Cihan, bi liv û tevgera her zîndî weke werçerxaneke diyalektîk her hebûye û roja me ya îro da jî ev werçerxan berdewam e. Ev liv û tevger sereke xwe dispêre du ergerên bingehîn, yek; karesatên xwezahî, duyem karasatên sazûmankarî ne. Karasatên xwezayî, erdhej, xela-birçîbûn, şewat, lêhî û cemed-qeşa ne, ê sazûmankarî; şer, hilweşandina sîstemên siyasî, dagirkerî, bi darê zorê ji cih û war derxistin an jî şerê navxweyî. Dikare mirov van egera zêdejî bike lê ji bo mijar bê femkirin ev bes in.
Gelê kurd, ji egerên siruşt pir kêm koçber bûne, koçberiyê bûne jî bajarekî Kurdistanê bajarekî din an jî herêmekî derbasî herêmekî din bûne. Ji ber, siruşta Kurdistanê ji her alî ve derfet dide ku jiyan berdewam be, xwezaya Kurdistanê çar demsalên têr û tijî derbas dibe, her wiha xwezaya Kurdistanê di rojekê de çar demsal tên jiyandin. Yanî cihekî befir, qeşa be jî di newaleke rex de derbihar e, dakevî deştekê havîn e. Yanî di hokarên konjekturel de koçberî Kurdistanê pir kêm in, ên heyî jî koçberiya navxweyî ne.
Dîroka ku tê zanîn koçberyiyê çanda Aryen heye û ev şêwazekî xwezayî e, her wiha mirovahî belavbûna her aliyê parzemînê cîhane pêk hatiye. Ev berbelavbûn, ne ku zanebûn, bi plan program in, koçberiyên hoz ên xêlan e, Kurdistan û kurd jî bi vê pêlen herikandinê çûne. Lê xirabtirîn pêlên koçberiya kurdan Şerê Çaldiranê û şûnde pêk hatiye, têybet desthilata Osmanî û bermahiyê wê komara tirkan ji boy demografiya Kurdistanê biguherîne dest çi bê kiriye û îro jî dike. Bê guman di sînorê gotarekî da mirov nikare vê şîrove bike lê têybet koçberiya kurdên Xorasanê, Turkmenîstanê, Afganîstan, Pakîstan û Sovyeta berê, her wiha Ewropa û îro jî Amerîka, Kanada giranî berhemên polîtîkayên komkujiya dewleta Tirkiye ne.
Di rojameya îro de, dervayî sînorên Kurdistanê (bajarên tirkan, Îran, Iraq û Sûriye jî di nav de) nêzî sî mîlyon kurd dijîn, ev hejmar asîmîla çandî, ziman û exlaqî re ru bi rû ne. Her wiha çil mîlyon jî li ser axa xwe ne, axa welat jî çar parçe û bi sîstem û destûrê çar welatê dagirker tên birêvebirin. Îran, teokrasiya şîagerayî, Iraq demekê melîkî, 1958 bû sîstemeke komarî, îro jî federasyon e, Suriye dîktatoryiya partiya Beas a nîjatperest, meshepperestê îsmaîlî-şîagerayî, Tirkiyeyê jî bi nav komar-sekuler lê nîjadperestiyeke tirkizmê, sîstemeke faşîzan e. Di encamê de dervayî welat an jî li ser axa welat jenosîdekî çandî, aborî, siyasî, exlaqî-bîrdozî, her wiha bi xwînê, zor fîzîkî jiholêrakirin ev sed sal in dewam dike, roja îro jî bê navber ev polîtîkayên tunekirinê berdewam in.
Bê guman, tekoşîna gelê kurd ev sed sal in bê rawestan berdewam e, têkoşîn mezin-pûçûk, kultûrî, polîtîk, bîrdozî, aborî û eskerî her hebûye û îro jî heye. Lê di roja îro de hem derfet zêde ne, hem jî xeterî û êrîş pir alî, bê sînor in, ji boy van êrişên piralî tekoşînên piralî pêwîst in yanî têkoşîn ne tenê erkê rêxistinekî an jî hin saziyan e. Kî çi dest tê pêwîst e bike, mînak mala xwe da zarokê xwe re çanda kurdî fêrke, dîroka Kurdistanê fêr bibe û fêr bike, demogarfiya Kurdistanê, jeolojiya wê, olên wê, zaravayên wê, xêr û dewlemendiyê wê yên ser ed, binerd fêr bibe, der û dora xwe fêr bike.
