7 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pedagojî

Divê bê zanîn ku heta pirsgirêkên hestiyar tunebin; dê pirsgirêkên tevgerî dernekevin holê û heman tevgêrên bi pirsgirêk; bingeha xwe ji problemên kêmbûna hestyarî digire.

Di vê nivîsê de û di çend nivîsên li pey hev de em ê li ser perwerdeya zarokan û têkiliyên bi malbatê re bikin ku pêşeroja zarokan ya herî zêde di malbat û di dibistanê de têne têşekirin, an têne derbkirin û ji ber heman hincetan em ê li ser têkiliya bi zarokan re bisekinin.

Di jiyana zarokan de birçîbûn a têkiliya bi malbatê re hebe; dê bi domdarî bandorê li derûniya zarokan bike û dê zarok bi domdar di bin heman bandorê de bijî. Divê navbera zarok û dayikê başbe an zarok ji têkiliya dayikê têr be ku li dibistanê hevalên xwe pehîn neke û wan ne êşîne.

Li dibistanê hevalên xwe diêşîne, dev li wan dike û li dibistanê kêm baldariyê dikişine. Di bingeha heman tevgêran de pirsgirêkên hestyarî hene. Di hêmanê de kêmaniyek heye ku heta ew hêman rast neyê temamkirin, dê bi domdarî astengî derkeve holê.

Ger ku jin û mêr bi hevdu re şer bikin û jin ji mêr re an mêr ji jinê re bibêje ez ji te of bûme, êdî ez ji te hez nakim û zarok vana dibihîze, ev tiştan li ser derûniya zarokan bandoreke neyînî çêdike.

Ger ku kes an zarok xwestekên wan ên hestiyarî bêne bicihanîn; wê demê kes an zarokekî aram, ji xwe bawer dê derkeve pêşberî mirovan.

Xwe girêdana ku li vir mebest e; xwestek û bersivdayîna hestiyariya zarokan an ya kesan e. Li vir her du hêl an çend alî, hevdu li ber çavan digirin, ji hevdu hezdikin, hevdu temam dikin, li hember pêdivîtiyê ji alîkariya hevdu re diçin, em behsa xwe girêdaneke wisa dikin.

Di tevahî lêkolînan de derketiye holê ku pirsgirêk; kêmbûna xwe girêdana li hember hevdu ye. Mînak: Tu li kuçeyê bi şaşî pê li lingên yekî bikî, tu yê kulmukekî bixwî. Ev tevger ne ji ber canê wî/ê êşiyaye! Ev ji ber ku xwestekên wî/ê yên hestiyarî di zaroktiyê de nehatiye pêkanîn û ji ber ku hişk e, şidiyayî ye yan agresîv e ku kulmukekê (humukekê) dawdişîne kesê li hemberî xwe.

Di malbatê de bang heye ku divê zarok negire hembêza xwe, ji ber ku karê malê heye û divê ev kar bêne kirin, lê bes pêdiviya zarok ji heman hembêzê heye û pêdivî bi raketin a bi dayikê re heye ku xwe di ewlehiyê de bibîne, an ji bo xwe di ewlehiyê de hîs bike pêdivî bi heman hembêz û raketinê heye.

Di nêzikbûnên di salên 1980ê de raketin a bi dayikê re pêşniyar nedibû, ji ber ku çend zarok di hembêza dayikan de fetisî hatibûn dîtin. Lê zarok di hembêza dayikê de digehêje ewlehiya xwe û pêdivî bi heman ewlehiyê heye. Ji ber ku zarokên di ewlehiyê de gihiştibin; xwedî malbatên aram û aştiyane ne. Ji ber heman diyardeyan; zarokên li hember, aram û bi xwe ewlene ku ji malbatê re nabin pirsgirêk.

Zarokekî xweşpeyv an xweş têkilî, malbat ji çavan ditirse ku divê zarokên me yê çavnokî bibe û heman zarokan nebaş rêdidin ku ev jî li ser derûniya zarokan bandoreke neyînî çê dike. Lê divê bê zanîn ku pêdiviya zarok bi reşbîniyê nîne û pêdivî bi alîkariyê heye.

