Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) îro di çarçoveya tura sêyemîn a hevdîtinên ji bo avakirina hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê de dicivin. Di hilbijartinên 20ê cotmehê de PDKê 39 û YNKê jî 23 kursî bi dest xistibû. Di hevdîtinên yekemîn û duyemîn de tu encam nehatibûn bidestxistin û şande cara sêyemîn bicivin.
Hat zanîn ku YNK ji PDKê serokatiya Herêma Federe ya Kurdistanê dixwaze û ji bo vê pozîsyonê jî dê cîgirê serokwezîr Kubad Talabanî wek namzet nîşan bidin.
Li gel pozîsyona serokwezîrtiyê, di heman demê de YNK dixwaze wezaretên karên hundir, çavkaniyên xwezayî û şaredariyan ji wan re bên dayin.