3 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pêngav, hesabpirsîna dîrokê ye

Medyaya Kurdî îro bûye xwedî artêşa rojnamegeran, bûye xwedî sazî û dezgehên curbicur yên ragihandinê. Vêca, li Tirkiyeyê hesabpirsîneke dîrokî heye. Li ruxmê ku nîvsedsal e têkoşîna vî hesabî tê kirin jî hê temam nebûye

22 Nîsanê salvgera rojnamegeriya Kurd bû û hate pîrozkirin. Ez jî vê rojê pîroz  dikim. Rojnameya Kurdistanê, 127 sal berê li surguniyê, li paytext Kahirê hate derxistin. 97 sal şûnde, dîsa li surgunê yekemîn televizyona Kurdî MED TVyê li Belçîkayê dest bi weşanê kir. Îro jî, li surgunê, li Belçîkayê navçeya Denderleuwê, MEDYA PLAZA KURD hatiye avakirin.

Vekirina MED TVyê, di çapemeniya Kurd de mîlad e. Kurdistan bir cîhanê û cîhan jî anî Kurdistanê.  Çar aliyên Kurdistanê anîn cem hev. Di nava Kurdan de jî bingeha nirxandinên siyasî, civakî û dîrokî ava kir.

Medyaya Kurdî li surguniyê jî rastî qedexe, înkar, tunekirin, dagirkerî, wêranî, êriş, girtin û talanê hat. Li gel van kiryarên antîdemokratîk û sûc, akademisyenên Tirk, kesên weke Sedat Laçîner, bi nivîsandina pirtûkên qaşo akademîk, şerê psîkolojîk, zanistî û erişeke gelemperî dane destpêkirin. Mirovên akademîk, alîgirên azadiyê, demokrasî, nasnamyên cûda, azadiya fikir û ragihandinan in. Mixabin dewşirmeyên Turk-î Turan û Turk-î Îslam ji van nirxên pîroz bêpar in.

Van akademisyenên nijadperestên radîqal, di lêkolînên xwe de, tu carê behsa kuştina rojnamevanên Kurd û bombekirina avahiyên rojnameyên Kurdan, qala azadiya fikir û ramanê azad nekirine. Tenê gelê Kurd terorîze kirine û her cûre mafên demokratîk, mafên bi peyman û kanûnên gerdûnî hatine misogerkirin, ji bo gelê Kurd mubah nedîtine.

Medyaya Kurdî îro bûye xwedî artêşa rojnamegeran, bûye xwedî sazî û dezgehên curbicur yên ragihandinê. Vêca, li Tirkiyeyê hesabpirsîneke dîrokî heye. Li ruxmê ku nîvsedsal e têkoşîna vî hesabî tê kirin jî hê temam nebûye. Di sed salî de gelên li Tirkiyeyê, ji serdemê hatine dûrxistin, weke ku ne li cîhanê dijîn, ji her cure pêşketinan bêpar hatine hiştin, di xeşîmên tarî de dîl girtine. Ev xeşîmên tarî bi desthilatdariya 22 salan a AKP/MHPê bêtir teng û tarî bûne. Lê dengê kolanan bilind dibe. Zext û zor jî dijwar bûye. Piştî banga Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk”, Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd ketin pêvejoyek nû. Bi rêya rêxistiniyeke giştî dixwazin bibin bersiva serdemê.

Ev serdema jî serdema avakirina demokrasiyê ye û wê ne hêsanî be. Ji ber ku demokrasiya li Tikriyeyê sed sal in, di rengê cûda de tê qadukkirin, bi darbeyên leşkerî tê xesandin, bi darbeyên siyasî tê qêlekkirin. Dîrok û rastiyên dîrokî hatine windakirin. Bi pêşengiya Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd, nîvsedsal e ji bo rizgariya dîroka winda têdikoşin. Daxuyaniya Rêber Apo, ya 27ê Sibatê jî, ji bo rizgariya demokrasiyê ye. Ev jî piştî hêvî, cesaret, têgihiştin, zanebûn, bawerî, hişmendî, lehengiya bi azamet, destanî hatin afirandin û pêk hatin.

Hate fêhmkirin ku rizgariya demokrasiyê, rizgariya dîrokê ye. Rizgariya xweza û gelan e. Roja hukum e. Dadgehên li Tirkiyeyê, êdî bi “hukmê” deshilatdariyê kar dikin. Her biryar weke skandal û darbeyên edlî û siyasî têne binavkirin. Di aliyê rewşenbîriyê de jî sînorên akademîk hatine talankirin, hişmendiyeke di rêyên winda de derketiye holê.

Li ser rûye erdê sûc têne kirin. Gera li edaletê li ezman tê kirin. Hêviyan digihînin dadgehên li axretê. Bi gotina Baudelaîreyî, rengê motîfên gelerî hatine windakirin. Mûrathan Mûngan jî dibêje, fîlozofiya helbestvanî hatiye windakirin. Ev jî tê wateya ku rastî hatiye parçekirin û ji dokumentariya zihnî hatiye dûrkirin. Ev jî fosîlkirina civakê ye.

Ji bo vê jî banga Abdullah Ocalan a 27 Sibatê, ji bo rizgariya demokrasiyê giring e. Tê wateya rizgariya mirovahî, xweza û dîrokê.

Em vedigerin ser rastiya; ‘Em di destpêka dîrokê de veşartî ne, dîrok jî di roja me ya îro de veşartî ye.’ Ev gotin rûdêna rast a serdemê ye. Apo jî vê rastiyê li gorî serdemê dubare dike. Bêguman rîsk zêde hene. Ji ber ku erdnîgariya her serdêmê cûda ye û ev serdem jî, di encama lêgerîna her serdema Îmraliyê, ku bi zor û zehetiyan derbasbûye de derketiye holê.

