19 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pêngav bi pêngav

Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de dibêje, ‘’Divê hebûna kurdan bi hemû aliyên xwe ji aliyê zagona komarê ve were pejirandin.’’ Wateya vê: dawîlêanîna polîtîkaya înkarê û pejirandina hebûna kurdan e.

Şanîdar şikefteke li başûrê Kurdistanê, li herêma Bradostê ye, ku salên 1950-60î hat kifşkirin û kolandin. Li vê derê bermayiyên berî niha bi 65-35 hezar salan ên mirovên Neandertal, ku wek destpêka mirovbûnê tê nasîn hat dîtin. Neandertal bi hev re jiyane, bi hev re danûstendin kirine, bîrûbawerî parvekirine û ji bermayiyên kulîlk û polenan tê fêhmkirin ku hest, raman bi pêş de birine û karûbarên hevpar kirine.

Piştre sedsal û hezar sal derbas dibin û Neandertal ciyê xwe ji Homo Sapiens re dihêlin. Arkeolog bi pey şopa Homo Sapiensan dikevin û wan jî dîsa li Kurdistanê li kêleka çemê Şanîdar, Jermo, Zawî yê li herêma Bradost û Silêmanî, li bakurê Kurdistanê jî li Girê Mirazan, li Erxeniyê, li Heranê û li gelek deverên din ên navbera Dîjle û Firatê û ji rêzeçiyayên Zagrosan heta Torosan dibînin, ku ev yek heta berî zayînê bi duwazdeh hezar salan didome. Homo Sapiens di van salan de, êdî li Kurdistanê niştecih dibe; çand, huner, wêje û bîrûbaweriyê bi pêş de dibe û bi dîtina nivîsê ya li jêra Mezopotamyayê deriyekî nû li ber mirovahiyê vedike.

Piştre şaristanî bi bajarvanî, dewlet, artêş, binesazî û avahîsaziyê dest pê kir; bajardewletên wek Ûr, Ûrûk, Sumer, Akad, Babîl, Asûr, Med, Pers û Roma derketin holê. Şaristanî bi pêş ket, sazûmana koledarî û bûyera bîrûbaweriyên olî û ramana demokrasî û azadiyê bi pêş ket.

Dîsa ji aliyê dîroknas û arkeologan ve tê dîtin ku Kurdistan dilê van pêşketinan e. Ji van pêşketinan em çi fêhm dikin: Mirovên îro em wek kurd bi nav dikin ne kêmî 65 hezar sal in, li ser vê axê jiyane. Van mirovan bi hev re jiyan ava kirine, bi hev re keniyane, bi hev re giriyane, bi hev re çûne nêçîrê, bi hev re erd kolane û çandinî kirine; bi hev re xwedawend afirandine û baweriya xwe pêk anîne, bi hev re şer û aştî kirine, bi hev re şîn û şahî jiyane, bi hev re alavên jiyanê afirandine û bi kar anîne; bi hev re raman, ziman, wêje bi pêş de birine û bi hev re bûne xwediyê çand û dîrokeke hevbeş û hunereke bêhempa.

Di van 65 hezar salan de, kurd ji roja dapîr û bapîrên wan ên Neandertal ketine şikefta Şanîdar heta îro li ser heman axê jiyane. Kurd ne ji ciyekî din hatine ser axa Kurdistanê, ne zimanek û peyvên vî zimanên ji deverên din dizîne, ne jî ji nav miletên din zarok anîne û veguhertine. Kurd orjînal mirovên li ser vê axê ne, ku bi guherîn û veguherîna 65 hezar salan, bi zimanê xwe yê dewlemend, bi çanda xwe ya dergûşa mirovahiyê heta roja me hatine. Ji bo wê Kurd mirovine şareza, dîrokî, neteweke hevgirtî yê xwediyê çand, dîrok, erdnîgarî, aborî, raman, ziman, huner û hestên hevbeş ên 65 hezar salan in.

