Piştî xwefesixkirina PKKê, li meclîsa tirk komisyoneke bi navê “Komisyona Hevkariya Netewî, Xwîşkûbiratî û Demokrasiyê“ ji 51 parlamentaran hat damezirandin. Mixabin 21 ji van endamên AKPê ne, ev di serî de tê wateya, ku pêşniyara AKP nexwaze wê nekeve rojeva vê komisyonê. Dîsa vê komisyonê ji bo pêşniyarbiryaran bi qasî du mehan dem daye pêşiya xwe û ger ev du meh têrê nekin, wê karibin xebata xwe du mehên din dirêj bikin. Mirov nizane bê pirsgirêkên sed salî wê çawa di nava du mehan de werin çareserkirin. Dewleta ku hîn cihê gorên serokên berxwedêrên Palo û Dêrsimê Şêx Seîd û Seyîd Riza diyar nekirine, dê bi damezirandina vê komisyonê çi xêrê bigihînin kurdan êdî hûn bihesibînin.
Komisyonê piştî civîna xwe ya yekem biryara xebata bi dizî ya ji çapemeniyê re girtî da. Ev yek tê wateya, wê gel bi naveroka xebatê û gengeşeyên bên kirin nehise. Tenê dibe ku encam bi kurtasî ji raya giştî re were gotin. Bêguman ev ne rêyeke rast e. Ji ber ku komisyon dixwaze pirsgirêkên mexdûran çareser bike û ev mexdûr ji vê civakê ne. Ji bo wê divê her tiştî aşkere bi civakê re parve bikin û civakê tevlê bikin. Ew dikarin bibêjin, ‘ji xwe em nûnerên vî gelî ne, gel destûr daye me, em bûne parlamentar û ji bo wê pêwîstî bi tevlêkirina gel û aşkerekirina xebatê tine ye’. Lê divê kesên xwediyê vê gotinê zanibin ku gel ji we bêzar bûye, ger gel zanibaya hûn xwediyê çi hişmendiyê ne, qet wekaleta xwe nedida we. Sed sal in bi navê wekaleta gel çi xerabî nema we bi serê vî gelî de neanî.
Gava mirov li dûrişme, axavtin û plansaziya komîsyonê dinêre, dibîne ku bi lez û bezekê dixwazin Tirkiyeyê qaşo ji terorê rizgar bikin û serûbinê gotina xwe dibêjin ‘Tirkiyeke bêteror’ û li ba xwe navê komisyonê jî, navê pêvajoyê jî wiha lê kirine.
Li gor diyardeyan komisyon wê hin pêşniyaran ji bo çekberdan û rewşa kesên çekan berdin bistîne û van pêşniyaran ragihîne parlamentoya tirk. Ger ev pêşniyar ji meclîsa tirk wek zagon derkevin, êdî wê çekdarên PKKê karibin çekên xwe deynin û bêyî ku cezayekî bigrin, werin Tirkiyeyê û tev li siyasetê bibin. Bi awayekî din, wê bibin endamên partiya DEMê û di nav kar û xebatên wê de serbest cih bigirin. Gava mirov bi hezaran girtiyên endamên DEM partiyê û rewşa wan a di zindanan de dinere, dibîne ku lingê vê yekê ne li erdê ye û mirov nikare pişta xwe pê girê bide.
Komisyon balê dikişîne ser xebata ‘Tirkiyeke bêteror’, lê vê terorê bi nav nake û dixwaze bibêje ‘aliyê kurd, aliyê PKKê, aliyê gerîla terorist e, gava em wan bêçek û bêbandor bikin, êdî wê dawî li terorê were’. Lê terora dewletê kiriye ne di rojeva vê komisyonê de ye. Kî dê hesabê wê bide. Xwîna Huseyîn Denîz, Mûsa Anter, Cengîz Altun, Hafiz Akdemir, Çetin Ababay, û gelekên din hîn li erdê ye. Ka ji kîjan kujêrî hesap hat pirsîn? Tu dev ji pirsîna hesabê ji wan berde, ew bi destê dewletê berdan derve, kirin partî, anîn meclîsa tirk û niha jî serokê wan tev li xebatên komisyênê dibin. Komisyon li şûna hesap ji hizbûlkontraya qatilê kurdan bipirse, dê ji wan qatilan pêşniyarên qaşo biratî û demokrasiyê bixwaze.
