Hilbijartinên giştî yên Iraqê dê di 11ê Mijdarê de bên kirin û serlêdanên namzetan jî dê di 25ê Gulanê de dest pê bikin. Partiyên Kurd yên wekî YNK û PDK jî amadekariyên xwe yên vê hilbijartinê dikin. Cîgirê Serokê Hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qûbat Talebanî, li ser vê hilbijartinê axivî û diyar kir ku PDK û YNK dê bi lîsteyên cuda bikevin hilbijartinê.
Talebanî di civîna çapemeniyê ya li Suleymaniyeyê hat lidarxistin de axivî û got, “Me biryar da ku em di bin lîsteyekê de nebin yek. Li cihê wê her partî wê bi lîsteya xwe tevlî hilbijartinê bibe.” Talebanî, ragihand ku hevdîtinên avakirina hikûmetê berdewam in û got ku dê di vê hefteyê de hevdîtineke nû ligel şanda PDKê were lidar xistin.
Partiyên Kurd ên mûxalîf ji bo bi lîsteyeke yekgirtî tevlî hilbijartinan bibin hevdîtin dikin. Nifşên Nû, Yekgirtû, Komele û Bereyî Gel hevdîtinên xwe didomînin. Lê Tevgera Helwest ji tifaqê vekişiya.
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, ragihand ku hilbijartinên giştî dê di 11ê Mijdarê de bên kirin û serlêdanên namzetan jî dê di 25ê Gulanê de dest pê bikin.