Rojnameger Huseyîn Aykol li mala xwe ya li Enqereyê di 14ê cotmehê de xwîn ketibû ser mêjiyê wî û li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sîncanê tedawiya wî didome. Tedawiya Huseyîn Aykol ji ber enfeksiyona pişikê li beşa çavdêriya awarte didome.
Ji girtiyên ku Huseyîn Aykol bi salan bûye dengê wan nameyên piştevaniyê bi berdewamî tên şandin. Rojnameger Ziya Ataman ê ku li Girtîgeha Hejmar 2 a Ewlahiya Bilind a Erziromê tê ragirtin û Nazli Soglîn a ku li Girtîgeha Kayserî ya Jinan tê ragirtin nameyên piştevaniyê ji bo Huseyîn Aykol şandin.
Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya ku bi KHKê ve hatibû girtin Ziya Ataman, di nameya xwe de ev tişt nivisî: “Hêviyek, min xwe ji bijara rast re amade dikir lê agahiyeke nexweş ji te hat. We li dû xwe ewqas zor û zehmetî hişt û ji bo heqîqetê têkoşiyan. Çavê min li nameyê te ne, dua û hestên me bi te re ne, li xwe baş binêre.”
Nazli Soglîn a ku di Girtîgeha Jinan a Kayseriyê de tê ragirtin jî di nameya xwe de ev tişt got: “Pêdiviya me bi hevrêtiya te û wî dilê te yê xweş heye. Em bi te ra baş û bextewar in. Berî demekî rabe û vê nameya min ji namedanka xwe bigire û bixwîne. Ez başiya te hêvî dikim.”
