Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di 15’ê Sibata 1999’an de dîl hat girtin, şandin Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Taybet. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê di tecrîda giran de tê ragirtin. Ocalan heta niha li Îmraliyê gelek pirtûk nivîsandin û nexşerêya ku ji bo hemû gelên cîhanê bibe rêya rizgarî û xelasiyê xêz kir. Ocalan bi van pirtûkên xwe yên ku wekî felsefe û paradigmaya nûjen û xeta sêyemîn tê zanîn pergala Îmraliyê pûç kir û ji bo azadiya gelan dibe hêvî. Loma îro bi milyonan kurd û gelên cîhanê felsefe û paradigmaya wî ji bo xwe wekî nexşerê digirin dest.
Geşedanên ku li Îmraliyê pêş ket mirov dikare wiha xal bi xal rêz bike:
*Dewleta tirk ji pêvajoya revandin û radestkirina Rêberê Gelê Kurd heta pêvajoya darizandinê her tim li gor berjewendiyên xwe yên demkî tevdigeriya. Ew hişmendiya netewe dewletiya tirk çawa ku di dîrokê de gelê kurd di pêvajoyên herî krîtîk ên mîna Sykas Pîcot û Lozanê de li derve hişt bi idolojiya xwe ya yekperestiyê, di dawiya sedsala 20’emîn de hewl dida kurdan di sedsaleke din de jî bê par bihêle û li gor berjewendiyên xwe, kurdan bikar bîne.
*Li cihê ku pêşengên kurdan serî dirakir û ji bo mafê xwe yê xwezayî, zimanî û mafê hebûna xwe li ber xwe didan jî, biqetliam, kuştin, girtin û îdamkirinê re rû bi rû dihiştin. Ji ber vê yekê bû ku di serhildana 29’emîn a gelê kurd de ya bi navê PKK’ê ku di encama berxwedana 50 salan de derketibû, hewld dida careke din Rêberê kurdan bi kiryarên mîna bidarvekirinê, ji holê rake û kurdan di serê sedsala 21emîn de bêyî maf bihêle.
*Lê dewleta tirk û hêzên komploger dema ku dîtîn bi milyonan kurd Abdullah Ocalan wek rêberê xwe dibînin û ji bo wî bedena xwe didin ber agir êdî nikarîbûn wî aqilê xwe yê ji bermahîkên Îttîhat Terakîyê mayî têxin meriyetê û biryara îdamkirinê bi tevahî li Tirkiyeyê rakirin. Lê êdî di cihê biryara darvekirinê de bi alîkariyê dewletên komploger re dest bi tecrîdeke giran a di navbera çar dîwarên Girava Îmraliyê de kirin.
*Di nav vê tecrîda giran ku di dîrokê de jî tecrîdeke wiha dijwar li ser tu kesî nehatî meşandinê, Rêberê Gelê Kurd dest bi berxwedaneke din a nivîsandinê kir û bi vî awayî di serî de civaka kurd tevahiya Rojhilata Navîn bi van nivîsan ronî kir û hê jî dike. Her ku dewleta tirk bi biryarên mîna cezakirin û rûyê tecrîdeke kambax derxistin holê Rêberê Gelê Kurd bi rêzeparêznameyan hem dadgehên Tirkiyeyê hem jî yên Ewropayê didarizandan.
*Piştî ku di 31’ê Gulanê de dadgehê bi awayekî lezûbezî biryara darvekirinê da û di 25’ê Mijdara sala 1999’an de ji aliyê dadgeha bilind ve hat erêkirinê; Rêberê Gelê Kurd dest bi nivîsîna yekem a bi sernavê ‘ Beyannameya Çareseriya Demokratîk a ji bo Meseleya Kurd’ kir. Ev nivîsa ku dê piştre wek pirtûkekê bê çapkirinê jî ji 168 rûpelan pêk dihat û li ser têgeha ‘Çareseriya Demokratîk’ sekinî bû. Her wiha bi nivîsa duyem a bi navê ‘Di Meseleya Kurd de Dubendiya Çareserî û Neçareseriyê’ (Kürt Sorununda Çözüm ve Çözümsüzlük İkilemi) jî bal dikişand ser pêvajoyên ku PKK gelek caran ji bo pêvajoyên çareseriyê di salên nodî de çawa li ber xwe daye, her wiha bal dikişand ser agirbesta di 1’ê Îlona sala 1998’an pêk hatî.
