Li girtîgehan êşkence, tecrîd û binpêkirina mafan her diçe zêde dibe. Bi taybetî piştî şewba vîrûsa Covît 19’ê malbat nikarin biçin rû bi rû girtiyan bibînin. Girtî nikarin ji gelek mafên xwe yên zagonî, civakî, ragihandin û mafên jiyanî sûdê bigirin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin, parêzer nikarin biçin girtiyan bibînin. Ceza li ser ceza li girtiyan dibirin. Li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê parêzer û malbat nikarin biçin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 3’ê girtiyên din re hevdîtinê bikin. Herî dawî dîsa bi hinceta cezayê dîsiplînê li Ocalan birîne, serlêdana malbat û parêzeran red kirin.
Parazvanê mafên mirovan Husnu Ondul li ser rewşa girtîgehan û pirsgirêkên li girtîgehan ji Rojnameya Xwebûnê re axivî.
Ondul anî ziman ku ew li Tirkiyeyê 41 sal in parêzeriyê dike û wiha got: “41 sal in li Tirkiyeyê pirsgrêkên girtîgehan bûne pirsgirêkên kronîk û esasî. Ji ber vê yekê di berdewama wê de niha serdema OHAL’ê didome. Mirov dikare niha jî wekî OHAL’ê bi nav bike. Li her girtîgehê pirsgirêk derketine asta jor. Di hemû serdemên ku pirsgirêkên li girtîgehan zêde bûne de, malbatan roleke sereke lîstine. Di her serdemê de malbat li zarokên xwe xwedî derketine. Niha jî dayik, bav, hevser li zarokên xwe xwedî derdikevin.”
Rola rêxistinên mafên mirovan
Parêzer Ondul bal kişand ser rola rêxistinên mafên mirovan û wiha axivî: “Di vê serdemê de rêxistinên mafên mirovan hene. Dîsa rêxistinên hiqûqê hene. Hiqûqnasên hemdem, parêzerên hemdem hene û hiqûqnasên azadîparêz hene. Ev rêxistin li dijî van pirsgirêkan xwedî helwest in û eleqeder dibin. Dîsa li meclisê jî parlamenterên bi qalîte hene. HDP’yî hene. Sezgîn Tanrikulu, Omer Faruk Gergerlîoglu hene. Parlamenterên li derve yên li hemberî girtiyan xwedî berpirsiyar hene. Ev mijara mafên mirovan e. Mafê girtiyan, mijara mafên mirovan e. Di vî alî de divê Wezareta Edaletê bêtir eleqeder û têkildar tev bigere.”
‘Daxuyaniyên însiyatîfê’
Husnu Ondul li ser hewldana sazî û rêxistinên mafên mirovan jî rawestiya û wiha pêde çû: “Bi salan e rêxistinên mafên mirovan û înîsiyatifa girtiyên nexweş li Enqereyê her hefte roja şemiyê balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û dikin rojev. Bi salan e di pêşengiya Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê daxuyaniyê didin. Rêxistinên mafên mirovan li ser rewşa girtîgehan raporan amade dikin. Pirsgirêkên girtî û girtîgehan bi meqamên eleqeder û Wezareta Dadê re parve dikin. Ev rapor bi rêk û pêk bi meqamên eleqeder re têne parvekirin. Ev têkoşîna parazvanên mafên mirovan ne tiştekî ku mirov bibêje dê teqez encameke erênî bi dest bixe.
A girîng heta xebat bi awayekî erênî bi encam bibe mirov têkoşînê bidomîne. Hin caran 1-2 çalakî bi salan didomin. Mînak ji bo cezayê mirinê bi dawî bibe di sala 1988’an de, ÎHD’ê li Tirkiyeyê 150 hezar îmze kom kirin. Dîsa di sala 1999’an de dema Akin Bîrdal Serokê Giştî yê ÎHD’ê bû, me 539 hezar îmze kom kir û pêşkêşî Meclisa Tirkiyeyê kir. Di 3’ê tebaxa 2002’yan de jî cezayê mirinê hat rakirin. Ev jî nayê wateya ku têkoşîn nayê dayîn. Lê mirov nikare bêje ku her mijara me daye pêşiya xwe jî em bi ser ketine.”
