24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir

Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan li Girtîgeha Sîncanê bi girtiyên jin ên siyasetmedar re hevdîtin kir û li pêşniyarên wan ên têkildarî pêvajoyê guhdarî kir.

Endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Parlamentera Wanê Pervîn Buldan li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê bi Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û girtiyên din re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de agahiyên têkildarî hevdîtina dawî ya li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hatibû kirin, agahî hatin parvekirin. Têkildarî pêvajoyê nirxandin hate kirin û li pêşniyarên girtiyên jin hate guhdarîkirin.

Leyla Guven û girtiyên din ên jin, di hevdîtinê de gotin ku ew piştgiriyê didin perspektîfa çareseriyê ya Abdullah Ocalan pêş dixe û dê xwedî li îradeya çareseriyê derkevin. Jinan, ji bo çareseriyê banga hestiyariyê li raya giştî kirin.