12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Persona û mikurhatinên bêdeng

Ciwan Qado

Derûnnasê siwîsrî Carl Gustav Jung dibêje, gava mirov diwelide hişê wî berovajî gelek hizir û texmînan, ne wek kaxezeke spî ye, belam hin binemayên bîyolojî di binîka mejî de asê dimînin; ev binema bixwe dibe binhişê komî (kolektîf) li ba mirovan, ku ew bixwe jî dibe alav û jêdera şêweyên kesayetiyê li ba wî. Yek ji navdartirîn şêweyên kesayetiyê li ba Jung jî “Persona” ye; ev peyv bi koka xwe ji grekî hatiye wergirtin û ji wê maskeya ku berê ekterên grekî li ser dika şanoyê didan ber rûyê xwe re dihat gotin. Bi vî awayî ev têgeh di derûnasiyê de bi wateya wê maskeya ku mirov di danûstendinên civakî de bi amanca parastina “ez”ê (ego)yê ji kartêkirinên negatîf xwe li dûv vedişêre; Herwiha Bergman jî ev têgeh bi awayekî hostayî derbasî cîhana sînemayê kiriye.

Derbarê vê yekê de Bergman di kitêba xwe “Images” de dibêje, ku ew wê çaxê ji ber êşa sîngê di nexweşxaneyê de bû, dema ku sawêrên personayê di serê wî re çûn û hatin. Wî pûxteya hizir û gumanên serê xwe bi çend peyvan ji hevkarê xwe re derdibire, çîroka film a du jinan e, yek ji wan bêdeng e û ya din diaxive, her du jî gelekî dişibin hev li wê rêjeya ku kesayetiyên wan tevlihev dibin û dibin yek.

Film bi gelek şêweyan hatiye şîrovekirin û li gorî rexnevanan jî heya niha tu analîzeke hevgirtî û zelal jê re nehatiye danîn. Yek dikare bibêje, ku ew weke gereke li bin çermê saw û bêhêvîtiyê ye, anatomiya tenahiyê û norandina mikurhatinê ye.

Gelek dibêjin ku jêder û handera çêkirina vî filmî kesayetiyên herdu aktorên navdar Bibi Andersson û Liv Ullmann bi xwe ne; ji ber ku herdu jî xoşewît û hevalên Bergman yên herî nêzîk bûn, wî nêzîkatiyeke mezin a derûnî û bedenî di nava herduyan de didît ku êdî di serê wî de rûyên wan di hev de diheliyan û dibişivîn.

Film bi çend dîmenên lezok ên bi hev ve negirêdayî dest pê dike. Destên zarokekî, organê cinsî yê zilaman, film karton, skeletek di şanoyekê de, tevnepîrek, çavê berxekî tê serjêkirin û dûra gurandin û derxistina navdilê wî; dawî jî destek tê çarmîxkirin. Ev rêzedîmen tu girêdana wan bi çîroka film re tune ne û konteksta wan li ba gelek nirxîneran ne zelal e, lê Bergman vê yekê di kitêba xwe “Images” bi vî awayî zelal dike, “dema ez zarok bûm, min ji dikanan negatîfên filman dikirî û min ew dixistin nav şilemeniyeke sodyûmê ya xurt de hetanî ku wêne ji ser diçûn û spî dibûn, dûre bi hibra çînî min xeyal û sawêrên xwe li ser dirisimandin, ev wêne bi salan di hundirê min de asê man, hetanî ku bi vî hawî rizgar bûn.

Dûre kamera tê ser dev, bêvil û çena pîrejineke ramedandî ku wekî newaleke rût dixuyê, di pê re kalemêrek li ser text paldayî, kes nizane razayî yan mirî ye; ev dever nexweşxaneye lawikek xwe li ser text bi vî alî û wî alî de dibe û tîne, radibe destê xwe dide kamerayê, li ser ekranê destê xwe bi ser rûyên Liv Ullmann û Bibi Andersson re dibe û tîne, dibe ku ev Bergmanê zarok bi xwe be, ji ber taya nexweşiyê, cênikên wî, wî wek maryonetekê dilivînin.

