14 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pêdivî bi xwerêxistinkirinê heye

Bi vê hişmendiyê, divê em zanibin, ku rojên zehmet li pêşiya me ne û yê qedera van rojan tayîn bike wê helwesta gelê kurd bi xwe be, em çendî bixwebawer, çendî xwebirêxistinkirî, çendî xurt û bi hêz bin

Li ser çapemeniya kurd û tirk, gengeşeyên berfireh ên pêvajoyê tên kirin. Ji ber sedemên gavneavêtina dewleta tirk nezelaliyek di hemû gengeşeyan de tên dîtin. Aliyê kurd gavên daye diyarkirin, bi awayekî xweser diavêje û dixwaze bi hêvî be, ku pêvajoya qalê dike bi ser keve. Lê aliyê tirk ti gavan navêje û her tiştî ji kurdan dixwaze.

Li gor çapemenî û rayedarên tirk, PKK wê di meha gulanê de kongreya xwe li dar bixe. Hin ji wan xwe dixin şûna rêxistinê û cî û roj jî diyar dikin. Li gor wan piştî gulanê dê pêvajoya radestkirina çekan bê destpêkirin. Ew çek bi alîkariyên madî û manevî yên gelê kurd hatine stendin, ger radestkirinek çêbibe, bêguman dê radestî gel werin kirin, wek mînak dikarin bidin hêzên çekdarî yên Rojava, yên Başûr, yên Rojhilat. Lê li gor çapemenî û rayedarên tirk, heyetek ji wan diçe Başûr û çekên PKK ji bo dewleta tirk distîne, ku ev xeyaleke vala ya tirkan e. Nirxên gelê kurd bêguman wê li gelê kurd werin vegerandin.

Li aliyê din, dîsa aliyê tirk dibêje, ku heta PKK kongreya xwe li dar nexe, çekan bernede û ji baregehên xwe danekeve, ji aliyê dewleta tirk ve wê ti gav neyên avêtin û piştî ev pêk bên, wê di zagonan de hinek sererastkirin bên çêkirin. Lê qalê nakin bê ev sererastkirin çi ne û garantiya wan çi ye? Gava PKK xwe fesh bike, çekên xwe deyne û baregehên xwe biterikîne, kî dikare bi navê dewletê sûnd bixwe, ku dewleta tirk venegere sêra berê û bibêje, «pêvajo, mêvajo tine, herkes herin mala xwe» û dîsa wek salên 1990î bi destê hizbûlkontra bi pey gerîlayên ji çiyê daketine û li Başûr bi cî bûne bikeve û yek bi yek bi sûîkastan wan bikuje. Ev ji karaktera tirkîtiyê ne dûr e. Ev xetare heye û ji bo wê, di rewşeke wiha de pêwîstî bi xwerêxistinkirina gelê kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê û li giştiya cîhanê heye. Divê gelê kurd di warê xwerêxistinkirinê de derbasî qonaxeke nû bibe.

Heta niha birêxistinkirina gelê kurd bi destê kadro û endamên PKK û rêxistin û saziyên wê dihat kirin. Li pişt vê birêxistinkirinê moral û motîvasyona hebûna gerîla hebû. Birêxistiniya gel çendî darbe bixwara, bi çalakiyeke gerîla gel, bi ser xwe vedihat û xwe dîsa bi rêxistin dikir. Di pêvajoya nû ya tê qalêkirin de, wê ev alî tine be û divê gel bi xwe vê valatiye dagire.