Rewşa şênber, rojhilat, başur bi tîpên aramî ne, bakur, Rojava (gorî derfetan) tîpên latînî dinivîsînîn û dixwînin, dervayê welêt, Sovyeta berê giranî tîpên kirîlî û ermenî, gurcîkî, qazaxî, yanî tam şorbê tirşik e. Ewropî û yên din jî tîpên latînî lê zimanê wan welatên tê de dijîn. Bê guman, ev avantajeke û derfetek e jî, ji ber kurd çanda û zimanê cîhanî fêr dibin, dixwînin, di wan welatan de di nava pergalên winda jî cih bi cih dibin, ev derfet bi şêwazekî pozîtîf wê bikeve xizmeta tekoşîna Kurdistanê. Lê mijara ku em baldar bin, di anha sîstema cîhanî û ya dagirkeran de bişaftandin-asîmîlasyon pir derketiye pêş, êdî şêwazê nasnama kurdî winda dibe. Weke îddayê tirkan ¨ê koka xwe kurd¨, bi wate; mînaka postreşên amerîkî gotine ¨me her tiştê xwe winda kir, tenya postê me ma¨, neyê serê me kurdan! Lê postê me ya ku nasnameya me diyar bike jî nîne, em hindî-awropî ne û di nava winda bişaftin pir bi lezjî pêş dikeve.
Mamoste û şaîrê hêja Abdullah Pêşew çend sal berê di bernameyeke Televîzyonê de gotîbû ¨tekoşîna azadiyê kurd, çanda kurdî zîndî kir lê eger hişyarî neyê tevgerandin, ev zîndîbûn dibe ku navarok bi aliyê dagirkeran bê valakirin û çanda kûrdî puç û bê wete be¨
Taybet pêşketina torên sanal, zanebûn û bi plan êriş pir alî ser çanda kûrdî hene û berdewa me. Her wiha, têybet jî di beşa muzîk-stranan de bêpîvanî, bêmebdeyî, bê çih, bê war her tişt tê gotin. Taybet saha Sovyeta berê, strangotin kurdî lê qirik, ermenî, rusî, kafkasî, erebesk, yanî tenya gotinê kurdiyekî qels, hevok parçekirî, cil û bergên hunermendan ên din cihê mixabiniyê ye! Lê her kes dizane ku bingeha çanda kurdî, taybet jî diqadên muzîkê de herî zêde kurdên Sovyetê parastin, pêşxistin lê niha êdî we lê hatiye ku xwekujî, jixwerev heye.
Bakurê Kurdistanê, gelek hunermendên hêja jî hene lê edî qirik, telafûz ne kurdî ye, hevok kurdî lê şêwazê dev dertê ser tirkî ye. Taybet jî ev saziyên ku parêzvanê çanda kurdî dikin, berdêl dane û didin lê berhemên di qada muzîkê de nav kurdî, gotin kurdî lê qirik, form tirkî ye.
Di roja îroyîn de gelek hunermendên cîhanî jî kûrdî stran dibêjîn û berhemên xweş jî amede dikin, şêwazê strangotinên wan forma li gorî qirika wan e û normal e, tişta kambax ne normal hunermendê kurd qirika, şêwazê tirkî yan jî ya neteweyekî din, weke ku ¨kurdiya rast¨pêşkêş dikin û ser televîzyonên kûrdî jî vê meşrû dikin.
Derencam, gotina ¨muzîk gerdûnî ye¨rast e lê mijar ne çandên neteweyên din redkirin e, mijar xwe revîzekirin e, formên xwe berevajîkirin e yan jî navê din bi navê popûlîzmê xizmeta bişaftine ye. A bê kirin, kurd li ser axa xwe ne, zindî ne, taybet jî ser xetê çiyayên Zagrosan, Kendava Fars, heya çiyayê Agiriyê kurdiya rêsen dijî, stranê xwe, kevneşopiya xwe, nirxên exlaqî ser piyan e, bes tenya gavekî ruyê xwe bidin welatê xwe yê bêpere, bêberamber bidin. Ji ber çanda kurdan nirxên civakê ne, yên gerdunê ne, nayên firotin. silaveke germ bidin serê xwe xar bikin, bikevin mala her kurdekî, bi nan, av ruyê ken, di dest de çi heye ê bidin. Şimşal, bilûr, tenbûr, sêtar an jî awazên kurdî û gîtar, piyano ên din jî sudê jê bigirin, popa kurdî jî çêkin, weke mamoste Keremê Gerdenzerî. Lê ya girîng naverok û şîroveya tema devokê kûrdî tehl nekin.