Elisabeth Vogler a aktor di dema ku rola sereke kesayetiya navdar a destanên grekî dilîze; ji nişka ve li ser dika şanoyê berê xwe diguherîne û nema diaxive. Wekî ku bêkêriya axaftinê peland û rabihîst, bêdeng ma û nema axivî, ew yekcar nema dixwaze dengê xwe bibihîze, nema dixwaze derwan bike, êdî ji hemû maskeyan qurifî; ji ber vê lalbûna jixweber a biken nixumandî, kete nexweşxaneyê. Li wir derûnîsaza wê pêşniyaz dike ku ew bi hemşîreyekê re navê wê Alma bi tena xwe li mala wê ya li ber perê avê demekê bimînin heta bi ser xwe ve bê.

Li nexweşxaneyê dîmenek heye, lê bala kesî nekişandiye, Liv Ullmann “Elisabeth Vogler” li ber televizyonê ye û li dîmena şewata rêvanekî bûdîst dinêre, ev rêvan “Thich Quang Duc”e. Elisabeth bi tirs û saw lê temaşe dike, rêvan bêdeng dişewite, her tişt tê de dişewite, tenê dilê wî saxlem dimîne, ew dilê kone ku heta niha jî li dijî zordarî û binpêkirina bûdistan li Vîetnamê dijene. Şewitî bêyî ku xwe bavêje bextê kesekî ku bikeve û biqîre, bêdeng û bêhis şewitî; teqez tu armanc û mebesteke siyasî di vê dîmenê de tune ye, lê dibe ku Bergman xwestiye refleksa hundir û derûniya Elisabeth bi xwe, ew wêrana sade û kûr bi rêya şewata vî rêvanî raber bike.

Li havîngehê û ji dêvla Elisabetha bêdeng û nereht, tenê hemşîre Alma diaxive û dest pê dike li gelek çîrokên xwe yên veşartî mikur tê.

Ev rolguherîna di navbera nexweş û derûnînas de, Bergman di filmekî din de jî bi navê “Winter Light” bi kar aniye; di wir de mirovekî dilşikestî tê ba keşe ji bo dilê xwe jê re veke lê li şûna li keşe mikur were li xwe mikur tê.

Film di hewaya xewnan de diherike, êdî nema ji hev derdikeve kîjan ji wan maskeya  dine, rûyên wan dişibin hev û dibin yek.

Bergman dibêje; di rûyê her mirovekî de aliyekî nexweşik heye, wî  ev alî ji rûyên herdu aktoran veqetandiye û di rûyekî de li hev aniye.

Bi vî şêweyî Elisabeth nûnertiya wî aliyê tarî û sert ê kesayetiya mirov dike, ew xweheziya veşartî û kone li hember wê jixweberiya sade ku di mikurhatinên Almayê de diçirûse û raber dibe.

Bi her hawî Bergman dixwaze bibêje, ku heya bi wê dilpakiyê jî di hundirê sîska xwe de ziyan û egoperestiyê jî dihewîne.

Dibe çîrok xeyalên serê Elisabethê de de seyranek be; Elisabetha ku xwedêgiravî helwestek bi bêdengiya xwe standiye, nameyekê ji hevjînê xwe re dinivîse, tê de henekê xwe bi Alma dike û raz û veşartiyên wê jê re aşkera dike. Dema ku Alma nameyê dixwîne û pê dihise ku ew raserî pêkanînê hatiye, bi awayekî agresîf bi Elisabethê re dide û distîne.  Geh dihêle pê li parçeya qizêzê bike geh jî dixwaze ava kelî bi ser de dake lê li vir Elisabeth diaxive û hêrsa Alma sar dibe.

Bergman tu peyameke etîkî di nava nezelalî û nepeniya çîroka xwe de venaşêre, ew tu bersivê jî nade temaşevan. Di personayê de bersiv bi xwe jî pirs in, pirs bi pirsê nixumandî ne û her pirsek jî maskeyeke bi serê xwe ye. Heke maske herifîn dê aliyên tarî di kûrahiya derûnî de bibiriqin, xuya bibin û êdî tev dibin wek hev. Çê û xerab jî di hev de werdibin.