Li başûrê Kurdistanê ji ber ne lihevkirina partiyên herêmê krîzek mezin tê jiyîn. Helwest û nêzîkatiyên teng ên aliyên siyasî ne tenê li ser siyaseta herêmê, li ser rewşa gel û dahatuya herêmê jî metirsiyek mezin ava dike. Jixwe di halê heyî mirov nikare behsa hikûmetê û wezaretan bike. PDK a ku piraniya hikûmetê di destê wê de ye ji ber ku gelek caran bi hincetên cûda hilbijartina parlamentoyê paşxistiye hikûmet û saziyên girêdayî hikûmetê jî bêhikum mane.
Di 6’ê mijdara 2022’yan de dema yasayî ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi dawî bû û piştre temenê parlamento û hikûmetê heta dawiya salê hat dirêjkirin. Ji ber li başûrê Kurdistanê tiştek li gorî yasa û zagonan pêk nayê hilbijartin jî di dema xwe de pêk nehatin. Bi taybet aliyên siyasî li gorî rewşa xwe ya hizbî, aborî, rêxistinî û civakî dikarin xwe li ser îradeya gel ferz bikin, yasaya tine bihesibînin û weke tiştekî normal be hilbijartinan paş bixin.
Li gorî li hevkirina aliyên siyasî cara ewil biryar hat girtin ku hilbijartinên dema şeşemîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê di 18’ê mijdara 2023’yan de pêk bê. Wê demê di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku serokê herêmê bang li hemû aliyên siyasî kiriye ku li gorî komîsyona hilbijartinê tevbigerin. Lê ji ber nelihevkirina aliyên siyasî hilbijartin hat taloqkirin û erka parlamenê heya 31’ê kanûna 2023’yan hatibû dirêjkirin.
Ji ber van biryarên ku yasayên herêmê bi tamamî binpê dike, hilbijartin bûye rojeva tevahiya aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê. Tevî Dadgeha Federal a Iraqê biryar da ku hilbijartin di 10’ê hezîrana 2024’an pêk bên jî, gelek astengî û nakokî li ser hilbijartinê û mijarên siyasî di navbera aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê de hene. Ev jî fikar û gumanên li ser hilbijartinan zêdetir dikin.
Di nav 34 salên desthilatdariya PDK’ê de 5 caran hilbijartin pêk hatin. Lê her carê jî hilbijartin di wextê xwe de pêk nehatin, ev jî bi xwe re gelo wê cara 6’an pêk bê yan na? Belê biryarname hat îmzekirin û wextê hilbijartinê diyare lê mixabin ji bo paşxistina hilbijartinan hewleke zêde ya PDK’ê jî heye.
Elbet di nav van amejeyên qirêj de destê dewleta tirk û hin hêzên di nav hikûmeta navendî ya Iraqê de hene. Gelê herêmê ji nêz ve seferberiya ku PDK’ê ji bo rizgarkirina desthilatdariya xwe daye destpêkirin dişopîne. Girêdayî şert û mercên heyî ketina hilbijartinê ya PDK’ê tê wê wateyê ku PDK piştî 34 salan li başûrê Kurdistanê desthilatdariyê winda bike. Lewma PDK ji bo paşxistina hilbijartinan li Enqere, Washînton, Bexda û Tehranê li pişt perdê di nava bazariyên qirêj de ye.
Dewleta tirk hewl dide vê rewşê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne û hebûna xwe ya li herêmê berfireh bike. Her wiha helwesta Îranê ya têkildarî mijarê jî tê mereqkirin ku Îran aktoreke girîng ê herêmê ye. Hewldanên Nêçîrvan Barzanî yên qanihkirina Îranê yên ji bo taloqkirina hilbijartinan jî dewam dikin. Ger hilbijartin pêk were û encam jî weke tê texmîkirin be; PDK a ku ji sala 1996’an û vir ve li ser hikmê wê cara ewil têk biçe. Ger encamek bi vî rengî derkeve holê û desthilatdarî ji destê PDK’ê derkeve, hingê rêya darizandina rêveberiya PDK’ê jî vedibe. Lewma îro rêveberiya PDK’ê ji bo berjewendiyên xwe yên hizbî û malbatî biparêze û karibe ser sûcên xwe yên li dijî gelê kurd bigire di nava hewldanan de ye. Ev helwesta malbata Barzanî û PDK’ê her ku diçe başûrê Kurdistanê ji mudaxeleyên derve re vedike.
Lewma îro rêveberiya PDK’ê ji bo Dadgeha Federal a Iraqê biryara hilbijaratinê ya di meha Sibata îsal de girtibû betal bike gelek tavîzan dide. PDK ji bo li herêmê berjewendiyên xwe biparêze li ser destkeftiyên gelê kurd bazariyê dike. Bi taybet di vê pêvajoya ku rêveberiya PDK’ê wisa tengav bûye dewleta tirk di bin navê qaşo alîkariyê de dixwaze wê hîn bêhtir bikşîne xeta îxanetê.
Bêguman dewleta tirk ji bo li herêmê dagirkeriya xwe berfireh bike ji her demê zêdetir pêwîstiya wê bi desthilata PDK’ê heye. Em ji bîr nekin li herêma Metînayê tevgera dagirkeriyê ya artêşa tirk dewam dike. Desthilata faşîst û qirker a AKP/MHP’ê ku xwe dispêre şerê li dijî gelê kurd bi tu awayî naxwaze hesabê wê yê li herêmê têk biçe. Lewma di mijara hilbijartinan de jî bi awayekî berbiçav piştgiriyê dide desthilata PDK’ê. Partiyên din ên başûrê Kurdistanê ger di mijara pêkanîna hilbijartinan de bi israr bin ev tê wateya ku hesabên welatên dagirker ên li ser axa başûrê Kurdistanê jî têk biçe. Ji ber vê yekê li hemberî her cûre lîstikên siyasî ên ku ji bo paşxistina hilbijartinan tên kirin divê partiyên Başûr yekgirtî bin û tavîzê nedin.
Xwedî derketina li nirxên gelê başûrê Kurdistanê û deskeftiyên ku bi xwîna deh hezaran şehîdan hatina avakirin bi seknek kurdistanî û xurt dibe. Wisa diyar e rêveberiya PDK’ê ji vê helwestê dûr ketiye û êdî ne destkeftiyên gelê kurd û ne jî nirxên bi xwîna şehîdan hatine avakirin di xema wê de ye. Ji bo wê tişta herî girîng parastina berjewendiyên xwe yên hizbî û malbatî ye. Gelê başûrê Kurdistanê di vê mijarê de êdî rûyê rast ê rêveberiya PDK’ê û malbata Barzanî dîtiye. Lewma PDK wisa ji hilbijartinan ditirse û naxwaze derkeve pêşberî îradeya gel. Lê divê bê zanîn ku partî û desthilat ne dayîmîne tişta ku wê her hebe gel bi xwe ye.
Ji ber vê yekê hilbijartinên parlamena Kurdistanê ji gelek aliyan ve xwedî girîngiyek mezin in. Gelek aliyên cûda dixwazin bi riya hilbijartinan hêz û partiyên herêmê bikşînin aliyên xwe. Lê ger partiyên ku îradeya gelên herêmê înkar bike û li gorî hesabên xwe yên hizbî û teng nêzî meseleyê bibin wê mîna PDK’ê mezin winda bikin.