*Piştre bi demê re ji parêznameyên bi navê ‘Ji Dewleta Sumeriyan Ber bi Şaristaniya Demokratîk’ ku ji du cîldan pêk dihat, ji bo Dadgeha Ewropayê ya Mafên Mirovan (AÎHM) nivîsî. Di vê parêznameya xwe de Rêberê Gelê Kurd balê dikşîne ser dîroka mirovahiyê û bi taybetî avakirina bingeha şaristaniyê ya li Rojhilata Navîn destpê kirî û li tevahiya cîhanê belav bûyî.
*Rêberê Gelê Kurd di destpêka parêznameya Ji Dewleta Sumeriyan Ber bi Komara Gelan Ve’de wiha dibêje: “Di wê baweriyê de me ku ev gotinên min wê nirxê dîrokî îfade bikin, ji ber ku li ser esasê rast yên ronîkirina dîrokê ne. Nemaze di wateya parastina Rojhilat a li hemberî Rojava û çanda Rojhilata Navin a li hember Şaristaniya Ewropayê de dinivîsîm. Ligel vê yekê jî ez vî mafê xwe yê parastina ji bo AÎHMê ku parastina ji bo mafê mirovan, wek peywirekê ji xwe re dibînim, li ser platformeke hiqûqî ya demokratik hewl didim binirxînim… Ji ber ku şert û mercên girtina min û hêzên ku ev pêk anîne, hêzên serdest ên şaristaniya hemdem in, diyare ku divê parastina min jî bi vî rengî were pêşxistin. Sedemeke din jî ew e ku trajediya di şexsê min de hatî jiyîn ji şexsê min wêdetir; weke ku di pratika wê de jî xuya kirî, trajediyeke rastiya gelê kurd e… Ji ber vê yekê wisa bi awayekî kur nebe jî em ê hewl bidin analîzeke dîrokî ya şaristaniyê bikin û ligel gihandina çavkaniya pirsgirêkê em ê bi vê analîzê hewld bidin qala rêya çareseriyê bikin.”
*Hêzên komploger ên ku Rêberê Gelê Kurd revandî, radestî dewleta tirk kirî û piştre rê li ber tecrîdê vekirî di parêznameyan de dîroka wan a îxanetê bi awayekî berfirehî dihatin nirxandinê. Bi taybetî dema em bala xwe didin parêznameya bi navê ‘Parastina Mirovê Azad’ a ji bo dadgeha Atînayê ku di sala 2003’an de hatî çapkirinê, nirxandinên berfirehî li ser dîroka Atînayê û demokrastiyê hatiye kirin. Di vê parêznameyê de jî Rêberê Gelê Kurd ji aliyekî ve heyeta dadgeha Atînayê ku mayîna Rêberê Gelê Kurd a li Atînayê ji bo têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re wek xetereyê pênasekiribûn, rexne dike ji aliyê din ve jî balê dikşîne ser dîroka çanda Helenîzmê.
