Asayîşa PDK’ê berdevk û endamên nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Herêma Kurdistanê ji Hewlêrê dersînorkirin. Li gorî agahiyan berdevkê Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê Hikmet Hatîp û endamên nûnertiyê Aydîn Yalvaç, Sitki Vakar û Nasir Yagiz, ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve ji bo asayîşê hatine vexwendin. Hate zanîn ku piştî hatin vexwendin, asayîşê wana bi darê zorê li wesayîtan siwarkirine û ji sînorên Hewlêrê derxistine.
Li gorî Rojnewsê, berdevk û endamên HDP’ê li du wesayîtan hatine siwarkirin û dersînorê Hewlêrê kirine. Hate zanîn ku asayîşê endaman li nêzî sînorê Silêmaniyê hiştine. Derbarê mijarê de heya niha Hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê û HDP’ê jî daxuyaniyek fermî nedane.
Li gorî agahiyan tê payîn berdevk û endamên HDP’ê yên ji Hewlêrê hatine dersînorkirin, di saetên pêş de li Silêmaniyê daxuyaniyek çapemeniyê bidin.