12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK 103 roj in cenazeyan nadin malbatan

Malbatên ji bo cenazeyên zarokên xwe wergirin li sinorê Sêmalka kon vedane, 66 roj in nobedê digirin. PDK 103 roj in cenazeyan di destê xwe de digire û nadin malbatan.

Di kemîna hêzên taybet ên çekdar ên PDK’ê ya di navbera 28-29’ê tebaxê de li herêma Xelîfanê de 5 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji wan birîndar bûbû du endamên HPG’ê bi saxî rizgar bûn. Hêzên PDK’ê yên ku cenazeyên endamên HPG’ê desteser kirin, 103 roj in cenaze nadin malbatên wan.

Malbat 66 rojin nobedê digirin

Malbatên ku dixwazin ji Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Deriyê Sînor ê Sêmalka derbasî Herêma Kurdistanê bibin, ji aliyê hêzên PDK’ê ve tên astengkirin. Dayikên Aştiyê û malbatên HPG’iyan li Deriyê Sînor ê Sêmalka 66 roj in kon vedane û nobedê digirin. Meclîsa Malbatên Şehîdan a Cizîrê ku ji bo cenazeyên Nesrîn Temir a endama YJA STAR’ê û Yusif Îbrahîm ê endamê HPG’ê werbigirin li Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedane û çalakiya nobedê berdewam dikin. Çalakiya nobedê 66’in didome.