*Di destpêka nivîsa ‘Parastina Mirovê Azad’ de Rêberê Gelê Kurd wiha dibêje: “Ez îdia dikim ku çûyîna min a li Atînayê ji bo dostanî û aştiyê ne tehdîtek bû, berovajî wê di rola yek ji gavên herî dîrokî ya ber bi hevaltî û aştiya rasteqîn de bû. Heya ku dostaniya sexte ya Tirk-Yewnan encama nerasterast (dolaylı) a vê mayina min î li Atİnayê be jî, hevaltiya rast û aştiya rast wê encama rasterast be. … Dizanim ku siberoja hemû gelên herêmê bi taybetî gelên helen, tirk, kurd û ermenî di azadî, aşitî û dostaniyê de ye, ez ê kevneşopiya mirovên aqilmend ên mezin ên ku mînakên wan di dîrokê de gelek in, esas bigirim. Weke pêwistî û erka xwe dibînim ku di bin şert û mercên dijwar de û bi çavkaniyên pir kêm be jî ez ê parastina xwe li ser bingeheke dîrokî, felsefî û zanistî bikim. Tu daxwazeke min a şexsî nîne, heta ji destê min were ez ê berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelê xwe û mirovahiyê bînim cih. Ez di wê baweriyê de me ku ev nêzîkatî wê darazê ji şerma sedsala 20’an rizgar bike û bibe cihê ku heq dike û wê rê li ber darizandineke rasteqîn veke.”
*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi van nivîsên xwe yên bi hezaran rûpelan tenê ne parastina civaka kurd û gelê Rojhilata Navîn dikir; her wiha dîroka mirovahiyê bi nirxandin û xwendineke şoreşgerî radixist ber çavan. Derdorên ku ev rêzeparêzname dixwendin cara yekem nirxandinên feylezof û serokekî kurdan wisa berfirehî ditîn. Ji jiyana civakên xwezayî heta pêvajoya ku di dîrokê de jin çawa tune hatin hesibandin;Ji arkeoloji û felsefeyê heta ekolojiyê bi awayekî berfirehî Rêberê Gelê Kurdan rastî û dîroka mirovahiyê radixist.
*Di nîvê tecrîda ku li gor şert û mercên dawiya sedsala 20’emîn ên dijmirovî de; Rêberê Gelê Kurd; bi pênase, têgeh û dozîneyên nûjen deriyê aştî, azadî û demokrasiyeke rasteqînî li ber gelê kurd, civakên li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê vedikir. Yek ji van pirtûkên ku di vê çerçoveyê de hatî nivîsîn jî ‘Parastina Gelekî’ ya ku ji bo Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ye.
*Di pirtûka Parastina Gelekî de rêberê Gelê Kurd bale dikşîne ser pêvajoya hiqûqî ya dadgehên Tirkiye Û Ewropayê û dibêje ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê parastinên min ne wek a civakî û siyasî, wek ên şexsî digre dest û ji wateya wê ya rastî dûr dixe. Rêberê Gelê Kurd di pêşgotina vê parêznameyê de wiha dibêje: “Neheqî û şerên bêrehim ên sedsala 20. berhemên şaristaniya Ewrûpayê bûn. Ewrûpayê li dijî vê, Yekîtiya Ewrûpayê û hêza wê yadadgeriyê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û DMME ava kir. Lewra, eger naxwaze şeklî bimîne divê rast tespît bike ku di şexsê min de çi tê mehkemekirin. Ji serî ve, hewceye baş were zanîn ku li ser sînorê mafên ferdî qenciyek, ji niha ve berdêla xwe, divê tecrîdeke şidandî ya gihîştiye heft salan nebe. Helwestek bi vî rengî wê hem ji bo şexsê min û hem jî ji bo gelê ez nûneriya wî dikim bibe cezayekî rastîn. Ezê di parêznameya xwe de vî cezayî bixim lêpirsînê. Pir eşkere xuya dike, ez ne bi huqûqê fermî û ne jî bi mantiqê parastina urfî li ser mijarê radiwestim. Ez neçar im bi vî awayî nêzî dabaşê bibim. Bi bandora Ewrûpayê trajediyeke gelan heye, ez dixwazim vê yekê hinekî rave bikim û pir kêm be jî ez dixwazim di çareseriyê de keda min hebe, belkî bi vî awayî ez karibim bersivekê bidim bûyerên diqewimin. Bi taybetî, ez bi vê parêznameyê naxwazim rê li ber trajediyên nû vekim ku li ber teqînê ne. Lewra min hewce dît, ez li ser dîroka civakî, Rojhilata Navîn û rastiya Kurd rawestim. Di pêvajoya nû de tevgera PKK’ê divê wek aktorekî nû ciddî were dîtin û eger pirsgirêka Kurd were çareserkirin wê li Rojhilata Navîn li pey hev pêşketinê bibin, bi dersên ji dîroka nêz hatine girtin, şîroveyeke bi rexne li xwegirtinê pir girîng e.”