Zarokekî evqas aram, gelo çawa gihiştiye ku evqasî bi xwe ewle û aram e? Lêdan xwariye an bi peyvên tirsdar û neyînî xwe jîn girtiye? Na! Hew xwestekên wî/ê yên hestiyarî hatine pêkanîn. Ger ku xwestekên zarok yên hestiyar di dema xwe de werin pêkanîn, zarok aram e. Zarok şanaz e. Zarok bi xwe re aş e.

Yên ku xwestekên zarok pêktîne bi piranî dayik e ku mijarê em li ser nêzîkbûna dayikê dihûnin. Dema ku zarok dayikê dimije tenê pêdiviyên xwe yên fizîkî pêknayne; di heman demê de xwestekên xwe yên fizikî û yên hestiyarî, derûnî jî pêktîne. Dibe xwediyê kesayeteke bi hêz û sekneke zexm.

Dayik an kesên ku têkiliyê bi zarok re datîne divê xwedî dengekî nerm be ku dilê zarok şayitok bike, anku dilê zarok şanaz bigire. Divê dengekî xwezayî be, an ne xwedî dengekî bi fikar, an gefxwar be. Ji ber ku dengê bi xem, an gefxwar ji xwezaya xwe derdikeve, zirav dibe. Dengê ku xwesteka zarok re dibe bersiv, divê dengekî zelal û aram be ku bandoreke erênî li zarok bike û zarok di nava tevgera têkiliyan de bigire. Dengê bi fikar be an gefxwar be, têkiliya bi zarokan re asteng dike û divê kesên têkiliyê bi zarok re datîne ji heman dengî dûr bisekine.

Girêdanî rewşeke ku xwe bi dilxwestinî bera nava pêvajoyê dide, xwe bi dilxwestinî û bi hestiyarî berî nava rehê têkliyê dide ye. Kesê ku bi zarok re têkilî deyne divê xwedî dengekî qedîfe be, dengekî ji dil, nerm û kûr be.

Zarokên ku xwestekên wan ên hestiyarî hatibin pêkanîn tevgêrên wan aram dibin, sererast dibin. Ji ber ku tevger di pey demekê re derdikeve holê. Tevger encam e. Sererastkirina ji bo tevgeran wêdetir e. Divê amadehiyên bersivdayina xwestekan bêne kirin ku zarok birçî nemîne. Dema ku zarok mîna mêvanekî di hundur de neye dîtin; divê nêzikbûna li dijî zarok fêhmber be û nerm be. Ger ku zarok bi lêdanê terbiye bibe, ji xwe ew zarok ne bi terbiyeye û peyva terbiyeyê ji bo ajalan tê bi karanîn ku zarok zindiyeke cuda ye. Ne ajal e.

Exlaqê di civakê de divê di pey pêvajoyeke bi hevdu re zarok bigire. Exlaqdayina bi darê zorê zarokan nake xwedî exlaqekî mirovî. Ji ber ku zarok ne ajal e û peyvê fêhm dike, bi heman fehmkirina aram, frontal korteksa zarokan bi fêhmkirinê, bi dan û stendinê pêş dikeve, peyvan digire an xwe têrtije dike.

Divê zarok ne tiştekî ku tu xwe di ser wan re derînî aramiya ku tu hêvî dikî, an ne ajaleke ku tu hestên xwe yên seydvaniyê li ser wan biceribînî bin. Ji ber ku zarok navgîna jiyanê bi xwe ye. Ne hespa tu bi qamçî bibezînî, (Marîa Montessorî dibêje) “tu hesp, hespa li xwezayê azad direve derbas nake.”

Di perwerdeya zarokan de her der ne gul û gulîstan e, her der ne cejna 14ê Nîsanê û ne demsal biharê ye. Ji xwe ev nêzîkbûn ne raste jî. Demên bandor û bertekî hene, destpêk û encam hene, ahengîsaziya tevger û hûnandinê heye. Rêbazê xelat û cezayê teqez heye ku ev jî xwedî rêbazeke çawaniyê (nerm an hişk) derdixîne holê. Di vê pêvajoya dilzîz de, rêbazên nêzîkbûnê gelekî girîng in. Zarok ne malê te ye, kes e û divê tu bi serde neqîrî, ji ber ku ew jî kes û bi serê xwe ye, divê tu hestên zarok neşkênî.

