28 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pêngava têkoşîn û demokrasiyê

Dîrok hafizeya civakî ye û ev hafize, ji bo dîtin û nirxandina kiryarên kevin û dersgirtinê ye. Dîrok kîlîda destnîşankirina rengên atlasa mêjî û zimanê mirovan e. Helbestvan T. S. Eliot dibêje ‘Desthilatdar nikare xeta êş û azara di navbera civak û dewlemendan de bibîne. Ji ber ku her dem maskeyek li ser rûyê desthilardan heye.

Sed sal in, strana demokrasiyê ji devê gelên Tirkiyeyê, bi taybetî ji devê gelê Kurd kêm nebûye.

Ya rastî aheng û muzîka her du stranan yek e. Lê gotinên wan ji hev cûda ne. BirêzAbdullah Ocalan di hevdîtina dawî ya bi malbatê re, bi riya biraziyê xwe Omer Ocalan, gotinên strana demokrasî û azadiyê, aheng û rîtma wê anî ziman. Got, dermanê birînên demokrasî, azadî û serketinê rêxistinbûn e.

Îdolên her du stranan li cîhanê gelekî kêm in. Em dîroka kevin deynin aliyekî, di serdema netewedewletan de; yek Gandhî, du Mandêla, sê Ocalan e ku derketin holê. Mirov dikare Allende jî di vê çarçoveyê de rêz bike, lê zû hate kuştin. Ahenga strana Gandhî hinekî cûda ye, lê gotin û rîtm yek in.

Van lîderan, xeşîmên kor û tarî yên di bedena civakan de ronî kirin. Fikrê wan bûne fanosa civakan û civakan jî têkoşînên destanî kirin. Van pêşengan belkî helbest nenivisîn, lê her lîderê ku helbestan dinivîse, demokrasî û azadiyan naparêze.

Mînak Bulent Ecewît, helbest dinivîsin, lê Kibris dagir kir, di pirsa kurd de, dev ji gavan berdin yek gotinek tenê ya bi zad nekir. Di serdema wî de Abdullah Ocalan bi awayekî korsanî hate dîlgirtin û teslîmî Tirkiyê hate kirin. Ecewît bêdengî û siyaseta sed salî ya faşîzma dewşîrmeyan tercîh kir.

Ecewît rastî darbeyeke leşkerî jî hat. Dil, ziman û destên wî hatin zincîrkirin, dîsa behsa azadî û demokrasiyê nekir. Sinorên ewrên reş derbas nekirin. Rojekê bi gotinekê dîlgirtina gelê Kurd, gelê Tirk jî dinav de, ya gelên li Tirkiyê neanî ziman. Di çarçoveya yekparêziya netewedewletê de, ji fikrê waliyê Enqerê Newzat Tandogan û îdeolojiya Ziya Gokalp dûr neket. Îdeolojiya çep-sosyalîstan bi çepitiya navendî(orta sol), parçe kir. Belkî gotina xesandinê baştir li bejna vî fikrê Ecewît were.

Dîrok hafizeya civakî ye û ev hafize, ji bo dîtin û nirxandina kiryarên kevin û dersgirtinê ye. Bi yek gotinê, dîrok kîlîda destnîşankirina rengên atlasa mêjî û zimanê mirovan e. Bi gotina helbestvan T. S. Eliot, desthilatdar nikare xeta êş û azara di navbera civak û dewlemendan de bibîne, ji ber ku her dem maskeyek li ser rûyê desthilardan heye. Dîtina vê xetê û eşkerekirina rastiyan, karê hunermendan e.

Di vê serdema ku bi banga Rêber Abdullah Ocalan, pengava aştî û civaka demokratîk dest pê kir de, divê em felsefeya dîrokê li ber çavan bigirin û li ser psîkolojiya kolektîf ya civaka Tirk rawestin. Civaka Tirk yekser nîn e, parçe ye û mirov dikare di 3 parçayen de destnîşan bike. Yek, Turk-î Îslam, Du, Turk-î Turan, Sê gelê Turk û di nava gel de dînamîkên demokratîk.

22 sal in, baskê Turk-î Turan û Turk-î Îslam desthilatdar in.

Comte dibêje, “mirî saxan bi rêve dibin.” Ev gotin, li bejna du beşên “turkî” tê. Ji ber ku her du beşên “turkî”, bi fikrê paşayên Îtîhat û Terakî, bi fikrê bextreş Ziya Gokalp, Nihal Atsiz, Alpaslan Turkeş û ideologê Birayên Misilman Hesen el Benna hareket dikin. Desthilatdariya AKP/MHPê ku ev 22 sal in hukumraniyeke teokratîk dimeşîne, hemû kategoriyên dewletê bikaranîn û xwest gelê Kurd tune bike. Di pêngava nû de jî êrîşên li dijî Tevgera Azadiya Kurd bi hemû dijwariya xwe didomînin. Ev dijwarî jî bi çekên kimyewî tê kirin.