*Her wiha Rêberê Gelê Kurd di heman parêznameyê de nirxandin û nêrînên xwe yên li ser civakbûnê vedibêje û diyar dike ku piştî mirov ji cureyên familyaya prîmatan qût bûn, nêzî cureyên îro yên ku şertê civakbûnê anîne cih, ve hatin. Bi vê yekê ve girêdayî bi van hevokên xwe yên ; “Tenê ferd nîne. Dibe ku ferdeki civaka wî/wê hatiye rûxandin hebe, lê bi kêmanî ev ferd bi bîranînên civaka xwe ya wêrankirî re hê jî dijî.” balê dikşîne mirovahiyê ku hêza xwe bi saya civakbûyînê bi dest xistiye.
*Di pirtûka ‘Parastina Gelekî’ de Rêberê Gelê Kurd feylezofê Emerîkî Murray Bookchin (Mörri Bukçin) referans digre û li ser têgehên wek ‘xweserî’, ‘rêveberiya xweser’, ‘moderniteya demokratik’ disekine, her wiha van têgehan wek çareseriyeke ji bo erdnigariya Mezopotamyayê dibîne.
*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku bi van parêznameyên naverokên cur bi cur pêşî li civakan vedikir, rê û rêbazên çareseriyê yên ji bo meseleya kurd û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî di her parêznameyê de berfirehtir kir û pêş xistin. Parêznameyên ku hin ji wan ji bo dadgehên Ewropa û hin jî ji ya Tirkiyeyê re hatibûn nivîsînê her yek bi serê xwe êdî manifesto bûn û rêya jin, zarok, civakên bindest ronî dikir.
*Yek ji van parêznameya ku ji 5 cîldên pêk tê jî ya bi navê ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ e û Rêberê Gelê Kurd di vê parêznameyê de bi taybetî li ser paradigmaya Moderniteya Demokratîk û dibetiya wê ya ku li pêşiya krîza binyatî (strukturel) û her wiha li ser dibêtiyên (olasılık) çareseriyê yên pêkan disekine. Têgehên wek Modernîteya Demokratîk, Rojhilata Navîn a Demokratîk, Neteweya Demokratîk, Komara Demokratîk vedikole û li dijî hişmendiya Modernîteya Kapîtalîst paradigmaya azadiyê pêş dixe.
*Di pêşgotina parêznameya ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ de Rêberê Gelê Kurd wiha dibêje: “Dersên ku min di 3 mehên serpêhatiya navbera Atîna-Moskova-Romayê de girtî bêguman xwedî nîrxekî dîrokî ne. Hêza min a naskirina modernîteya kapîtalîst ku têgîna bingehîn a vê parastinê ye, di hemû zirx û maskeyên ku tê de hatiye veşartin, rasterast bi vê serpêhatiyê ve girêdayî ye. Ger ev serpêhatî çênebûya, ez dev ji van analîzan berdim, yan ezê di nav dewletparêziyeke neteweperest a primitiv a klasîk de asê bimama, yan jî min ê wek bi sedan mînakên berê, qedera xwe wek tevgereke çep a klasîk ên ku dewlet avakirî jî di nav de biqedanda.