Tirkan kengî ji kurdan re gotibin bira’ darbeyeke mezin li kurdan dane ku kurdan heta sed salî nekarîne pişta xwe ji ber rast bikin. Ger komisyon bi awayekî rast û durist û li ser hîmê dadweriyê hatiba avakirin navê wê nedikirin ‘hevkariya netewî…’ Kîjan netew? Kurd nikarin bibin netewa tirk, tirk jî nabin netewa kurd. Di matematîkê de tê gotin, ku mirov nikare sêv û hirmiyan tevlihev bijmêre, divê sêv û hirmiyan cuda bijmêre. Lê komisyona qaşo xwîşkûbiratî û demokrasiyê bi peyvekê du netewên cuda xistiye hundirê tûrekî û bi vî awayî di serî de hebûna netewa kurd -bi qurnaziya AKPê- ji holê rakiriye. Li gor hiş û mêjiyê komisyonê li ser vê axê tenê netewek heye û divê bi tinekirina qaşo terorê -yanî bi tinekirina çekdarên kurd- piştgirî û hevalbendiya vê netewê were kirin. Yanê divê bila kurd xwe fedayî rizgarbûna netewa tirk bikin da ku ji qaşo terorê xelas bibe. Dîsa bar dikeve ser milên kurdan. Lê ger komisyon piçekî dadwer tevgeriyaba, dikarîbû navê xwe kiriba ‘Komisyona aştî, biratî û demokrasî ya navbera kurd û tirkan’, yan jî ‘Komisyona aştî, biratî û demokrasiya navbera gelên herêmê’. Wê demê meyê bigota lingekî komisyonê li Tirkiyeyê ji bo mafên gelê tirk, lingekî wê jî li Kurdistanê ji bo mafên gelê kurd wê tevbigere. Niha divê mirov van pirsan deyne ber komisyona ji bo qaşo selameta Tirkiyeyê hatiye damezirandin.
*Dilê Dayikên Şemiyê wê çawa bê dermankirin. Dayikên Şemiyê ne mexdûrên PKKê lê mexdûrên dewleta tirk in. Gelek erkanên dewletê carinan derdikevin pêşberî televizyonan û li xwe mukir tên, ku di navbera salên 1990-2000î de li Kurdistanê di bin navê ‘kuştinên kiryar nediyar de’, bi destê dewletê û bi biryara dewletê, bi taybetî di serdema Tansû Çîler û Memet Agar de bi awayekî sîstematîk, rewşenbîr, rojnameger, mamoste û zanyarên kurd hatine kuştin. Hinek ji malê birin, hinek ji kolanê, hinek ji cihê kar revandin û piştî îşkenceyê ew kuştine û bi ser de veşartine ku heta îro jî xizmên wan nizanin bê term an hestiyên zarokên wan li ku derê ne.
Komisyon wê karibe daxwaza bi hezaran malbatên ku xizmên wan hatine revandin û windakirin ronî bike?
*Dewlet wê karibe ji bo van kiryarên xwe yên hov ji gelê kurd lêborîna xwe bixwaze û tazmînata heq kirine bide? Yan dê van jî bixe stuyê PKKê?
Ji xwe li gor dewleta tirk, ji ezmanan kevirek bi ser wan de bigindire, tiliya PKKê tê de heye.
*Bi hezaran gund hatin valakirin, bi dehhezaran kurd ji cîh û warên wan hatin koçberkirin, divê xisara vê ya gihiştiye civak, erdnîgarî û xwezaya kurdan were tespîtkirin û bergiriyên vegera gundan werin girtin û tazmînata pêwîst were dayîn.
*Divê zindan bêqeyd û şert werin valakirin û ji girtiyên siyasî û kurdan werin xalîkirin. Kurd bi awayekî bê dadwerî li zindanê tên girtin. Ji ber rojnamegerî, ji ber ziman, ji ber nasnameya kurdî bi hezaran kurd bi salan e di zindanê de ne. Divê ev were bidawîkirin.
*Divê tazmînata talankirina xwezaya kurdan were dayîn û Kurdistan ji nû ve bi darûberan were xemilandin.
*Divê dirava ji neft û dewlemendiya Kurdistanê tê bidestxistin ji bo avakirina ji nû ve ya Kurdistanê were veqetandin.
*Divê dewleta tirk dev ji dijmintiya kurdan berde û hemû mafên bingehîn ên di danezana mafên mirovan a gerdûnî de hatine nivîsîn, ji bo kurdan jî bipejirîne û li hemberê van mafan rêzdar be.
Ger komisyona ji 51 parlamentaran pêk tê karibe van xalan bixe rojeva xwe û ji bo guhertin û pêkanîna pêwîst pêşniyarên cidî û xurt bike, wê ev komisyon karibe bibe destpêka guhertineke piştî 100 salên komarê û 50 salên şerê kurd û tirkan. Lê ger bi qurnaziya tirkan û AKPê bixwazin komisyonê di bin xizmeta Tirkiyeyeke qaşo ‘bêteror’ de bi kar bînin, ew ê qet bi ser nekevin. Ji bo wê berî her tiştî pêdivî bi dadweriyê heye. Divê komisyon dadwer be. Ger li Kurdistan û Tirkiyê terorek hatibe kirin, kiryarê vê yê herî sereke û xwînrij dewleta tirk e. Ger hesabekî were pirsîn an dayîn hebe, mûxatabê wê ne aliyê kurd, aliyê tirk e. Teroristên herî mezin û navdar Tansû Çiler û Mehmet Agar bûn ku wan bi Hizbulkontra, Jîtem û çeteyên ava kiribûn, bûn qatilê bi hezaran mirovên hîn hestiyên wan jî li holê nîn in û kujêrên wan di arşîvên dewletê de veşartî ne. Divê komisyon berî çekberdana aliyê kurd berê xwe bide zelalkirin û eşkerekirina vê xalê.