20 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pênaseya Spînoza “Causa Sui” û Peyva “Xweda”

Sîesta Mîlano  

Spînoza dîtina Xwedayê olên yek-xwedayî ango olên Brahîmî neyî dike û şêweyeke nû ya fehmkirina Xwedê pêşniyar dike. Li gorî vê, Spînoza bawer dike ku hemû bûyer û tişt li gerdûnê bi awayekî rêkûpêk û li gorî zagonên xwezayî pêk tên. 

Di vê nivîsê da em ê li ser etîmolojiya peyva “Xweda” û têkiliya wê bi feylesofiya Spînoza a panteîst re bisekinin. Nemaze jî pênaseya ku ji bo xwezaya xweda rave dike, ku di pirtûka xwe a bi navê Ethica de wekî “Causa suî” (sedema xwe bi xwe an jî xwe-sedem) aniye ziman de em ê bisekinin û di navbera wan de em ê analîzekî pêş bixin. Lê berî wê em ê bi kurtasî qala ramana Spînoza a panteîst bikin.

Panteîzma Spînoza û têgihîştina Xweda

Baruch Spînoza, feylesofê Holandî yê sedsala 17an, bi teoriya xwe ya panteîzmê navdar e. Panteîzma Spînoza dîtineke xwedênasiyê ye ku têkiliyeke taybet di navbera Xwedê û gerdûnê de datîne. Li gorî vê teoriyê, Xwedê û xweza (sirûşt) ne du hêzên cuda ne, lê belê yek in. Ev tê wê wateyê ku her tiştê di gerdûnê de, çi zindî çi bêcan, parçeyek ji Xwedê ye.

Spînoza dibêje ku gerdûn û hemû tiştên tê da hene, di rastiyê da modên cewhereke tenê ne, ku ew jî Xwedê ye. Ew vê cewherê weke “Deus sive Natura” (Xwedê an jî Xweza) bi nav dike. Li gorî wî, ev cewher bêdawî ye û xwediyê taybetmendiyên bêdawî ye. Di panteîzma Spînoza de, Xwedê ne wek afirînerek kesane tê dîtin, lê wek hêza bingehîn a gerdûnê tê pejirandin. Ev hêz di her tiştî de heye û her tişt jê pêk tê. Bi vî awayî, Spînoza dîtina Xwedayê olên yek-xwedayî ango olên Brahîmî neyî dike û şêweyeke nû ya fehmkirina Xweda pêşniyar dike. Li gorî vê, Spînoza bawer dike ku hemû bûyer û tişt li gerdûnê bi awayekî rêkûpêk û li gorî zagonên xwezayî pêk tên. Ji ber vê yekê, ew dîtina nûwazeyan neyî dike û dibêje ku her tişt di çarçoveya zagonên xwezayî de diqewimin.

Ev nêrîn di wê demê de pir radîqal dihat dîtin û bû sedema ku heta Spînoza ji civaka xwe ya cihû jî were dûrxistin. Li gorî panteîzma Spînoza, meriv jî parçeyekî ji vê yekîtiya mezin e. Meriv dikare bi rêya zanîn û fêmkirinê bigihêje Xweda, ango xwezayê. Ev gihîştin ne bi rêya oldariya kevneşopî, lê bi rêya zanist û feylesofiyê pêk tê. Spînoza bawer dikir ku meriv çiqasî xwezayê baş fêm bike, wê ewqasî nêzîkî Xweda jî be.

Pênaseya Spînoza “Causa suî” û etîmolojiya peyva “Xweda”

Li gorî pênaseya Spînoza “Causa suî” heke em werin li ser nirxandina peyva “Xweda” a di kurdî de. Ev peyv nîşan dide ku peyva Xweda, xwedî wateyeke kûr û çend-qatî ye, û bi awayekî balkêş digihîje panteîzma Spînoza an jî nemaze digihêje pênaseya wî a ku di çarçoveya ramana panteîst de ku dixwaze xwezaya xweda pênase bike.

Li gorî vê,

  • Xwe: Xwe, bi xwe
  • Da: Da, dayîn
  • Bi hev re: “Xwe-dayî” an jî “xwe-dayîn”

Yekîtiya hebûn û çalakiyê

  • “Xwe” hebûnê nîşan dide.
  • “Da” çalakiyê nîşan dide.
  • Ev yek dişibe dîtina Spînoza ya ku Xwedê him cewher e him jî çalakî ye.

