Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen duh çû paytexta Sûriye Şamê. Pedersen li vir bi Ehmed El Şerii (Ebû Mihemed El Colanî) hevdîtin kir û mijarên girêdayî siberoja Sûriyeyê nîqaş kirin.
Ehmed El Şerii xwest biryara 2254an li gorî guhertin û pêşketinên siyasî yên li Sûriyeyê were nûkirin. Her wiha destnîşan kir ji bo çareserkirina pirsgirêkên mirovî û siyasî yên li Sûriyeyê divê tevkarî were xurtkirin, yekîtiya xaka Sûriyeyê were parastin, piştevaniya hewldanên jinûve avakirina Sûriyeyê were kirin û geşkirineke aborî ya mayînde were pêkanîn.
El Şerii anî ziman ku pêwîstiya pêvajoya heyî eleqeyeke taybet bi proseya siyasî ya veguhêz û jinûve avakirina saziyan pêwîst dike da ku pergaleke hikûmetê ya bihêz û aktîv were avakirin.
Têkildarî koçberan jî Ehmed El Şerii got, ji bo vegera hêsan a koçberan divê desteka aborî û siyasî were pêşkêşkirin û hewayek ewle ji bo vegera wan a li cihê wan were peydakirin.
Ehmed El Şerii her wiha got :”Avêtina van gavan divê bi hişyarî û baldariyeke mezin bin û di bin çavdêriya ekîbên pisporê çêbibe da ku serkeftina wan misoger bibe û bigihîje encamên xwe.”
Ehmed Şerii diyar kir ji bo mîsogerkirina çareseriyên siyasî û aborî û sazûmanî yên mayînde hemahengiyeke domdar bi civaka navneteweyî re pêwîst e.