Çend roj berê li navenda Amedê jina bi navê Melek Aslan (24) ji aliyê birayê xwe ve bi awayekî hovane hat qetilkirin. Tişta balkêş ew bû ku ev jina ciwan li cihekî qelebalix ku tu caran polîs jê xalî nabin hat qetilkirin.
Ji bo çi min bal kişand vê? Ji ber ku rewş hatiye wê astê êdî mêrê ku hêza xwe ji polîtîkayên hikûmetê digirin û xwe wek ‘notirvanê’ namûsa jin û civakê dibînin, bi tu awayî hewceyî veşartina tu tiştan nabînin. Ji ber dizanin ev pergala ku bi her awayî wan diparêze û qanûnan li gorî wan diguherîne, ceza nade wan, berovajiyê vê wan xelat dike.
Melek mînakeke biêş e lê her roj li Kurdistan û cîhanê bi dehan jin tên qetilkirin. Êdî mêr kuştina jinan wek hobiyê dibînin; kuştina jinan wek maf dibînin!
Mêr û pergala ku pê xwedî dibe, li hemberî jinan ewqas bikîn in ku bifikirin kesên bi zanebûn an jî bi şaşî alîkarî bidin jinan, jinan ji tundiya mêr biparêze û nehêle qetil bike jî dikin hedef. Em dikarin vê bi mînakekî şênber bikin.
Salek berê li Stenbolê ciwanê bi navê Kadîr Şeker dema xwestibû jina bi navê Ayşe Dirla ji tundiya mêrê bi navê Ozgur Duran xilas bike, bi şaşî bûbû sedema mirina wî. Li wî ciwanî cezayekî giran hat birîn. Pergal vî cezayî ji ber bûbû sedema kuştina mêrekî neda, ji ber ku jinekê li dijî mêrê serdest parastibû û alîkarî dabû jin ceza kir.
Armanc ne ew e ku jin ji aliyê mêran ve bên parastin; armanc nîşandayîna rûyê hov ê pergalê ye. Bifikirin pergala ku li hemberî mêrekî wisa be dê li hemberî jinê çawa be?
Tişta ku dixwazim bêjim ev e: divê jin saniyekê jî di hiş û bîra xwe re ‘pergala mêr evqas ne hov e’ derbas nekin. Pergala mêr dikare ji rewşa heyî hîn hovtir be û ji bo pêkanîna hovîtiya xwe tu pîvanan nas nake.
Çend roj berê di şexsê Melekê de hemû jin hatin qetilkirin û divê jin tu carî baweriya xwe bi pergala mêrê serdest neynin ku ew her tim dixwaze jinan bi hovîtî qetlê bike!