*Di cilda sêyam a bi navê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ de Rêberê Gelê Kurd bi awayekî bingehîn balê dikşîne ser meseleya jinan ku ji dîroka avakirina desthilatdariyê ve hertim tune hatiye hesibandinê û her wiha li hemberî vê hişmendiya serdest ku çawa herka feminizm destpê kiriye. Lê kêmasî û nebesiyên femînizmê jî tîne ziman û diyar dike ku ‘Wateyeke mîna ku tenê jina bindest a zilamê serdest bê, tê nîşan dan’ û rastiya jinan a di aliyê aborî, siyasî, civakî zêde nayê dîtin.
*Li ser vê yekê Rêberê Gelê Kurd têgeha Jineolojiyê pêşniyar dike û wiha dibêje: “Rêzikên ku behsa jinê dike yên ku di vegotina mêrtiyê de ku mohra xwe li zanistên civakî û hemû zanistan daye, bi nêzîkatiyên propagandatîf ên ku bi ti awayî dest li rastiyê nagirin ve hatine barkirin. Statûya jinê ya rastî ku bi van gotinên mÎna çîn, mêtingerî, çewisandin û îşkenceyê yên di dîroka şaristaniyê de hatin nixumandinê bi heman awayî 40 carî zêdetir tên veşartinê. Di şûna femînizmê de têgeha jineolojiyê ango zanistiya jinê dibe ku baştir bigihêje armancê. Rastiyên ku Jîneolojî wê derxe holê ji yên beşên teolojî, eskatolojî, siyaset, pedagoji ku yên bi civaknasiyê ve girêdayîne, ne kêmtir rastîya wan hebe. Nayê nîqaşkirin ku jin hem ji aliyê fizîk hem jî ji aliyê wateyê ve yek ji beşa herî mezin a xwezaya civakî ye. Îcar çima ev parçeyê pir girîng ê ji xwezaya civakî nebe mijara zanistê?”
*Hewceye bêgotin ku bi belavkirina parêznameyan re ji aliyêkî ve di PKK’ê de gelek guherîn çêdibûn, tasfiyekar derketin holê, ji aliyê kî ve jî li girtÎgehan û piştre li tevahiya parçeyên Kurdistanê ev parêzname dihatin xwendin û rêya çareseriyên berfirehtir dibûn.
*Piştre parêznameyên Rêberê Gelê Kurd ji Îtalya heta Meksîkayê li gelek zanîngehên li Rojavayê cîhanê hatin xwendin û di semîneran de nîqaş li ser wan hatin kirin.
*Bi kurtasî Rêberê Gelê Kurd binê gelek têgehan dikole û wek encam çareseriyê jî bi nav dike.
*Grava Îmraliyê ku di encama hişmendiya aqilê serdestiyê de hatî avakirinê û hewldan mirovekî ku di her kêlî û saniyeyeke xwe de bi ruhekî şoreşgerî dijî û difikire, têxin zindanê. Lê ligel vê tecrîda giran û dijmirovî Rêberê Gelê Kurd bi nivîs, perspektif, fikrên xwe paradîgmayên ji bo civakên li Rojhilata Navîn pêşkêş dikir û bi sekn û jiyana xwe ya her kêliyê pratîkeke bi wate radixist ber çavan û li ber xwe dida.
*Ev gotinên Rêberê Gelê Kurd têra xwe ji me re qala berxwedana wî ya li îmraliyê dike: “Ji bo xirakirina vê lîstikê, min pêvajoya Îmraliyê weke platformeke îdeal nirxand. Ji bo vê jî min bingehê xwe yê teorîk ku pêdivî pê hebû, bi hêz kir. Min şertên çareseriya siyasî û aştiyane bi tevahî argumanên pratîk û felsefî beridandin. Ez li ser xweseriya çareseriya siyasî û demokratîk ponijîm. Ev xebatên ku zor bûn û ji bo wan diviyabû mirov bi sebir be, karîbûn girêkên kor ên komployê ji hev vekin û alternatîfên çareseriyê biberidînin. Di vê mijarê de ti çareya min ji bilî baweriya min a bi min tinebû.”