Ji bo ku zarok xwestekên xwe yên hestiyariyê, yên ewlehiyê bibersivîne; divê xwe di ewlehiyê de bibîne. Carinan dayik an bav dibêje zarokê min bertekî tevdigere. Lê bes te tiştekî ku zarok xwe jê dihefizîne an diparêze gotiye ku zarok bertekî tevdigere. Ji bo ku zarok xwe di ewlehiyê de bibîne divê bi navê wî/ê xîtap bike yê ku li zarok dinêre. Kî dibe bila bibe, divê bi zarok re mîna ku di asta hevdu de ne tevbigere, divê naverokeke di asta hevdu de bê axaftin, divê di asta hevdu de rûnên û bikaribin bi hevdu re şîrove yên guncan bikin, bi hevdu re çay vexwin, bi hevdu re xwarinê bixwin.

Tiştên ku mirovan nêzî hevdu dike û ji hevdu dûr dixe denge, ji ber heman diyardeyê divê deng ewlehiyê, baweriyê an aramiyê bide mirovan, ji ber vî awayî dan û stendinda di nava xwe de deng gelekî bandorker e.

Pedagojî têkiliyeke mijar a têrtije bûna hestyariya mirovan e an dîtin a rewşa derûniya mirovane. Dema ku di navbera jin û mêr de pirsgirêk hebe, dê nekaribin bi zarok re têkildar be û xwestekên zarok bibersivîne. Predagojî ne mijara rayedariya li ser zarok e. Mijara, rêbaz a ku zarok bikaribe xwe bi rêve bibe ye.

Di serdemê de zarok destê xwe, tiliya xwe bimêje normale, lê dema ku zarok bi ser lingan ketibe û destê xwe an tiliya xwe bimêje; divê mirov bibîne ku çima destê xwe, an tiliya xwe dimêje, divê mirov li sedemê wê binere an bigere.

Axavtina bi zarok re; divê xwedî misuxuriyê be ku mîna ji zarok re bibêje! Herdem ez bi destê te digirim ku tu xwe di ewlehiyê de dibîne, lê tu jî bi destê min bigire ku ez jî xwe di ewlehiyê de bibînim, dê gelekî xweş be, ev jî haydariyeke cuda bi zarok re çê dike.

Zarok lîstika ku dileyize; di pey demekê re dikeve nav lîstikê û xwe di wira de dibîne. Ger ku fêdeyê bide derdorê, dê pîvanên wan î rasteqînî baş rûnê û pîvanên wanî rast û şaş ji aliyê zarok ve bêhtir bêne dîtin. Tevgêrên rast dê zarokan di nava pîvanên rasteqîn de bigire. Ger ku domdar, an demeke dirêj di nava xeyalan de bimîne; dikare bibe xeyalperest, an belav bûna baladariyê dikare bibe serdest.

Divê mirov bizanibe ku zarok zû ji dayikê veqete; dê di her mijarê de pirsgirêkan bijî û zarok ji dayikê têr bûbe; dê ew ê bi xwe ji dayikê biqete. Lê dema ku zarok birçî bûna dayikê dijî û tu zarok ji dayikê veqetîne; dê zarokê şaşwaz bibe, heta dikare dengan jî tevlihevdu bike.

Divê zarok heta 2 saliyê teqez bi dayikê re bijî û divê ji dayikê neyê veqetandin.

Ger ku zarokê 4 salî tevgêreke neyînî rê bide û bertek nîşan bide û bale bikişîne ser xwe; zarokê ji bo heman bale bikişîne dê heman tevgêrê rê bide.

Ger ku zarok di 5 saliyê de şidetê bikar bîne divê mirov binêre ku “pirsgirêkeke derûnî heye an na binere,” “gelo bikar anînan şiddete ji kesî hîn dibe heye an na,” “gelo zarok ji navbera cihê ku lêye dijber dide an na.”

Divê bêne zanîn ku zarokê duyemîn dibe sedemê pirsgirêkên girêdaniyê û divê ev mijar bi domdar di baldariyê de bimîne. Divê zarok di vê mijarê de bêne perwerde kirin, lê ji ber ku ne problemeke mayinde û esasiye, problemek demkî û derbasdare, divê zarok di mijarên esasî de mîna mehremiyetê de, di ya zayendî de bêne perwerde kirin.