Endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, çû serdana girtiyên jin ên siyasetmedar ên li girtîgehên Kandira û Gebzeyê. Buldan, têkildarî hevdîtina dawî ya bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re agahî da girtiyan.
Buldan, li Girtîgeha Jinan a Kandirayê Hevseroka Giştî ya HDPê ya berê Fîgen Yuksekdag ziyaret kir û silav û peyamên Abdullah Ocalan jê re şandin. Yuksekdag jî got: “Em qîmeteke mezin didein pêvajoya ku birêz Ocalan daye destpêkirin.” Ev pêvajo dê bibe qonaxeke nû ya têkoşîna me ya ked û azadiyê. Em ê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin.”