Ger ev pêvajo bi xwefesihkirin û çekberdana gerîlayên kurd bi dawî bibe, nayê wê wateyê, ku wê Tirkiye di rojekê de bibe baxçeyê gulan, ti alozî nemînin, hemû mafên kurdan werin pejirandin, hemû dîlên azadiyê û rêbertî serbest were berdan, tirk zihniyeta xwe biguherin û bi çavê biratî li kurdan binêrin. Ger hêvî û bendewariyeke wisa hebe, evê bibe xwexapandin û xefleteke mezin. Pêvajo dê bi pevçûneke awayekî din bidome. Divê gel ji vê re xwe amade bike. Êdî hêz an motora têkoşîne wê ne gerîla lê gel bi xwe be. Ger êrîşek ji aliyê dewleta tirk ve bi ser gel de were, hêzeke gerîla ya bi çalakiyên çekdarî gel hişyar û bi moral bike, wê tine be, lê li şûna vê divê gel xwe bike hêza çavkaniya hişyarbûn û moralgirtinê û xwe birêxistin bike. Divê gelê kurd mal bi mal, kolan bi kolan, tax bi tax gund bi gund, bajar bi bajar ji zarokan bigir, heta ciwan, jin û kal û pîran herkes xwe birêxistin bike. Hêzên parastina taxê, parastina kolanê, parastina bajêr, li gor derfetan eşkere yan bi dizî, bi çek an bê çek, divê hebin. Em ji bîr nekin, ku AKP xwediyê hêza dewletê ye û îro şiyandar e. Lê ji bo parastina xwe û berjewendiya xwe, li gor hin çavkaniyan 60 hezar, li gor hin çavkaniyan 90 hezar çek li ser alîgirên xwe belav kiriye û di rewşeke pêwîstî pê bibîne, de wê bi kar bîne. Gelek caran Erdogan muxalefetê bi daketina vê hêzê ya kolanan tehdît jî dike. Ger hêzek wek AKPê xwediyê hêza mîlîs a parastina xwe ye, çima gelekî wek gelê kurd mazlûm û ti mafên wê nehatine misogerkirin sazkirina hêzeke mîlîs ji bo ewlehiya pêşeroja xwe çêneke. Ev yek ne sûc e, ne li dijî pêvajoyê ye. Li welatên, ku şer lê tine ye, her tişt aramî bi rê ve diçe jî hêzên mîlîs hene. Bi awayekî din ger gerîla ji çiyê dadikeve, divê her mala kurd bibe gerîla, ku pêşeroja gelê kurd careke din neyê tarîkirin.

Bêguman birêxistinkirina gel ne tenê di warê xwegerîlakirin an mîlîskirinê de, di hemû warên civakî yên qada demokratîk, siyasî, çandî, wêjeyî, hunerî û aborî û dîplomatîk de jî wê were kirin û aliyê mîlîsî wê bibe ewlekariya van rêxistiniyan.

Divê gelê kurd bi birêveçûna pêvajoyê re bibe gerîlayê li mala xwe, gava pêwîst be têkoşîna demokrasî, civakî, aborî, çandî, hunerî, wêjeyî, perwerdeyî bike, gava pêwîst be ya çekdarî bike. Wê demê dewleta tirk wê nikaribe bi pey dek û dolab û xapînokan bikeve û «alem bike, kulem bike, kurd mamed bişîne nobetê». Divê gelê kurd bi sekna xwe, bi bixwerêxistinkirina bi her awayî ya xurt û saxlem vê riyê li ber dewleta tirk bigire, dewletê pêwîstî gavavêtinê bike. Divê dewleta tirk wiha bihizire û bibêje: «Gelê kurd di têkoşîna PKKê ya 40 salan de pijiya, polîtîk, zane û hişyar bû. Ew zû bi zû nayê xapandin û nayê têkbirin. Divê ez li hember gelê kurd durist bim, li dek û dolaban negerim, ji ber ewê bibînin û li hember min derkevin, Birêxistiniya wan xurt e, zanîna wan bi pêş de ye, bi roj li ser îş û karê xwe ne, bi şev çek di dest de derdikevin nêçîra dijminê xwe, ji bo wê ezê nikaribim dijminatiya kurdan bikim û divê werim ser riya dostaniyê, da ku ez jî karibim xwe bidomînim.»

Divê kurd jî wiha bihizirin û bibêjin, «bawerî bi vê dewleta xwînxwar nayê û heta ew di pratîkê de zihniyeta xwe neguhere emê xwe sist nekin, ev dewlet herdem dikare hêzên terorîst û kujêr ava bike û bi pey pêşengên me bikeve û wan qetil bike, ji bo ev yek nepêkan be, emê xwe birêxistin bikin. Emê sih milyon, çil milyon bibin dilek, mejiyek, hêzek û li hember neyar bisekinin, ku ew riya xapandin û kirina dek û dolaban di xwe de nebîne. Ger dewleta tirk dixwaze bi aramî bijî, divê hemû mafên me binase, hemû girtiyên me azad berde, nasnameya me û hebûna me binase û bi zagonên xwe misoger bike.»

Bi vê hişmendiyê, divê em zanibin, ku rojên zehmet li pêşiya me ne û yê qedera van rojan tayîn bike wê helwesta gelê kurd bi xwe be, em çendî bixwebawer, çendî xwebirêxistinkirî, çendî xurt û bi hêz bin, ew çendî ev pêvajo dikare bi ser keve û ev serkevtin êş û azarên gelê kurd bikewîne.