Gava ku gelek gel, qewm û miletên din netewbûna xwe hîn piştî zayînê bi hezar – du hezar salan didin destpêkirin û pêk tînin, kurd ji dîrokê ve bi hezarên salan û vir ve tov û bingehên netewbûnê bi xwe re tînin. Li ser ruyê cîhanê neteweke din ê xwediyê dîrokeke wisa dewlemend a rehên xwe berdide kûrahiya dîrokê tine ye. Ji bo wê, divê kurd bi xwe, bi dîrok, çand, ziman, huner, erdnîgarî û hebûna xwe serbilind, bixwebawer û serfiraz bin.

Her çendî di sed salên dawî de ji aliyê sermayedarî, emperyalîzm, kolonyalîzm û desthilatdariyên cîhanî û herêmî ve hebûna kurdan hatibe înkarkirin û hemû mafên wan hatibin xwarin jî, ev yek nikare rastiya dîroka kurdan a li Kurdistanê hatiye jiyîn, biveşêre û înkar bike. Ger îro şaristanî gihîştibe asta bikaranîna hişê dîjîtal, deyndarê Neandertalên dapîr û bapîrên kurdan in ku di şikefta Şanîdarê de kulîlk dane destên hev .

Divê mirov bi vê rastiyê li bûyera têgihên ‘hebûn’ û ‘înkar’a kurdan binêre. Înkarkirina hebûna kurdan ev sed û du sal in dest pê kiriye, lê rastiya hebûna kurdan ev 65 hezar sal in heye. Kurd îro hewl didin vê rastiya 65 hezar salî bixin şûna înkara sed û du salan. Înkar ewçendî dijwar û dilşewat e ku li hember kombûna çanda 65 hezar salan wek agirê bigire zeviya genimê seridî lê diçe. Ger rehên çand û zimanê kurdî dirêjî kûrahiya dîrokê nebûya, niha li holê ne kurd, ne kurdî, ne jî Kurdistan dima, lê tevî agirê asîmîlasyonê, tevî kuştin, girtin, qirkirin û înkar û îmhayê, kurd, kurdî, Kurdistan li ser xwe ne û wek rojê her sibeh derdikeve.

Di van sed û du salan de kurdan bi her awayî li ber xwe da. Berxwedaneke bêhempa li giştiya Kurdistanê bi pêş ket; çi bi şer, çi bi hest û raman, kurd têk neçûn, zindî man û niha gihiştin asta, ku ji tirk, ereb û farisan re bibêjin, «binêre ez heme, wek tava rojê dibiriqim, min bibîne û bipejirîne».

Birêz Ocalan jî vê rastiyê di hevdîtina xwe ya dawî de bi vî awayî derdixe pêş û dibêje, ‘’Divê hebûna kurdan bi hemû aliyên xwe ji aliyê zagona komarê ve were pejirandin.’’ Wateya vê: dawîlêanîna polîtîkaya înkarê û pejirandina hebûna kurdan e. Gava komara Tirkiyeyê kurdan wek hebûnekê bipejirîne, ew ê bibe pêngava yekemîn a bidawîlêanîna siyaset û pêkanîna înkar û îmhaya sed û du salan. Heta dewlet hebûnekê nepejirîne, mirov nikare li ser dayîna mafên wê jî biaxive. Piştî pejirandina ‘hebûna kurd’ êdî pêngava duyemîn a dayîna mafên vê hebûnê wê werin holê. Piştre di pêngava sêyemîn de jî bikaranîna van mafan û di pêngava çaran de bicihkirin û berfirehkirina van gavan wê were rojevê. Kurd wisa pêngav bi pêngav wê rastiya xwe ya 65 hezar salan a neteweke qedîm û dewlemend bixin şûna înkar û îmhaya sed û du salan a dagirkeriyan û bi vî awayî wê xwe bigihînin maf û rûmeta xwe.