Bajarê Wanê ji ber ku bajarekî li ser sînorê Îranê ye, rêya penaberên ku di ser Îranê re derbasî Tirkiyeyê dibin pê dikeve. Di salên dawîn de ji ber şer û pevçûnên navxweyî û xizaniya ji ber vê yekê hejmareke zêde welatiyên Afganistan, Pakistan û Bangladeşê bi ser Îranê de derbasî bakurê Kurdistanê dibin. Ev penaber ji vir jî dixwazin derbasî welatên Ewropayê bibin.
Heta niha piraniya van penaberan bi zor û zehmetî be jî xwe digihandin peravên Behra Egeyê û ji bo derbasbûna Yewnanistanê xwe bi kelekan li ava behrê dixistin. Di vê rêyê de gelek penaber noqî avê dibûn û difetisîn. Her sal bi dihan nûçeyên bi vî rengî di sazî û dezgehên çapemeniyê de derbas dibûn. Lê balkêş e di çend salên dawîn penaber li gola Wanê jî bi vê aqûbetê re rû bi rû dimînin.
Hejmara penaberan ne diyar e
Li gel rêyên bejahiyê jî “bazirganên penaberan” wan li gola Wanê dixin û dikujin. Herî dawî jî di 27’ê hezîranê de kelekeke ku 70-80 penaber tê de bûn, li gola Wanê noqî avê bû. Bi rojan e xebatên lêgerîna cenazeyên paneberan li golê didomin. Li gel xebata bi rojan jî hê tenê çend cenazeyên penaberan hatine dîtin û nayê zanîn ku çend penaber xeniqîne û çend ji wan rizgar bûne.
Serboriya xwe vegot
Medenî Akbaş ku ji keleka noqî avê bûye sax filitî, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û qala tiştên ku hatibûn serê wan kir. Akbaş da zanîn ku di berdêla pereyan de bi pismamê xwe Serwet Akbaş re ji bo ku wan bibin Bedlîsê penaberan li girava Çarpanakê li kelekê siwar kirine û di nîvê rê de keleka wan ji ber pêlên zêde qelibiye û noqî avê bûye.
Akbaş destnîşan kir, dema ku kelek noqî avê bûye, pismamê xwe Serwet û gelek penaberan li ser avê dîtine lê piştî demekê pismamê wî canê xwe ji dest daye û li ser vê yekê bi soberiyan xwe careke din gihandiye girava Çarpanakê. WAN