Îranê ji lihevkirinê Rûsya bi Enqerê yên derbarê Idlibê de ne razî ye.

Wekî din jî Rûsya giraniya hebûna xwe dide aliyên peravên Behra Spî, cihê ku elewî lê dimînin wekî Laziqiyê û Tartûs û bargehên xwe yên bingehîn li wir ava dike lê Îranê giraniya xwe daye ser sînorê Iraqê û Dêra Zorê anku rojavayê çemê Firatê.

Bê guman pêşbirka di navbera herdu welatan de ne tenê di warê siyasî û perwerdeyê de ye lê aliyên civakî û aborî jî hene.

Her çendî Rûsya û Îranê di xetên qalind de li ser lihevkirinên civînên Astanayê li ser gelek tiştan li hev kirine û têkiliyên herdu welatan ên dîrokî bi rejîma Sûriyeyê re hene lê di pratîkê de ji ber ku her yek ji wan berjewendiyên welatê xwe diparêze bivê nevê dê nakokî û tevliheviyan bi xwe re bîne.