21 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pervîn Buldan: Biryara komisyonê dîrokî û binirx e

Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan derbarê biryara çûyina Îmraliyê de axivî û got: “Biryara hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re dîrokî û binirx e.”

Komisyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê bi piraniya dengan hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re qebûl kir. Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan derbarê biryara komîsyonê de axivî. Pervîn Buldan biryar weke dîrokî û binirx nirxand û got: “Biryara komisyonê ya hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re dîrokî û bi nirx e. Bi vê biryarê re em ê bi gavên bawer ji bo avakirina Tirkiyeyek demokratîk û çareseriya pirsgirêka kurd bimeşin.

Ez ji bo serokomar birêz Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê MHPê birêz Devlet Bahçelî, serokê TBMMê Numan Kurtulmuş, serokên giştî yên partiyên siyasî û endamên komisyonê re spas dikim.”