Helbet li Tirkiyeyê guhertin hene, ev guhertin jî bi saya tekoşîna Kurdan ya nîvsedsalê çêbûne. Êdî strana azadî û demokrasiyê ya yek aheng û yek reng, weke sosyolojiya kolektîf ya civakên li Tirkiyê derketiye hole.

Guhertinên li Tirkiyeyê têra pêkanîna demokrasiya rasteqîn nakin. Demokrasî bê têkoşîna giştî û gelerî li ti welatan nehatiye saz kirin. Li Tirkiyeyê jî pêdiviya têkoşîna yekrezî, rêxistinkîrî heye. Abdullah Ocalan, belaş behsa giringiya rêxistinîkirinê nekir.

Ji bo fêhmkirina gotinên Ocalan û rastiya dewleta Enqereyê divê dîroka sed salî baş were fêhmkirin. Abdullah Ocalan di pirtûkên xwe de, hem rastiya sîstema cîhanê, hem sîstema Dewleta Enqereyê ku menendê wê li cîhanê kêm in, baş vegotiye. Ligel vê, beriya niha bi çend mehan, Prof. Dr. Taner Akçam jî sîstema sedsalî ya dewleta Enqereyê, bi pirtûka “Aparheid Sed Salî” nirxandiye. Beriya wî bi çand salan Prof. Dr Hamid Bozarslan, apartheida li Tirkiyê, bi 2 cildên li ser sîstema Kemalîzmê û pirtûka, “Dîroka Şidetê li Rojhilata Navîn” bi berfirehî nirxandiye.

Piştî “Manîfestoya Karl Marx û Friedrich Engels,” di sala 1848an de, li Londonê, gelek ideolog derketin hole, lê pêşengekî siyasî, felsefî ku dikaribe paradigmaya çîna karkeran, civakên bindest bike pratîkê dernekete holê.

Di nava ewqas demê de, sîstema cîhanê, bi avakirina netewedewletan demokrasî jî parçe kir. Di dewsa manîfestoya K. Marx û F. Ebgels de, “Manîfestoya Ekososyalîstan” derketiye hole, lê ji hêza pêkanîn û sazkarkirina demokrasiya gelan dûr e.

Demokasiya rasteqîn, tenê bi civakên demokratîk, karên kollektîf û rêxistiniyeke berfireh û têkoşîneke dijwar dikare were sazkirin û parastin. Bi vê têkoşînê jî divê qanunên demokratîk, destûrnameya demokratîk ku li gorî Peymana Mafên Mirovan ya Gerdunî werin amadekirin, bên tekûz kirin dibe.

Ji bo ku civak serê werîsê dîrokê di destên xwe de bigire, divê dîrokê ji bîrdoziyên teolojiyê rizgar bikin. Silava Erdogan ya çar tiliyan, silava Bahçelî ya serê gur, axaftinên devbikef yên Musawat beg, ji krîterên aqilê demokratîk dûr in. Di demokrasiyê de, di buyerên civakî de tesadif nîn in.

Li Rojhilata Navîn, rewşeke cûda heye û her desthilatdarî bûye ateş-î suzan. Li Tirkiyê jî, kêr gihaye hestî û dewlet ketiye nava tirseke mezin. Afirînerî, berhemdarî, cotkarî, pîşesazî, karkerî, exlaq, îman, qinyat û bawerî zikeratan dikin. Desthilatdariya AKP/MHPê çiqasî cehdê bike, di aliyên dîplomatîk de, serê xwe li vir û dera din bibe, civînan li Antalya û Stembolê sazkar bike, medyaya qesrê çiqasî ji devê jeneretorên tarî beyanên derewîn belav bike jî, teşiya ristinê, nema dikare rîsê xaf bihûne. Ferên aşan jî nema dikarin dexlê hûr bihêrin.

Ez dubare dikim, demokrasî jî azadî jî bi gotinan, bi runiştina li ser maseyan nayên bidestxistin. Têkoşîneke rêxistinî divê. Ev têkoşîna rêxistinî hem di aliyê çekdarî de, hem di aliyê civakî de tê kirin.

Niv sedsal e têkoşîna Kurdan, hem çekdarî hem civakî dewam dike û dîrokeke tekamûl-rast û rêkûpêk derxistiye holê û diyalektîka serdemê zevt kiriye. Weke Abdullah Ocalan jî got, êdî pêwistî bi têkoşîna rêxistinkîrî ya civakî heye. Erdogan û Bahçelî; azadî, demokrasî û mafan, weke şerbeta şekir û hingiv pêşkêşî Kurdan nakin.