4 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

PDK li pey provokasyonên nû ye

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê di 26’ê adarê de bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava planên êrîşê de ne. Di serî de ragihandina PDK’ê û rêvebiriya wê ji bo vê daxuyaniya Komîteya KCK’ê pûç derxin serî li her rê û rêbazên qirêj dan.

Çapemeniya Azad di derengiya şeva 17’ê nîsanê de ragihand ku dewleta tirk a dagirker li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn dest bi tevgera leşkerî kiriye. Li gorî çavkaniyên çapemeniya azad û HPG’ê artêşa dagirker ji herêma Şeladizê ya başûrê Kurdistanê hem ji bejayî hem jî ji hewayî hewl da têkeve qadên gerîla. Artêşa dagirker a ku nikarî li dijî gerîlayan pêş ve biçe hewl dide bi alîkariya çekdarên PDK’ê xwe li herêmê bi cih bike. Li gorî hin çavkaniyan çekdarên PDK’ê li herêmê bi artêşa dagirker re tev digerin. Cilê li leşkerên tirk li xwe dikin û bi wan re tev digerin.

Divê em bizanibin ku dewleta tirk bi vê tevgera dagirkeriyê dixwaze li Herêma Zap, Avaşîn û Kurojahroyê 5 baregehên nû ava bike. Ji bo vê jî pêwîstî bi hevkariya PDK’ê dibîne. Di çarçoveya vê hevkariyê de heta niha 148 gund ji ber êrîşên dewleta tirk vala bûne. Nêzî hezar gundî bi koçberiyê re rûbirû tên hiştin. Li gelek gundên hatine valakirin leşkerên tirk û çekdarên PDK’ê bi cih dibin.

Ragihandina PDK’ê valakirina van gundan jî davêje ser PKK’ê û di nava hewldanên sergirtina hevkariya bi dewleta dagirker de ye. Ji aliyê din ve PDK di nava hewldanên ku PKK’ê li ber çavê xelkê başûrê Kurdistanê reş bike de ye. Di çarçoveya vê plangeriya qirêj de asayişa PDK’ê çend roj berê nûçeyeke şerê taybet servîs kir. PDK’ê ji bo emelê xwe yê xirab jî dîsa navê saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kar anî û hevkariya xwe ya bi dagirkeriya tirk re bi awayekî zelal ragihand.
Beriya nûçeya ku ji aliyê servîsa îstixbaratê ve hatiye amadekirin bê serwîskirin Navenda Ragihinadin û Çapemeniyê ya HPG’ê, bi daxuyaniyekê ragihandibû ku dewleta dagirker li dijî mewziyên gerîla yên li qadên Kurojahro, Werxelê, Şehîd Şahîn, Kûnîşka û Girê Ortê gazên jehrî bikar aniye.

Ji ber vê yekê nûçeya desteserkirina “maskeyên gazê” rast an jî derew bi tena serê xwe têrê dike ka PDK çawa di nava vî şerî de cih digire. Em ji bîr nekin ku artêşa tirk a dagirker ji 10’ê sibata par ve di êrîşa li dijî Garê heta niha, li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne.
PDK dibêje cebilxane û maskeyên gazê yên ji gerîla re dihatin şandin desteser kirine. Tenê bi vê jî namîne û vê yekê lê zêde dike “hêzên dijterorê yên encumena asayîşa Herêma Kurdistanê rê li ber planeke xeternak a li ser herêma Kurdistanê girtin.” PDK bi van îdiayan hewl dide gelê Başûr li dijî PKK’ê sor bike.
Lê gelê kurd di ferqê de ye ku gerîlayên Kurdistanê li dijî kê û çawa şer dikin. Gerîlayên ji bo azadiya gelê xwe têdikoşin di encama vê hevkariyê de bi çekên kîmyewî yên dewleta tirk şehîd dibin.

Gerîlayên azadiyê tevî hemû êrîşan û bikaranîna çekên kîmyewî bi îradeyeke mezin li Werxelê, Zendûra, Girê Sor li dijî bikaranîna hemû cureyên çekên kîmyewî ji bo azadiya gelê xwe li ber xwe dan. Kes ango partiyên berjewendiyên xwe yên hizbî xistine pêşiya berjewendiyên neteweyî, hewl didin îradeya gerîlayên Kurdistanê bişkînin. Lê divê baş bê famkirin ku gelê kurd û gerîla êdî bûye yek parçe. Li çar aliyên Kurdistanê gel pişgtiriyeke xurt dide gerîla. Ligel vê piştgiriyê jî îxaneta ku li Kurdistanê bi destê PDK’ê tê pêşxistin jî bi tundî şermezar dike.

Ji ber vê yekê asta ku îro gelê kurd gihîştiyê pir girîng û bi wate ye. Gel tevî hemû êrîşan li hebûna xwe xwedî derdikeve. Ji ber ku binketina gerîla tê wateya têkçûna hemû destkeftiyên gelê kurd, hemû partî, sazî û aliyên cuda piştgiriyeke xurt didin gerîla.
Diyar e PDK di vê plana qirêj de bi tenê maye. Ji bo xwe mafdar derbixe jî serî li hemû qirêjiyê dide. Dîrok nîşanî me dide ku di pêvajoyên wisa de yên ku PDK wenda kiriye de her dem li cem dijminên gelê kurd cîh girtiye. Niha dîsa heman tişt tê jiyîn. Lewma dibe ku PDK hin tiştê provakatîf jî bike. Divê gel û aliyên siyasî ji vê re jî amade bin.