Li gorî AFP`ê, cîgira Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Sabrina Singh di civîna çapemeniyê de axivî û got: “Ji 17`ê Cotmehê de li dijî hêzên me yên li Sûriye û Iraqê 46 êriş pêk hatine. Di wan êrişan de 56 leşkerên Amerîkayê birîndar bûne.”
Sabrina da zanîn ku di 24 saetên dawîn de hêzên Amerîkayê bi 4 êrîşan re rû bi rû mane.