Peyva “Xweda” bi vî awayî xwezayeke domdar û xwe-afirandî dide xûyakirin û bi panteîzma Spînoza ra jî hevaheng e. Heke em hinekî din jî berfireh vekolin, “Xwe” di kurdî de cînavkeke vegerok e, ku tê wateya “self” an jî “own” di îngilîzî de. Ev beş nîşana xwebûnê, serxwebûnê û hebûna serbixwe ye. “Da” jî forma dema borî ya lêkera “dan” e, ku tê wateya “to give” di îngilîzî de. Ev beş çalakiya dayînê, afirandinê û berhemdayînê nîşan dide.

Dema ku em van her du beşan bi hev re dinirxînin, em dikarin bibêjin ku “Xweda” tê wateya “xwe-dayî” an jî “xwe-dayîn”. Bi gotineke din, ew hêzek e ku xwe dide, xwe diafirîne, an jî xwe pêk tîne. Ji ber vê jî ev têgeh gelek balkêş e ji ber ku ew rasterast bi têgeha “causa suî” a di feylesofiya Spînoza re têkildar e. Weke me di peyva “Xweda” de dît, him hebûn (xwe) him jî çalakî (dayîn) heye. Ev yek nîşan dide ku di têgihîştina kurdî de, Xweda ne tenê wek hebûnekî lê belê herwisa wek çalakiyekî jî tê dîtin. Û Xwedê ne tenê hebûneke ku li dervayî xwezayê ye, lê belê ew di heman demê da çalakiya afirîner a xwezayê bi xwe ye jî. Di vê çarçoveyê da, “Xweda” ne wek hêzek statîk û bêliv, lê belê wek pêvajoyeke domdar a xwe-dayînê tê famkirin. Ev dinamîkbûn di heman demê da nîşana berdewamiya afirandin û guherînê ye di xwezayê de.

Encam û analîz 

Di encamê da, em dikarin bibêjin ku etîmolojiya peyva “Xweda” di zimanê kurdî de gelek kûr û wateyên feylesofî di nav xwe de dihewîne. Ev peyv ne tenê navek e ji bo hêzeke bilind, lê belê ew di heman demê da nêrîneke feylesofî ya li ser xweza, hebûn û çalakiyê jî di xwe da dihewîne û formulîze dike.

Ev têgihîştin ku gelek nêzî feylesofiya Spînoza ye, dikare bibe bingehek ji bo lêkolînên berfirehtir ji bo teolojiyê û feylesofiya olî. Herwiha, ew dikare bibe çavkaniyek ji bo danûstandinên navçandî û navfeylesofî jî ku dikarin perspektîfên nû li ser pirsgirêkên gerdûnî yên wek têkiliya di navbera Xweda û xwezayê de, azadiya mirov, û wateyên kûr ên hebûnê pêşkêş bikin. Bi vî awayî, em dibînin ku peyva “Xweda” di kurdî de ne tenê dikare weke wergera peyva “Xwedê” bê dîtin, lê dikare wek formûlasyoneke kurt û xurt a panteîzma Spînoza û têgeha wî ya “causa suî” bê dîtin. Ev yek nîşan dide ku zimanê kurdî xwedî flexbîlîteyeke ango vamtoyiyeke mezin e ji bo derbirîna ramanên kûr ên feylesofî.

Nirxandina me destnîşan dike ku kurdî ne tenê zimanek e ku dikare ramanên feylesofî yên kûr rave bike, lê di heman demê de dikare wan ramanan bi awayekî hêsan û xwezayî formûle jî bike. Li gorî vê, heke Spînoza feylesofekî netewe kurd ba dikarî bû bi hêsanî bi peyva Xweda ramana xwe a teolojîk ya tevlihev bi peyvekî tenê – “Xweda” – formûle bikira. Û ev yek dê bikarîbûya bibe sedema pêşketineke mezin di feylesofiyê de, ji ber ku dê bikaribûya têgehên kompleks ên metafîzîkî bi awayekî hêsantir û zelaltir pêşkêş bikira. Wekî encam û armanca vê nirxandinê em dixwazin bibêjin ku zimanê kurdî ji bo feylesofî û zanistê yek ji zimanê ku di xwazaya xwe de herî bi vac (lojîk) û teknîk e.

ÇAVKANÎ
Aydın, H. (2019). Spinoza ve Tanrının Doğası (Spînoza û Xwezaya Xwedê). Stenbol: Weşanên Dergahê. 
Kerim, A.H. (2019). Kürtçenin Etimolojik Sözlüğü (Karşılaştırmalı), Weşanên Ar. 
Spînoza, B. (2011). Ethica, Ordine Geometrico Demonstrata Et İn Quinque Partes Distincta (Geometrik Yöntemle Kanıtlanmış ve Beş Bölüme Ayrılmış Ahlak) (Werger: Çiğdem Dürüşken). Stenbol: Weşanxaneya Alfayê