Erdnîgariya dewleta Enqereyê, di nava êş, azar, elem û qirêjiyên bi qolinc de derbas dibe. Tedawîkirina Loqman Hekîm a fîlozofiya civakî ye. Eqliyet û şarezatiya civakî, dunyewî, dewletî û rêveberiyê heye; têgihiştineke fîlozofî, şoreşgerî û çandî heye. Kuştina demokrasiyê rê li ber qeyranan vekiriye. Her qeyran qutbûna ji dîrokê ye. Dûrketina ji proje û pengavên çareseriyê ye.

Demokrasî yekane dermanê çareseriya qeyran û şikestinan e. Berterefkirina hemû nakokiyên cîhanê û naskirina hemû aydiyetan e.

Birêz Abdullah Ocalan, bi vê banga xwe hem ji ‘Tirkên Radîkal’ re, hem ji cîhana “Radikal a kapîtalîst re’ got: ‘Dijminatiya li dijî gelê Kurd, berdewama rih-giyan û zihniyeta dijminatiya li dijî gelê Cihu ye’. Da zanîn ku ev zihniyet, ji exlaqê siyasî û insanî dûr e. Anî bîra cîhana ku di serdema teknolojiya pêşketî, aqilê çêkirî ya weke oleke nû derdikevê hole de. Nîşan da ku yekane rêya çarseriyê jî ‘Civaka demokratîk’ e.

Li hemberî ku feylesof û aqilmendên cîhanê, di pêşbaziya teknolojiya pêşketî û aqilê çêkirî de dibêjin, “wê mafê mirovan bi tevahî tune bike, divê tedbîr bêne girtin”, Abdullah Ocalan, bi banga “Aştî û Civaka Demokratîk” nexşerêya parastina mafên civakan jî daniye holê.

Li aliyê din dixwazim bêjim; banga Apo, ji bo Kurdên ku berjewendiya xwe di Tirktiyê de dibînin e jî. Apo dibêje, di bedenekê de du giyan çênabin. Dengeya du giyanên di yek bedenê de, tê wateya mirinê. Di dema perwerdeya ciwan û gel de, her tim digot, “dijminê di bedena xwe de bikujin”. Ligel vê rastiyê jî kurdên ji bo berjewendiyan ji kurdbûna xwe feragat kirine, li her derê rastî gotina “çiqasî mafê gelê Tirk heye, mafê gelê Kurd jî heye” tên.

Ev jî tê wateya ku ev dabeş û babet, pirtûkeke vekiriye. Heta çareserî çênebe, kes wê nikaribe bergê vê pirtûkê bigire.

Helwesta van kesan jî, wateya têkçûna sinc(exlaq), dejenerekirina çand û meşrûtiyeta windakirina kesayetî û aydiyetê ye. Ev kiryar, ji bo civakan tê wateya dîlgirtina rojê. Dîlgirtina rojê jî, di nava civakan de, rê li ber anarşiya bê ideolojî vedike, endezyariya civakan jî birîndar dike.

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, hemû kesan para xwe ji kaosan girtine û digrin. Çavkaniya kaosan jî neçarseriya pirsgirêka Kurd e. Neçareseriya pirsgirka Kurd ku sed sal in dewam dike, komar ji wateya wê dûr kiriye. Serdestiya hiquqê tune kiriye, demokrasî jî kuştiye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, gaileyên jiyanê; yanê derd, êş, feqîrî, keder, birçîbûn, nebûna kar, rê li ber “sendromên civakî” vedike. Belkî li Bakurê Kurdistanê weke wêrankirina 8 bajaran, ev “gaile” û sendrom hinekî zêdetir in. Lê civaka Kurd xwezayî ye û dikare xwe ji van sendroman rizgar bike. Lê civakên Tirk û civakên bûne Tirk, bi hêsanî nikarin.

Yekane rêya li pêşiya civaka Tirk, destekkirina pengava aştî û civaka demokratîk e.

Têkçûna li Tirkiyeyê, bi şerê li dijî Kurdan dest pê kir. Eger li Tirkiyê qût nebe, sedem bombardumanên tunekirina gelê Kurd û erdnîgariya Kurdan e. Di şerê neteweyî yê dewleta Enqereyê de, di salên 1919-1921î de Kurdan di aliyê aborî, leşkerî û çekdarî de, gelê Tirk û paşayên Îtîhat û Terakî destek kirin. Di şerê duyemîn ê Cîhanê de jî, dewleta Enqereyê îflas kiribû. Gelê Kurd bi dexl û qût, bi baceke zêde dewlet xwedî kir.

Eger xwendekarên me li dîroka îktîsadî ya Tirkiyê binêrin, wê van rastiyan bibînin.

Îro Kurd ji ber bombardumana erdnîgariyê, xirabkirina gundan, nikarin pez xwedî bikin. Nikarin biçin zozanan. Ji ber vê Tirkiye mecbûr maye li derveyî welat goştê sor dikire. Karker û kedkar, ne ji mehê carekê du-sê mehan carekê, nikarin goşt bixwin. Ev rastî, yek ji mînakan e.

Feqîrî ne şerm e. Mirovên nikarin goşt bikirin divê neyên sucdarkirin. Lê mirov mecbur in li dijî qedera bi destên desthilatdariya ceberûd û fikrê neteweperestiya hişk, li dijî talan, rant û şelandinan berxwedanê bidin destpêkirin.

Kaos kûr e. Lê gel dikare mil bide milê hev, ji newala kûr derkeve serê lûtkeya çiyayê azad. Divê civaka Tirk, fêhm bike ku ciwanên Kurd li çiyayên Kurdistanê ji bo wan jî şer dikin û canê xwe feda dikin.