Beriya 26 salan hêzên navdewletî li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi Komployek Navdewletî kirin û di encamê de radestî dewleta tirk kirin. Rêber Abdullah Ocalan ku li girtîgeha Îmraliyê di bin êşkence û tecrîdek girankirî de 26 salin tê girtin, zêdetirî 43 mehin bi ti awayî agahî jê nayê girtin. Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwênî ku bi xwe jî li gel Rêber Ocalan hevdîtin kiriye, têkildarî salvegera Komploya Navdewletî ji ajansa Rojnews’ê re axivî.
Di destpêka axaftina xwe Pênciwênî qala beşdarbûna hêzên navdewletî di vê komployê de kir û wiha got: “Welatên Amerîka, Brîtanya, Yewnan, Almanya, Îsraîl û hinek welatên din ên NATO û dezgehên îstîxbaratê beşdarî komploya dijî birêz Ocalan bûn. Di wê demê de Serokê wê demê yê Amerîkayê Clinton telefonî Serokwezîrê wê demê yê Îtalyayê (Massîmo D’Alema) kir û daxwaz kir ku birêz Ocalan ji Îtalyayê derbixîne û radestî Tirkiyeyê bike. Ev jî îspata vêye ku ev komployek navdewletî bû.”
Di dewamê de Mihemed Emîn Pênciwênî diyar kir ku xwestin bi dîlgirtina birêz Ocalan gelê Kurd tune bikin û wiha anî ziman: “Doza Kurd di şexsê birêz Ocalan de kom kiribûn. Ji ber ku pirsgirêka Kurd di asta cîhanî de hatibû ser dîkê û PKK û Abdullah Ocalan hewla çareserkirina vê pirsgirêkê didan. Wisa difikirîn ku ger birêz Ocalan dîlbigirin û ji qada siyasî dûr bixin, wê Kurd ber bi tunebûnê ve biçin. Têkoşîna Kurdên Bakur û gerîlayên serê çiya, wek daxwazên komplogeran bi dawî nebû. Têkoşîna vî gelê berxwedêr girtina birêz Ocalan veguherand serketinê û bi têkoşîna xwe ya siyasî, dîplomatîk, çandî û çekdarî Kurd ji vê komployê rizgar kirin.”
Her wiha Mihemed Emîn Pênciwênî bal kişand li ser xurtkirina têkoşîna ji bo azadiya Ocalan û wiha domand: “Ji bo azadiya birêz Ocalan divê xebatên girseyî yên dîplomasî û siyasî li welatên mezin yên cîhanê zêdetir bikin. Parlamenterên kurd jî divê parlamentoya Tirkiyê bikin platforma parastina gelê Kurd. Ji aliyekê ve ji bo avakirina azadiya fizîkî û li aliyê din jî ji bo pûçkirina komploya dewleta Tirk a ji bo zindankirina doza Kurd bi Birêz Ocalan re, têkoşîn bê kirin. Têkoşîna siyasî ya Kurd ku heta niha berdewam dike, divê bê parastin û partiyên Kurdistanî yekgirtin û yekîtiya netewî biparêzin. Her wiha ji bo doza Kurd ji pencê dewleta tirk a derkeve û Kurd bigihin armancên xwe, lihev bikin.”
Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwênî herî dawî tekez kir ku doza Kurd bi giştî û piraniya pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi azadiya birêz Ocalan û demokratîkbûna dewletên dagirker ên ku li ser Kurdan dimeşînin ve girêdayî ne. Pênciwênî got, heta ku ev dewlet nebin welatên demokratîk û bi azadiya Kurd bawer nekin û birêz Ocalan azad nebe, dê pirsgirêk di çarçoveyeke aloz de bimînin.