‘Ev têkoşîna mafên mirovan e’
Ondul da zanîn ku Komeleya Mafên Mirovan hemû raporên xwe dişîne Wezareta Dadê û wiha berdewam kir: “Têkildarî rewşa girtiyên nexweş jî agahî dide. Wezareta Dadê jî der barê rewşa girtiyên nexweş de nivîsê dinivîse û bersîvê dide. Ji ber vê yekê divê xebat û hewldan bidomin. Dema li vî welatî pîvanên mafên mirovan û demokrasiyê bilind bibe, li girtîgehan jî standartê mafên mirovan bilind dibin. Divê her kes ji bo mafê mirovan û demokrasiyê têbikoşe.”
‘Divê kêmasiyan bişopîne’
Der barê rewşa girtîgehan û cenazeyên ji girtîgehan derdikevin de jî Ondul axivî û wiha lê zêde kir: “Berê Saziyên Şopandina Girtîgehan hebû. Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Meclisê hebû. Li gorî wê saziya wekheviyê ya mafên mirovan, Mekanîzmaya Astenkirinê ya Neteweyî hebû. Beriya ku ev binpêkirin pêş bikevin rê li pêş binpêkirinan digirt. Yanî diçûn li saziyan digeriyan û li ser kar û xebatên wan agahî didan. Sedem û encamê wan tespît dikirin. Mekanîzmaya şopandina mafan bû. Wekî komîseriya Ewropayê jî di rapora 2019’an de aniye ziman, li Tirkiyeyê saziya wekheviyê ya kar nake heye. Divê ev saziyên fermî kêmasiyan tespît bike û bişopîne. Rêxistinên mafên mirovan ên wekî me jî hem li Stenbol, hem li Enqereyê û hem jî şaxên li herêma Rojhilat, bi rêk û pêk girtîgehan ziyaret dikin û raporan amade dikin. Der barê girtîgehên Marmara, Derya Spî û Egeyê de raporan amade dikin û parve dikin.
‘Mafê hêviyê nas nakin’
Ondul, bal kişand ser rewşa Îmraliyê jî û wiha got: “Bi salan e parêzer nikarin hevdîtinan bikin. Demek pir dirêj e malbat û parêzeran bi Ocalan re hevdîtin nekiriye. Çend meh berê telefonî birayê xwe Mehmet kir. Ji xeynî wê nikare bi parêzeran re hevdîtinan bikin. Ev mijar di rojeva Dadgeha Mafên Mirovan de ye jî. Hem rewşa Ocalan û hem jî cezayê heviyê di rojeva Ewropa de ye. Mafê heviyê jî nadin girtiyan. Li Tirkiyeyê cezayê hepsê yê heta bimire li girtîgehê bimîne heye. Ev pêkanînên li girtîgehan mafê wan ê heviyê nas nake. Yanî mafê girtiyan ê bi hêviya rojekê bê berdan nas nakin.”
‘Li dijî mafên mirovan e’
Parazvanê mafên mirovan Husnu Ondul, herî dawî li ser qedexeyan jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Destûrnedayîna malbat û parêzeran li dijî mafên mirovan e. Hem parêzer û hem jî malbat nikarin biçin hevdîtinê. Ev li dijî mafên mirovan e. Ev hevdîtin mafên girtiyan e. Qedexeya hevdîtinê binpêkirina mafên girtiyan e. Tu aliyê vê yekê yê bê niqaşkirin tune ye. Tişta li gorî hiqûqê divê girtî bi malbatan re hevdîtin bikin. Ev ji bo her kesî derbasdar e. Ger ku cezayek dabe divê parêzer der barê vê yekê de xwedî agahî bin. Dema girtîgeh ceza bide rêbazên îtîrazê jî heye. Girtî û parêzer heta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî dikarin îtîraz bikin.”