30 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pergala otîstîk

 Gelo mirov ê çawa bizanibe ku pergal otîstîk e yan na û mirov dê çawa ji pergalê re bibêje otîstîk e! Mirov kesên otîstîk nekane biguhere, lê bes mirov dikare pergalên di dubarekirinê de aliqine biguherîne.

Em nexweşiya Otîzmê bînin bîra xwe ku ew jî cudahiya di mejî de çê dibe û bêhtir bi tevgerên cuda li nexweşiya zarokan haydarî derdikeve holê. Ji ber ku xwedî rîtuele (tiştên ji ber kirî û dubare kirin e, ji bo dubare kirinê pêdivî bi xebata mejî û biaqiliyê nîne) û ji tevgerên ku ji xwe re kiriye rêbaz dernakeve derve û dixwaze di heman tevgerên ku ji xwe re kiriye tevger an di dubarekirinê de vedigevize.

Pergalên ku otîstîk in jî; bêhtir pergalên dagirker û pergalên ku desthilatdariya ji aliyê hindikan ve li ser piraniya gelan, mîna çiwoyekî pêkanînê, bi dijwariya xwe, bi pêkûtiyên xwe û bi desteserkirina mafan dixwaze bi domdarî bimîne û desthilatdariya xwe mayînde bike.

Di bingeha heman nêzîkbûnan de; mafê gel binpêdikin, dixwazin piranî ji kesên ku xwe bi awayekî kirine raye re bixebitîn û tucarî behsa mafan nekin ku bikaribin dolaba xwe ya dewlemendiyê bi domdar ber bi dewlemenditiriyê bigerîne û çi maf desteser bûne, an çiqase gel di nava birçîbûnê de diterxile ne li ser bala wan e.

Ev pergal li çi dinêre! Li dewlemendiya ku ji destê gel hatiye girtin û berê cuhoya aborî ber bi wan ve be, aboriya ku li biryarê wan dinêre an aboriya ku bi destên wan tevdigere ku çi bi gel, an bi gelan hatiye ne li ser bala wan e.

Dad a ku ji aliyê wan ve (yek, an çend kesan ve) tê rêvebirin û dada ku di her şert û mercî de li biryarên wan dinêre, an biryarên ku ji nava lêvên wan derdikeve û heman dad divê di her şert û mercî de wan çend kesên ku bûne raye û xwe li ser serdariya raye ya ku hew wan diparêze, divê xwedî peyva yekemîn û xwedî peyva dawîn be.

Biryarên ku ew didin an biryarên ku ew dixwazin bibe xwedî peyv; divê neyên lêpirsîn û lêpirsînê ji xwe re mîna êrîşê dibînin, mîna hejandina textê xwe yê serdariyê dibînin û heman lêpirsînê mîna mijareke ku ji aliyê dijminan ve êrîşekê dibînin.

Êdî rûyê wan ê rasteqîn û kesayeta wan a hov xwe dide ser rû û bi bertekî tevdigerin ji ber ku di bertekiyê de mejî naxebite û kesayeta hov a ku şervaniyê dixwaze, dike serdar û bi heman tevgerên dijî aqila êrîş dikin an bi heman tevgeran tevdigerin.

Ev êrîş an ev nêzikatî; hew ne li ser gelên cuda tên bikaranîn (mîna gelê kurd) dibe ku kesên bûne raye li ser gelên cudatir an li ser gelên ku ji heman etnîsîteyê ne jî bi kar tînin. Ev pergal a ku bi heman hişkparêziyê xwe teşe kiriye yan hatiye damezirandin li netewe û kesayeta napirse, hew li dijberiya xwe an tiştên dikare jêre bibe dijber dinehêre û pergala xwe ya dubarekirinê ku ji aqil dûr e dixe meriyetê.

Divê mirov li hin pîvan an li hin dîtbariya binehêre, ger ku raye gelekî dewlemend be û gel di asta birçîbûnê de li ber xwe dide ku bi nanozikê jiyanê didomîne, an dixwaze xwe ji aliqandina pêlika asta birçîbûnê derxîne de jiyanê didomînin! Ev tê vê wateyê ku keda piraniyê tên dizîn û heman dizî ya kedê dibe aborî û diherike cuhoya rayedarên ku bi fen û fûtan, an bi zordariyê xwe li ser raye yê digire.

Ger ku li welatekî girtîgeh ji kesên ku rexneya pergalên neheq, an pergalên zordariyê dike ve tije bûbin û hejmara girtiyan ji gelek bajar û navçeyan ve pirtir be! Asta neheqiyê, asta zordariyê, asta pêkûtiyê û asta dijwariya ku bi pêkûtiyê xwe li ser serê gel kiriye esman derdixîne holê.

Ji ber ku pêkanîneke çend kesan, dîtinek, nêrînek, nêzîkbûnek di kiryariyê xwe de heman rêbazên xwesteka xwe bi kar bîne, xwe car bi car dubare bike û heman ceribandinê ji zanistê dûr bigire, ji mafên piraniyê hêjatir bibîne; mîna tevgerên otîzmê xwe bi hejandinê, xwe bi rîtueliyê ve girêbide û xwe dûrî aqila bigire, xwe dûrî bendewariya alîkariyê bigire; divê bê zanîn ku di vê dilzîziyê de tiştên ne li rê hene û divê bên dermankirin. Divê dawî li heman serdariyê were.

Kesên otîstîk nekane xwe bi rêve bibe û divê alîkarî bê dayin. Lê pergal ji ber ku mîna pergel û ahengsaziyeke hêzan tê jiyîn, divê derman kirin û guherîneke bingehîn hebe ku piraniya gel ji heman pêkûtî û ji heman êrîşan bên parastin û gel bikaribe hilmeke bê êş bikişîne, an hêsaniya jiyanê bi rengê xwezayî derkeve holê ku gel bizanibe azadî çiye û çawa tê jiyîn bibîne û tehma wê hîn bibin an jiyaneke hêsan, jiyaneke azad tehm bikin.

Gelo mirov ê çawa bizanibe ku pergal otîstîk e yan na û mirov dê çawa ji pergalê re bibêje otîstîk e! Mijarên ku me li jor aniye ser ziman û kesên ku bûne raye li dewlemendiya wanî aborî binêrin. Berî bibin raye çawa bûn û di pey re çawane.

Ger ku raye ji bo ku ji rayeyê neyên xwarê, çi rêbazên dijexlaqî hene bikartîne yan na binêrin. Ger ku vegotin û daxuyaniya ramana azad hatibe qedexe kirin, “ger ku kevir hatibe gêrêdan û kûçik hatin berdan” ger ku kesên ji bo hişyarkirina şaşiyan hatibin girtin û cezayê girtîgehê xwarin hebin û pir bin! Mirov dikare bibêje ku pergal ji aqil dûr e, di dubarekirinê de aliqiye û ev tevger otîstîk e.

Mirov kesên otîstîk nekane biguhere, lê bes mirov dikare pergalên di dubarekirinê de aliqine biguherîne. Ji ber ku pergalên reyayê bi erêkirinê dimeşin û bi nerazîbûnan ji holê radibin.