13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêngava cejna vejînê û erka me

Hogir Berbir

Guleya fermandar Egîd a yekem, ne tenê guleyek e. Ew nîşana îradeyeke bêdawî li hember zilm û zordarî, asîmîlasyon û tûnebûnê ye û bi hêvî û îrade ber bi paşerojê ve gav avêtin e ku hebûna neteweyekî afirand û xwebûna wî diyar kir.

Di dîroka her gelî de rojek taybet heye ku sembola vejîn û berxwedanê ye. Û gel pê serbilind û şanaz e. Gelê kurd jî di dîroka xwe de cara yekem bi hevgirtin, biryardayîn, ruhê hebûn û vejînê bi destpêka guleya yekem dest bi vê rojê kir. Ev roja watedar a gelê kurd 15’ê Tebaxê ye. Bi guleya yekem a li Dihê ku di pêşengiya fermandarê mezin Egîd de wek mîlad hat qebûlkirin. Ew kêlî mîna destpêka têkoşîna azadiyê ya gelan jî hat hilbijartin û gel her sal bi coş û rûmeteke mezin vê rojê pêşwazî û pîroz dike.

15’ê Tebaxê ne tenê dîrokekê bi bîr tîne. Her wiha bûye sembola têkoşîna hebûn, berxwedan û vejînê ya gelên bindest jî. Guleya fermandar Egîd a yekem li Dihê bi vî awayî ne tenê guleyek e. Ew kêlî nîşana îradeyeke bêdawî li hember zilm û zordarî, asîmîlasyon û tûnebûnê ye û bi hêvî û îrade ber bi paşerojê ve gav avêtin e ku hebûna neteweyekî afirand û xwebûna wî diyar kir.

Ev roja taybet ji bo gelê kurd ji cejnê wêdetir e. Her sal di 15’ê Tebaxê de bawerî û hesreta xwe ya ji bo pêşerojeke geş tîne ziman û ji bin siya tarî ya paşerojê roj bi roj derdikeve. Ev roj ne tenê rojek e, di heman demê de îfadeya şênber a biryardariya gel a ji bo parastina nasname û ziman, çand, hebûn û daxwaza serxwebûn û azadiyê ye.

Di vê roja watedar de, her çi qas mîna kevneşopiyeke ji rêzê em negirin dest jî ku di bîra civakî de êş û xembariyeke kûr ajotiye û domandiye ku her sal ji bo vê êşê têk bibin, bi coş û heyecaneke mezin roja pîrozbahiyê pêşwazî dikin. 15’ê Tebaxê bi vî dirûvî dibe avakirina pirekê di navbera şopên têkoşîna berê û îro de ku gelê kurd bi vejîn û berxwedanê jiyana xwe bidomîne.

Bi vê roja vejîn û berxwedanê re ku tê, em gihandine ber ezmûneke ku di kûrahiya ruhî ya civak û ferdî de deng û rengekî nû vebide, bi xwe re biafirîne û li xwe biwerqile. Bi coş û heyecana vê roja watedar re, her çiqas rê li ber derketina rêze zehmetiyên mezin vekiribe ku tecrîd, xiyanet, tundî, her cûre êrîş û gef li der û dora gelê me wek ewrekî tarî li ser me ketibe, bêhnê li me biçikîne; bi zextên li derve yên ku hem ji kûrahiya dilê me û hem jî ji hawîrdora me tê, dest pê kiribe jî, bi rûhiyeta roja vejînê û bi serfermandarên roja me yên mîna Egîd wê nikaribin bi ser nekevin.

Bo vê, roja vejîn û berxwedanê ya ku dertê pêş me, bi pêş û paşê ve em gihandine ber ezmaneke wiha mezin. Di vê ezmûnê de qedera me tê nivîsîn. Êrîşên navxweyî û derve yên ku aramî û coşa vê serdema ku bi taybetî dixe bin siya xwe, her roj çiqas zêdetir dibe jî, wiha têk diçe. Ev êrîş hem ji kûrahiya dilê me tê ku bi hevgirtiya xiyaneta PDK’ê û hem jî bi gefên ji derve yên navneteweyî ve tên xwe nîşan dide.

Di vê xalê de divê nêzîkatiyeke li gorî ruhê cejna vejîn û berxwedanê em bikin karê xwe yê sereke û daxilî nava vê pêvajoyê bibin. Da ku helwestek e ku nirxên manewî yên kûr û ruhê berxwedanê di bingehê vê cejnê de nîşan bide, wê ne tenê van êrîşan bêbandor bike, di heman demê de ji nû ve zayîna me ya civakî û ferdî bi xwe re biafirîne û bibe mizgîna pêşerojeke azad.

Di vê pêvajoya aloz û dijwar de nêzîkatiyek li gorî ruhê cejna vejîn û berxwedanê xwedî girîngiyeke mezin e. Li hemberî van êrîşan bersiveke bi bandor û lihevhatî bê dayîn, hêza manewî û ruhê berxwedanê di bingeha cejnê de ku ruhê yekitî û berxwedanê pê re bê parastin, wê ne tenê parastina ruhiyeta neteweyî bi xwe re biafirîne, wê di heman demê de pêngavên ji nû ve zayînê û xurtkirinê jî bi xwe re damezirîne.

Dema ku em têgihiştineke berxwedanî ji nû ve saz bikin bi ruhê cejna zayînê re ku bigihînin hev, bi vê têgihiştinê re dê ruhê serxwebûn û ji nû ve zayînê re em ê karibin helwesteke neteweyî bi dest bixin li hember her cûre êrîş, tecrît û tundiyê. Û wê kes nikaribin aramiya me ya hundirîn û hevgirtina me ya civakî bilerizînin ku em ê karibin bi ruh û hêza pêngava 15’ê Tebaxê li hember her cûre gef û tûndiyê bi serkevin. Ev ruh û nêzîkatî wê teqez bike ku hem ruhê berxwedanê ya kesayetî û hem jî ya neteweyî bi nirxên manewî yên cejnê re bibe yek û me bi hêztir û bi giştî ji nû ve bi rêxistin bike. Ji ber vê yekê di vê serdema taybet de parastina me ya ruhî û civakî û jiyanî û zindîkirina ruhê vejîn û berxwedanê ya ku bi pêngava cejna vejînê re di asta herî jor de derketiye holê, wê bibe bersiva herî bi bandor li hemberî van hemû êrîşan.

Bi van hest û ramanan cejna vejînê em ê bi dilekî şad karibin pîroz bikin û ji niha ve hezarcarî pîroz be.